Do di malpera Netkurdê da li ser avabûna ”sendîkayên kurd” xebereke pir balkêş hebû.
Di xeberê tê gotin ku sendîkayên tirk ji bo ku ”Kurd Îş” ên kurdan jî çênebin, yanî ji bo ku karkirên kurd jî xwe weke kurd û di mistewa welat û netewî da organîze nekin zorê didin hukûmetê.
Tê gotin ku ji nuha da tirs û xofeke pir mezin ketiye dilê rêvebirên sendîkayên tirk ku ewê çawa bikanibin li bakurê Kurdistanê rê li ber avabûna sendîkayên kurd bigrin.
Li Tirkiyê li gorî ”Qanûna Sendîkeyan” ji bo ku sendîkayeke cihê were avakirin dibê li tevayiya Tirkiyê ji sedî 10-ê wê biranşê endamê sendîkaya nuh bin.
Yanî di vir da jî weke baraja partiyên siyasî, li hember kurdan baraja ji sedî 10 heye.
Lê bi qebûlkirina qanûnên nuh ra ev rewş ewê biguhere.
Nuha li Tirkiyê di çarçeweya pêvajoya endametiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewrûpyê da qanûnên sendîkayan tên guhertin û qanûnên nuh çêdibin.
Di reşnivîsa pêşniyara qanûna nuh da mecbûriyeta rêjeya ji sedî 10-ê endametiyê tê rakirin.
A vê yekê, hinavê serokên dendîkayên tirk qetandiye.
Û loma jî ji bo ku ev rêjeya sedî 10 ranebe, sendîkayên tirk zorê didin hukûmetê, dibêjin bira ev rêje weke xwe bimîne.
Yanî bi gotineke din, ji bo ku kurd nikanibin sendîkayên xwe ava bikin, dibê li pêş wan astengên qanûnî hebin.
Berpirsiyarên sendîkayên tirkan bala hukûmetê kişandine ser vê meselê, gotine, ”dema rêjeya sedî 10- rabe wê demê ewê li Kurdistanê sendîkayên kurdan yên bi navê ”Kurd-Îşê” ava bibin û weke partiya kurdan BDP-ê, ewê jî bibin tevgereke siyasî.”
Li Tirkiyê rastiyek heye, çi rast, çi çep û çi jî dîndarên tirkan, hemû jî dixwazin ku kurd nebin xwedî rêxistin û dezgehên xwe yên cihê û netewî ava nekin.
Çimkî ew baş dizanin ku dema kurd komele, sendîka û partiyên xwe, yanî di her warê civakî da rêxistinên xwe ava bikin, ev yek ewê bere bere bîr, hest û şiûreke netewî bi xwe ra bîne û bibe bingehê daxwazên serxwebûnê.
A ji ber vê yekê bû ku çep, rast û dîndarên tirk di salên 60 û 70-î da li dijî organîzebûna kurdan ya cihê bûn, li dijî komeleyên xortên kurdan DDKO, DDKD û partiyên kurdî bûn.
Çepên tirk, ji kurdên ku di salên 60 û 70-î da komele û partiyên cihê avakirin ra digotin ”milîyetçî” û cudakar…
Lê heger îro li Kurdistanê biçekî be jî bi kurdan ra hest û şiûrekî netewî çêbûye û doza serxwebûn û azadiya xwe û welatê xwe dikin, ev yek berhemên komele, partî û hemû rêxistinên kurdan yên cihê ye.
Heger hin ronakbîrên kurd di salên 60-î û 70-î da fikra rêxistinên cihê di nava xortên kurd da belav nekirana û partî û komeleyên kurd ava nekirana bêguman kurd ewê îro di rewşeke gelkî xerabtir da bûna.
Loma jî dibê em îro gelkî qedrê wan kesên ku pêşengiya vê fikrê kirina bigrin û pir sipasdarên wan bin.
Tiştek pir vekirî û zelal e, dema em bi zimanê xwe bipeyivin û binivîsin, ewê edebiyata kurdî çêbibe û bipêşkeve.
Lê dema em bi tirkî bipeyivin û binivîsin, ewê kurdî bimre, ziman û edebiyata tirkî bipêşkeve.
Heger em ne bi tirkî, bi kurdî muzîkê çêkin, ewê muzîka kurdî şax bide û bipêşkeve.
Lê heger em bir tirkî muzîkê çêkin, wê demê ewê muzîka kurdî çênebe û ya tirkî jî bipêşkeve.
Heger em tîmên kurdan yên topê û hercûreyê sporê çêkin û di wan da bibin rêvebir û lîstikvan, ewê spora kurdî çêbibe û bipêşkeve.
Lê dema em tim di taximê tirkan da bilîzin, bêguman ewê spora tirkan bipêşkve û tucarî ya kurdan çênebe.
Heger em bi kurdî rojnamevaniyê bikin, ewê rojnamevaniya kurdî çêbibe û bipêşkeve.
Heger em radyo, telewîzyon, sînema, tiyatro, bale, opera, welhasil em çi bi kurdî çêkin, ewê ew beş, ew sinet û hunera kurdî çêbibe û bipêşkeve.
Û eksê wê jî xizmeta ji muzîk, sinet, edebiyat û hunera tirk ra ye.
Heger piştî salên 80-î hin kurdên dûrbîn, neteweperest û kurdperwer bi israr xwe nedana nivîsîna bi kurdî îro ewê li Kurdistana bakur belkî yek roman û berhemeke edebî ya kurdî tunebûya.
Berî salên 1980-î li Kurdistana bakur hema hema yek berhemeke kurdên bakur bi kurdî tunebû, tiştên îro hene hemû jî berhemên xebat û keda çend kesên kurdperwer in, bi saya israr û xebata wan zimanê kurdî bi pêş ket, kurdî bi milet şîrîn bû û dûra jî kitêbxaneya kurdî bû xwediyê belkî bi hezaran kitêb.
Dîsa heger di salên 60-î û 70-î da hin kurdên bîrewer û kurdperwer xwe ji tirkan û xebata bi wan ra qut nekirana KDP, KÎP, TKSP, KUK, DEP, HADEP, DEHAP, DTP, BDP, KDP, HAK-PAR û hemû partiyên din ku nuha navên wan nayê bîra min çênedibûn û îro kurd li Kurdistanê nedibûn xwediyê tevgereke netewî ya xurt, xwediyê 100 belediye û 20 parlamenteran.
Ez bawer dikim ne hewceye ez zêde dirêj bikim, ez dixwazim bibêjim em çi biçînin emê wiya jî biçinin.
Yanî heger em di baxçeyê xwe da kulîlkan biçînin, wan avdin, berkol û eşêv bikin, bêguman baxçeyê me ewê bi gul û çîçekên rengo rengo bixemile.
Lê dema em bibin baxçevanê baxçeyê xelkê, wê demê jî ewê baxçeyê xelkê geş û xweş bibe û emê jî tucarî nebin xwedî bexçe.
Û ji ber ku tirk viya dizanin, dizanin ku dema kurd bibin xwedî radyo, telewîzyon, edebiyat, sîneme, tiyatro, bale, opera, spor, komele, sendîka û partî, zû dereng rojekê ewê bibin xwedî dewlet jî, miheheq ewê doza dewletê jî bikin.
A ji ber vê yekê ye sendîkaciyên tirk yên rast, çep û dîndar ketine panîkê û dixwazin hukûmet rêjeya 10-ê raneke, destûrê nede sendîkayên kurd.
Baş e dibê em kurd çi bikin?
Em kurd jî dibê di sendîka û partiyên kurd da israr bikin...
Xalo,
SvaraRaderaDerdê sendikayên tirkên dolheram hundakirina pasteya ji Kurdistanê ye. Rewsha karkerên tirkan sed carî ji yên kurd bashtir e. Tu vê berde, milletê kurd ji birchîna dimire. Lê tirkên "chep-fashîst" pir bash dizanin ku xwedî mafbuna kurdan dê ji "wê pasteyê" percheyên herî mezin u bi tam nexe devê wan segbavan.
Ji ber bêxwedîtî u bêkariyê ye ku kurd li bajarên tirkan bune pespaye, bi zikekî têr u yekî birchî karê tirkan yê herî gemar dikin. Karên herî bi jehr bi kurdan didin kirin. Kurd di nav vê feqîrtiyê da nikarin pereyê dermanekê jî peyda bikin.
Divê kurd van bêbaviyan qet ji bîr nekin u yek bi yek ji pozên tirkên xwînheram ra bînin der.
Silav germ
Bernas Kurmanc