07 januari 2010

Hin caran meriv şaş dimîne...

Îşev bûyer hewqas pir in ku meriv nizane qala kîjanê bike û qala kîjanê neke. Li ber dilê min hemû jî girîng in, lê ez pê ra nagihîjim qala hemûyan bikim.
Tirkiye welatekî sosiret e, tu tiştek ne di hemdê da xwe da ye.
Ne mimkûn e ku li gor hin ”pêşketin û gavên demokratîk” meriv bigihîje baweriyekê û biwêribe hin tesbîtan bike.
Li alîkî tu bala xwe didê xwedêgiravî dewlet hebûna kurdan qebûl dike û loma jî di kanaleke xwe ya telewizyonê da weşana kurdî dike.
Lê li alî din ji ber ku fêkîfiroşekî kurd navê fêkiyên ser ereba xwe bi kurdî nivîsîye li Îzmîrê zabiteyên eynî dewletê wî digrin, lêdixin û fêkiyên wî dirjînin erdê.
Çima ?
Ji ber ku navê fêkî bi kurdî nivîsî ye.
Li gor zabiteyên belediya Îzmîrî, li Tirkiyê dibê her her kes tirk be, bi tirkî bipeyive û navên fêkî jî bi tirkî bibêje û binivîse.
Kesê ku rîayetî vê fermana zabiteyan neke û navê fêkî bi kurdî binivîse nikane li Îzmîrê fêkî bifrose.
Zabitayên belediyekê dikanin bi serê xwe vî hukmî bikin.
Çimkî natirsin.
Heger bizanîbûna ji ber vê kirina xa ewê ceza bibin û ji kar werin avêtin, bêguman wiha nedikirin.
Yanî ji bo kurd bikanibin ji sêvê ra bibijên ”sêv” û ji hirmiyê ra jî bibêjin ”hirmê”, hebûna qanûnan, destûra leşkeran û siyasetmedaran têr nake, dibê zabitayên belediyan jî werin îqnakirin.
Ji ber ku vira Tirkiye ye...

Ev çend sal in li Tirkiyê ”kultureke lînckirinê” nuh ya lînckirinê peyda bûye. Hema li derekê, ji ber çi sebebî dibe bira bibe, gava kurdek û tirkek dikevin pêxîla hev, tavilê bi hezaran tirk weke gurên har bi hev dikevin û dixwazin yê kurd lînc bikin.
Gelek caran bi viya jî qîma xwe naynin, êrîşê dibin dibin ser mal û dikanên hemû kurdan.
Îro li Mêrsînê dîsa eynî lîstik hate lîstin.
Li gor çapemenî dinivîsê du roj berê di nabêna 2 xwendevanên kurd û xwendevanekî Mêrsînî ereb da pevçûn çîbûye.
Dûra hin kes û hêzên ”tarî” bûyer gurr kirine û îro bi sedan tirk û ereb bi hev ketine û êrîş birine ser dibistana ku lê şer lê derketibû û xwestine zarokên kurdan lînc bikin.
Êguman bûyerên wiha bi tesadufî û bi serê xwe nabin, li pişt wê miheqeq hin provakator hene û ev jî dewlet e.
Yanî di hemû bûyerên ”lînckirinê”da miheqeq tiliya dewletê yanî ya hêzên îstîxbarat û ewlekariyê heye, bêyî pîjkirin û organîzekirina wan tiştên wiha ne mimkûn e.
Loma jî di bûyera Mêrsînê da jî sedîsed tiliya hin provakatoran heye, bi tahrîk û organîzeya wan ev êrîş hatiye pêkanîn.

Bîstek berê di TRT6-ê da min li programa Îhsan Aksoy Miroveke û Jiyanek li kurdperwerê hêja Şerefettîn Elçî guhdarî kir.
Hercara ku min li Şerefettîn Elçî guhdarî kiriye tim kêfa min jê ra hatiye û ez bi zanîn û cesareta wî ya medenî kêfxweş û serbilind bûme.
Weke hercar, Şerafettîn Elçî îşev jî di bersîvên xwe da bêtirs û serkeftî bû. Pir rehet qala xebata xwe ya siyasî û navê Kurdistanê kir.
Bi vê ra, hafizeyeke wî ya pir xurt jî heye. Mesela avakirina Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyê, bi sal, meh û roj dizanîbû.
Çend bûyerên din jî wisa bi sal, meh û roj anî zimên.
Bi dîtina min, bikaranîna navê Kurdistana Tirkiyê gelkî girîng e. Gelek kurdên Tirkiyê yên ku beşdarî programên TRT6-ê bûne ya wan bi xwe, xwe sansor kirine û navê Kurdistanê negirtine devê xwe, ya jî TRT6-ê ”sansor” kiriye.
Lê ferq nake, bi kêmasî wan ev şertê TRT6-ê qebûl kirine. Heger qebûl nekirana piştî programê ewê protesto bikirana.
Heta nuha min nedîtiye yek kesî jî ”sansora” TRT6-ê protesto kiribe.
Lê diyar e Elçî ”rica sansorê” qebûl nekiriye û loma jî him navê Partiya Demokrata Kurdistan a Tirkiyê û him jî navê Kurdistanê bikar anî.
Kesên reben û feqîr nikanin vê tabuya dewletê bişkînin, ancax kesên weke Elçî û hin şexsiyet û serokên kurdan yên din dikanin pêşengiya vî yekê bikin.
Bi baweriya min tu kurdek, lê bi taybetî jî serok û siyasetmedarên kurdan yên kevn û nuh, dibê bi tu hawayî sansora li ser fikir û navê welatê xwe qebûl nekin, qebûlkirin teslîmiyeteke belasebeb û bêmaneye.
Heger dewlet ne amadeye navê welatê me bibihîze, dibê em jî ne amade bin ku ji bo xatirê ”leqleqeke” nîv saetê dev ji navê welatê xwe berdin.
Ne em, dibê dewlet tawîzê bide me.
Heger ronakbîr û serokên kurdan bi programekê dev ji navê welatê xwe berdin, xwe sansor bikin, wê demê kî yê doza Kurdistanê bike?
Platforma meriv nikanibe bîr û baweriyên xwe serbest lê bibêje dibê meriv dernekeve wê platformê û dîtinên dewletê meşrû neke.
Min program di serî da nedît, lê beşê min dît baş bû, birêz Elçî pir rehet û serkeftî bû.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE