Li gor anketa dawî ya Şîrketa Metropoll ya Lêkolînê, li Tirkiyê tehemula li hember kurdan di dereceya herî binî da ye.
Ji sedî 66-ê kesên beşdarî anketê bûne piştgirî dane kelemçekirina şarederên kurd û rêjeya kesên girtina DTP-ê baş û di cîda dibînin jî ji sedî 69.5 e.
Û kesên ku li dijî girtina DTP-ê bûne û girtina partiyan rast nedîtine jî ji sedî 25.3 ye.
Yanî ev jî tê wê maneyê ku ji sedî 70-î tirkan zulma li kurdan dibe, kuştina wan, girtina partiyên wan, di dema mahkimeyan da weke kesên krîmînel kelemçekirina serok û siyasetmedarên kurd rast dibînin.
Tenê ji sedî 24.8-ê beşdaran kelemçekirina siyasedmedarên kurd li dijî mafê mirovî dîtine.
Ji sedî 53.8-ê kesên beşdarî anketê bûne piştgiriyê nadin siyaseta hukûmetê ya çareserkirina mesela kurd.
Li gor anketê hejmara kesên piştiriyê didin pakêta(vebûna) hukûmetê tenê ji sedî 38.7 e.
Reqemên jor jî nîşan didin ku li Tirkiyê dijminatiya li hember kurdan ne tenê di nava leşker û hin siyasetmedarên nîjadperest û faşîst da xurt e, di nava civata tirk da jî dijminatiya li hember miletê kurd gelkî xurt e.
Û ya herî xerab û tahlûke jî ev e.
Ev dijminatiya li hember kurdan ya di nava civata tirk da nahêle partiyên siyasî mesela kurd çareser bikin.
Heger civata tirk hewqasî ne nîjadperest û ne li dijî çareseriya mesela kurd bûya, piraniyê piştîgirî bida siyaseta diyalog û çareseriyeke aştiyane, bêguman vê yekê ewê cesaret bida hukûmeta AKP-ê.
Helbet AKP bi xwe jî naxwaze meselê tam ji kok da çareser bike û bi rastî jî hemû mafên kurdan yên netewî qebûl bike.
Ev rast e, lê li gel vî qereketerê AKP-ê yê neteweperest jî heger ji sedî 70-î civata tirk ne li dijî ”pakêta” hukûmetê û kurdan bûya bi îhtîmalekeke mezin hukûmetê biwêrîbûya hin gavên bi cesarettir bavîta.
Îqnakirin û guherandina dîtina miletekî di heq meseleyeke siyasî da ji îqnakirina çend siyasetmedaran pir û pir zahmettir e.
Heger civata tirk li hember meseleya kurd xwedî xweşbînî û tolerans bûya vê yekê ewê karê me rahettir bikira.
Lê ji ber ku mesele eksê vê ye, loma jî leşeker û siyasetmedar ji vê yekê cesaretê digrin û naxwazin meselê çareser bikin, di avêtina hin gavan da dudil hereket dikin.
Di rewşeke wiha da piştgiriya siyasetmedar, ronakbîr û şexsiyetên di nava civata tirk da xwedî qedir û giranî pir girîng e.
Dibê siyasetmedarên kurd di nava tirkan da kesên wiha zêde bikin û piştgiriyê bidin xebatên wan.
Ji ronakbîr û siyasetmedarên kurdan bêtir, miletê tirk guh dide ronakbîr û siyasetmedarên xwe. Loma jî di vê merheleya nazik da piştgiriya ronakbîran gelkî girîng e û ewê cesareteke mezin bide siyaseta hukûmetê.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar