Îro min jî ji xwe ra rojek ji felekê dizî û hinekî kêf kir.
Vê sibehê piştî xurîniyê xanimê bi dengekî manîdar ji min ra got, ”ma berê me îro bi ku da ye?”
Min weke aliman tavilê mexseda gotina wê fêm kir û got, xanim dilê te ku derê bixwaze em dikanin berê xwe wir da kin.
Li gor gazinên xanimê em du hundur da genî bûne, tu dibêjî qey em qurp ketine û nikanin ji ser hêkan rabin.
Berî nuha jî çend caran gazinên wiha hêdîka bi ber guhê min ketibûn, di ber xwe da digot, ”tu dibêjî qey mara vî mêrikî li vê datayê hatiye birîn.”Îcar ji ber ku min rewş zanîbû, min zêde dirêj nekir, min zanîbû tije bûye ku ez bibêjim na, hela bise ez vê nivîsê bixwînin ya vê nivîsê jî binivîsim ewê biteqe û dîsa bipirnixe.
Loma jî min got, xanim, tu ji sînemayê ra dibêjî çi ?
Min bala xwe dayê tavilê bişirî, got baş e.
Ji xwe ji zû da ve bû du bilêtên min hebûn, li ciyê kar şîrketa ku em jê tiştmiştên kirtasiyê dikirin dabû min.
Yanî sîneme belaş bû.
Wele Rojenê me weke şêran camêr tavilê ji mer ra bi înternetê li sînemaya "Sergelê" cî veqetand û piştî nîvro em ketin rê.
Fîlmê me saet di 19.00-an da dest pê dikir, wexta me pir bû.
Loma jî em berê çûn ji xwe ra bîstekê li bajêr geriyan. Û piştra jî em çûn aşxaneyeka kurd, me zikê xwe jî tê kir.
Kurd miletekî ecêb e, aşxaneya em çûnê ya kurdan bû, lê muzîka lêdiket bi tirkî bû. Ez aciz bûm.
Ez çûm ba hostê, min got heyran vê kaseta tirkî ji ser rake, em kurd in em dixwazin li muzîka kurdî guhdarî bikin.
Hostê got, ”piştî vê stranê kurdî tê."
Ez nizanim guherand ya na, lê heta em li wir bûn tenê kurdî lêket.
Tiştê min jê fêm kir camêr li lara xwe difikire, bi muzîka tevlihev herdu seriyan yanî kurdan jî tirkan jî îdare dike.
Yanî oportînîstiyê dike.
Rojekê xelkê bersîveke ters bide min min, lê ez bi zimanê xwe nikanim, di rewşên wiha da ez xwe tevê dikim.
Çend sal berê em çûbûn Almanyayê ba birayê xwe.
Mala birayê min li Gîssinê ye.
Havîn bû. Me got em herin ji xwe ra hinek fêkî û zebeşekî bikirin.
Em çûn ser beqalekî nêzî mala birayê min.
Birayê min ji min ra gotibû kurdên ji alî Mêrdî nê ne,
Min bala xwe dayê buhayê hin tiştan bi almanî û bi tirkî nivîsî ne, lê bi kurdî nenivîsî ne.
Dema em çûn kasê, min got, heyran bala min lêye we buhayê hin tiştan him bi almanî û him jî bi tirkî nivîsîye, lê bi kurdî nenivîsî ye, gelo çima?
Ew qedrê hûn didin tirkan hûn çima nadin kurdan?
Ma qey yê me ne pere ye?
Û di ser da tu jî kurd î.
Ya dibê ji bo her kesî tenê bi almanî be, ya jî dema te bi tirkî nivîsî dibê tu bi kurdî jî binivîsî.
Ji ber ku bi qasî tirkan, mişteriyên te yên kurd jî hene.
Lal bû, devê wî ket hev, got tu rast dibêjî nizanim me bîr nebiriye û nizanim çi û çi...
Min dev jê berneda, min got, ji sedî 99-ê mişteriyên dikandarekî tirk kurd bin jî yê tirk dîsa jî ewê buhayê tiştan bi kurdî nenivîse, tiştekî wisa ancax yekî kurd kani bike.
Welhasil, min gelek sîr û pîvaz di pozê wî da hûr kir, şewitî neşewitî ez nizamim, lê li gor soza da min, got birayê min yê mezin were ezê vê meselê jê ra bijêmim û emê bi kurdî jî binivîsin.
Min îro hewqasî dirêj nekir, lê axirê min dîsa jî çû got.
Piştî xwarinê em bîssteke din jî lo kolanên Stockholmê geriyan û dûra jî çûn pastexayeneke nêzî sînemayê.
Me li wir jî pasta xwe xwar û qahwa xwe vexwar û piştra jî me çû li fîlmê xwe temaşe kir.
Meriv ax bavêta li erdê nediket, milet pê li serê hev dikir.
Li Swêd qey adet e, di himêza her kesî da kartonek kartoneke patatên qelandî û kartoneke mezin tişte popcorn(misirê, lazûtê qelandî) û şûşeyek jî qola hebû.
Û li hundur jî weke pezên kayikê bikin, wer xirtrxirt, xirmexirm milet bû.
Ez bi xwe ji vê kulturê qet hez ankim, ez tu carî tiştekî xwarinê bi xwe ra nabim hundur, dengê kirmekirma xwarinê bala min belav dike.
Me li fîlmekî swêdî yê komedî(Buhara bi Goran ra) temaşe kir. Swêdî pir dikeniyan lê yê min bêyî du-sê caran tu kenî min nehat.
Axir weke hertiştî henekên swêdiyan jî ne weke yên me ne, ji ber ku gelş û derdên me ji hev gelkî cuda ne.
Henekên swêdiyan bi piranî li ser vexwarinê û seksê ne, yên me li ser kêmaqilî û ehmeqiyên me û dijmin in.
Lê axir em carê ji hundur derketin û bîstekî bîna me fireh bû.
Heta çend mehên din jî xanim nikane doza tiştekî li min bike...
Temiya min li we, heger ji we tê hûn jî weke min bi xanimên xwe ra herin sînemayê û tiyatroyê, ev yek ewê rewşa we baştir bike...
Xalo,
SvaraRaderaHelbet gerek mirov pê li bochika kesên oportunîst bike. Tu di tevgera xwe da sedîsed bi maf î. Divê her kurdê xwedî namus vê yekê bike.
Yaw xalo, divê tu xaltîka me jî zêde îhmal neke haaa. Wellahî dibe ku rojekê komployeke pirr qirase li hemberî komputira te chêbike. Îcar mirov nikare tishtekî jî îspat bike :-). Eman eman hay ji xwe u ji komputira xwe be.
Silav u rêz
Lawkê Cholemêrgê
Seeta TE xwes birez Zinare Xemo!
SvaraRaderaGeleki TE bas kir ku TE gote wi kurde li Almanye ku cima bi kurdi ji hake tista nanvisene.Xwezka hamu kurd wek te kurdistanibuna u xwezka hemu kurd wek te qimete jinka xwe girtibane.
Ti herbiji u bimine di xwesiyede.
Midyadiye
Xalo, te do chalakiyeke pir bash kiriye ku xaltîka me biriye sînemayê. Tabî herhal xwarina kurdî u pashê jî shîraniya ewrupî gerek dilê xaltîka me li hemberî xalê me nerm kiribe. Xalo ez dibêm aha vê gavê qasî sê mehan tu qehremanê xaltîka me yê sererd u binerdî ellaxîme kîtabîme. Lê gerek tu ji niha va planên xwe yên jibo pishtî sê mehên tên jî bikî, jibo ku xaltîka me ji nu va bibe dilketiyê xalê me u ji qehremanê xwe bêtir hez bike :-).
SvaraRaderaEw kurdên ku di mêjî u ruhên xwe da bune her tisht, lê nebune kurd, bi baweriya min ne tenê di nav tîcaretê da hene. Mesela kesên wilo zêdeyî di nav siyasetê da ne u bi navê kurdan siyasetê jî dikin. Yanî di nav me kurdan da kultureke mîllî, tevgereke mîllî, perwerdehiyeke mîllî, nasnameya mîllî u ya herî muhîm jî "zimanperestiyeke mîllî" chê nebuye. Lewra li gor bayê xwe bi vir u wir da xwaro-maro dikin. Yanî xalo em hinekî bê îflah in u wesselam.
Silavên germ
Tîrê Qersê
Apê Zinar,
SvaraRaderaez rojî me û min bi bircîtî nivîsa te xwend. Bawer ke av bi devê min ket:)
Min ê bigota "Gunehên min li hustuyê" te, lê ji ber ku qîmeta te li cem min zêde ye û tu ji min mezintîr î, min gotina xwe tevî bircîbûna xwe qurtand.
Bi silavan
Biraziyê min î hêja, ji ber ku bi nivîsa xwe di vê rojiya Remezanê da min xwarin xistiye bîra te û bûme sebebê nefstenikiya te min efû bike.
SvaraRaderaLê di haletê wiha da, gava îradeya meriv tê ceribandin û meriv bênefsiyê nake xêr û sewaba rojiya meriv zêdetir dibe.
Ji ber camêriya te, devê te negeriyaye ku tu gunehê xwe têxî hustiyê min, lê ez dixim hustuyê xwe.
Bira guneh ji min ra û sewab jî ji te ra be.
Çimkî barê min ji xwe giran e, çend tuxtên din jî lê zêde bibe tişt nake.
Ji bo min ya herî muhîm ew e ku çi li vê dinê û çi jî li wê dinê zirara min negihîje tu kurdê bi xîret û welatperwer.
Lê herçî kurdên bêxîret û hevalbendên dijmin in ew ebediyen di dojehê da bişewitin, bibin pizot jî ez ji gunehê wan misqalekî jî nagrim hustuyê xwe.