Ev siyasetmedarên me kurdan jî merivên tewşomewşo ne û wesalam. Meriv nizane kînga ewê çi xweliyê li serê xwe kin.
Ji xelkê ra tim masiyan û ji xwe ra kûsiyan digrin.
Xelek her ku mezin dibe biaqil dibe, yên me her ku mezin dibin bi xwe da dikin, aqil berdidin.
Du roj berê Sirrî Sakikê me yê kilê çavê keçan û mêrê rojên giran li paytexta Ezerbeycanê li Bakuyê beşdarî civîna Welatên Tirkîaxêv(TURKPA)bûye.
Li gor rojnameya Radîkalê nivîsîye, li Bakuyê di nabêna Sirrî Sakik û mebûsekî Azerî da minaqaşeyeke ne xweş çêbûye.
Piştî civînê li ser şîvê Sirrî Sakik bi mebûsê azerî Asim Mollazade ra li ser mesela kurd û ermeniyan minaqaşeyeke sert kiriye.
Piştî minaqeşê xwedêgiravî Sakik, dageriyaye ser mabûsê MHP-ê yê faşîst Atîlla Kaya û jê ra gotiye, ”dema meriv vana dibîne dibê meriv xwe bi qurbana we ke. Heger em bi destê van kevin ewê çermê serê me bigron.”Ev xeber do di rojnameya Radîkalê û di gelek malperên tirkan da hebû.
Sirrî Sakik piştî minaqeşeya bi mebûsê azerî ra ji mebûsê MHP-ê ra gotiye, ”meriv xwe bi qurbana we ke”!Do meriv kîjan malper vedikir sernûçe ev bû.
Lê îro jî rabûne bi çend gotinan tekzîba Sakik dane.
Sakik di tekzîba xwe da gotiye, minaqeşeya qala wê tê kirin rast e, lê ne bi şiklê ku di çapemeniyê da tê gotin.
Sakik, rexne li çapemeniya tirk girtiye û gotiye, ”Qirêjiyeke agahiyê heye. Em hin tiştan peyivîn û me minaqaşe kir. Lê yekê wan gotinan jî ne aidî min e. Li ruyê cîhanê milîyetçiyekî tirkê ku ez bibim qurbana wî tuneye.”Nuha tirk û merivên xwe ji bo ku zimanên xwe nêzî hev bikin civînan li dar dixin, kongreyan çêdikin.
Ê Sirrî efendî, Xwedê jê razî, de îcar çi îşê te di van civînên tirkan da heye, tu çima diçî kongreyên wan?
Çima tu yê herî civînên van bêbavan û çima ewê van dûlikan li ser te li hev bînin.
Tu ne tirk, ne zimanzan, ji bo çi tu yê bi teqala van nîjadperest û faşîstên tirk kevî, herî civîna ”welatên tirkîaxêv” û mixatabî azar û heqaretên wan bibî.
Bi rastî meriv fêm nake.
Mêrikan dixwazin te û miletê te di tasek av da bifetisînin û zimanê te jî wenda bikin.
Heger tu merivekî pir jêhatî yî ji bo zimanê xwe civîn û kongreyan li dar xe, zimanê gelê xwe nêzî hev bike.
Lê ka aqil ?
Heger aqil hebûya ewê bi destê xwe nebûya sebebê van derew û buhtanên tirk û azeriyên nîjadperest.
Hema te ew gotin negotibe jî, carê ”hevaliya” te ya bi van kesên dijminê gelê te ra şaşiyeke mezin e.
Tiştê azeriyan ji serê salan da ye anîne serê kurdên li wir, ji kirinên tirkan zêdetir e ne hindiktir e.
Helbet gava ji wan were ewê çermê serê te jî û yê pişta te jî biguron. Heger heta nuha te ev yek nizanîbûye ev kêmasiyeke te ye.
Dema însan ji dîroka xwe bêhay be nikane rewşa xwe ya îro jî fêm bike, nikane dost û dijminên xwe ji hev nagerîne û ji ber vê yekê jî tim rûbirûyê trajediyên mezin dibe.
Jixwe heger kurdan xwe nas bikirana, dîroka xwe baş bizanîbûna îro ne di vî halî da bûn.
Ji ber ku em nizanin çima em ketine vî halî, loma jî em nizanin ku emê çaw ji vî halî derkevin jî…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar