14 januari 2010

Îsraîl teslîmî Tirkiyê bû

Çend roj berê meriv wisa bawer dikir ku di nabêna Îsraîl û Tirkiyê da kirîzeke mezin ya dîplomatîk derketiye û zû bi zû nacebir e.
”Kirîzê”, bi gotinên cîgirê wezîrê derve yê Îsraîlê Danny Ayalon ya di dema hevdîtina xwe ya bi sefîrê Tirkiyê yê Îsraîlê Oguz Çelîkkol ra dest pê kiribû û dûra jî mezin bûbû.
Di dema hevdîtinê da Danny Ayalon, ji rojnamevanan ra got ku kursiya wî ji ya sefîrê Tirkiyê bilindtir e û wî ev yek bi zanetî wisa kiriye, ji bo ku xuya bibe ku Oguz Çelîkkol di bin wî ra ye.
Van gotinên Ayalon di çapemeniya tirk da olaneke mezin da û wezareta derve ya Tirkiyê li hember Ayalon û hukûmeta Îsraîl beyanên sert da.
Wezîrê derve yê Tirkiyê Davutoglu hakeza gelek gotinên giran ji Ayalon ra kir.
Piştî wezîrê der, Erdogan jî ji Îsraîlê ra rest kişand û got:
”Heger şêlek, dîtineke wiha ji alî hukûmeta Îsraîl ve jî were nîşandan, helbet ewê bersîva xwe ji Tirkiyê bigre, dibê ev were zanîn.”Piştî daxuyaniyên wezîrê derve Davutoglu û serokwezîr Erdogan, wezareta derve ya Îsraîlê jî rexneyên pir tund li Tirkiyê girt, got daxuyaniyên Erdogan ewê xisarê bide peywendiyên Tirkiyê û Îsralîlê û ”tirk gelê herî dawî ye ku dersên exlaq bide hukûmet û artêşa Îsraîlê.”Piştî van rexne û daxuyaniyên li dijî hev, yekî nizanîbûya ewê bigota wele îcar mesele pir cidî ye, Îsraîl vê carê ewê derseke baş bide tirkan…
Lê piştî şerê Erdogan û Peres yê Davosê çawa ku Peres û îsraîliyan ji Erdogan û tirkan uzrê xwe xwestin, îcar jî eynî tiştî tekerur kir, îsraîliyan dîsa ”uzir” û ”efûya” xwe ji tirkan xwestin.
Piştî ”resta” Erdogan ya Davosê jî di serî da hukûmeta Îsraîl çend fortên vala dabû xwe, lê dûra zû teslîm bûn û uzrê xwe ji tirkan xwestin.
Îcar jî eynî tişt kirin û him jî di di wext û bi şiklê ku tirkan dixwest…
Esas tiştê Danny Ayalon li hember sefîrê Tirkiyê Çelîkkol kir bêedebî û derî teamulên dîplomasiyê bû.
Ev rast e.
Lê tiştên tirkan jî dûra gotin ji gotinên Ayalon ne sivikitir bûn, wan jî heqaretên pir mezin li hukûmeta Îsraîl û heta li cihûyan kiririn.
Ev çend roj in çapemeniya tirk wer û bi dehan nivîskarên quncikan hukûmeta Îsraîlê û Îsraîliyan ji boyaxekê dixin boyxeke din.
Lê gotinên herî giran do serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul kir. Gul, di daxuyaniya xwe da got:
”Tirkiye bi kesî va nayê girêdan,tiştekî wiha ne mewzûbahîs e, dibê Îsraîl viya bifikire. Dibê meriv ji Îsraîl bipirse, çima hûn hema hema ji bal hemû welatan ve tên tecrîtkirin. Me heta êvarî midet da wan. Heger heta êvarî uzur neyê û gelş çareser nebe emê sefîrê xwe paşda vekşînin. Ev heqareta hatiye kirin dikane şêla şexsekî xwenezan be lê belê hukûmeta Îsraîlê jî girê dide.”Ev gotinên Gul, îltîmatoneke pir vekirî ye.
Dewleteke cidî û xwedî prensîb dibê ev zimanê tehdîdê qebûl nekira û teslîmî vê îltîmatona Gul nebûya.
Lê hukûmeta Îsraîlê li hember vî emrê Gul bû pisik û weke berxikan hustuyê xwe li ber tirkan xwar kir û uzrekî pir vekirî, him ji hukûmetê û him jî ji miletê tirk xwest.
Ev ne bes bû, Shîmon Peres jî îro uzrê hukûmeta Îsraîlê dubare kiriye.
Piştî vî uzrê îsraîliyan, Erdogan îro got, “di warê dîplomatîk da bersîva em li bende bûn me girt.”Bi rastî jî tirk pir cesûr û jêhatî ne, dibê meriv “dîplomasiya” mêrikan ya tehdît û “peran” teqdîr bike.
Mêrikan dizanin ku pere li her derê pere dike, loma jî dikanin her kesî bikirin û li wan siwar bin.
Bi pereyên xwe mêraniyê dikin, dewleta weke wan neke boykot dikin, tiştan jê nakirin û miameleya “dijmin” pê ra dibînin.
Û ji ber ku dîn û îmana hemû dewletan pere ye, loma jî her kes teslîmî tirkan dibe û hemû daxwazên wan bi cî tîne.
Îsraîlî dema tê ereban xwe qure dikin, lê ji bo firotina çend helîkopteran û hinek çek, li hember emrê tirkan dikevin hazirolê, newêrin li hember wan bibêjin kirt...
Tirk jî vê nuxteya îsraîliyan ya zeîf ya “pûlpererestiyê” dizanin, loma jî weke padîşahên osmanî îltîmatomê didin wan.
Bi rastî jî tirk pir cesûr hereket dikin û ji ber kesî danaxwin....

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE