07 september 2009

Fêrbûna du gotinên kurdî têr nake

Lawo ev siyasetmedarên tirkan çi çavê diya xwe ne, piraniya wan ji rûvî fenektir û ji gur jî hartir in.Yê me feqîrê kurdan tenê siyasetmedarên saf û korfahm bûne qismet û nesîbê me, sal bi sal xwezî bi par…
Siyasetmedarên me ji xelkê ra masiyan ji xwe ra kûsiyan digrin. Kîjan radibe ji yê din xerabtir e.
Tu dibêjî qey nifir liv î gelî bûye, li ku rebenek hebe hatiye bûye berdevk, rêber, siysetmedar û serokê me kurdan.
Lê yên tirkan li gor yên me gur in, mêrika baş dizanin ewê kurdan çawa bixapînin.
Wezîrê Dewletê û alîkarê serokwezîr Bulunt Arinc, îro li Manîsayê di civîneke partiya xwe da peyivîye û xwedêgiravî camêîr du-sê gotinên di xêra kurdan da gotiye.
Helbet ji ber ku wî jî weke hinekan ji kurdan ra xeber nedeya mala wî ava.
Lê tiştê gotiye jî tenê ”zeytkirin” û piştmizdaneke xapandinê ye.
Arinc, di axaftina xwe da du gotinên kurdî jî bikaraniye, gotiye, bi axaftina kurdî dinya xera nabe.Rast e dinya xera nabe lê hûn ditirsin ku Tirkiyeyê xera bibe. Jixwe mesele jî ev e.
Heger dinya xer nabe, wê demê bihêlin bira zarokên kurdan jî bi zimanê xwe perwerde bibin.
Arinc, di axftina xwe da mesele aniya ser TRT Şeşê, hinekî pesnê wê daye û dûra jî ji miletê tirk ra gotiye, çima hûn çend gotinên kurdî fêr nabin?
Arinc gotiye, herkes dizane “thank you” çi ye, dema meriv ji yekî ra dibêje ”thank you” kêfa wî tê, dizane meriv sipasî wî dike, lê kes du gotinên kurdî fêr nabe.
Piştî van gotinan, Arinc, xwestiye ku tirk hema du-sê gotinên kurdî jî, mesela ”ser çavan” û "Xwedê ji te razî be” fêr bibin û bi vî rengî hinekî dilê kurdan jî xweş bikin.
Esas ne tirk tenê, gelek siyasetmedar û berdevkên kurd jî fêr bibin baş be...
Helbet ez ne li dijî van gotinên Arinc im, tirk ne du gotinan Xwedê bike duhezar gotinên kurdî fêr bibin.
Lê mesele ne fêrbûn û fêrnebûna zimanê kurdî ye, mesele fêrbûna qebûlkirin û naskirina mafê kurda ye, dibê tirk fêrî dayina vî mafî bibin.
Di hemû axaftina Arinc da tiştê bala meriv dikşîne here were tenê ev ”silava xapandinê” ye, jê wêdetir tiştek negotiye.
Mesela negotiye tirkno, çi mafê we heye dibê yê ”birayên” we yên kurd jî hebe, dibê hûn ne li dij bin, qebûl bikin.
Ya girîng ne fêrbûna du gotinên kurdî ye, qebûlkirina mafên kurdan yên netewî ye, dibê ev ji tirkan ra were gotin.
Arinc siyasetmedarekî ji gel e, gel û kultura gel baş nas dike, dizane li têla cimatê û milet xwe, bi hin gotinên girover û dilxweşkir dilê însan xweş bike.
Ev gotinên wî jî siyaseteke di wê çarçewê da ye, dixwaze xeyd û hêrsa li hmber AKP-ê û Erdogan kêm bike.
Arinc di peyva xwe da fêrbûna du gotinên kurdî pêşniyar dike û dibêje divê em viya normal û xweş bibînin, lê eynî Arinc, dibêje şerê li hember ”terorê”jî bêguman ewê berdewam be.
Ê bû çi?
Piştî ku şerê li hember ”terorê” yanî şerê li hember kurdan ewê berdewam be, tirk du gotinên kurdî fêr bibin çi ye fêr nebin çi ye?
Ya girîng ew e ku Arinc li dijî şer jî rawest e, çimkî şerê kurdan ji bo serbestbûna wan herdu gotinên kurdî ye.


Tu hevalê kê yî?Çend nêçîrvan rûniştibûn û ji hev ra qala bîranînên xwe yên nêçîrvaniyê dikirin.Yekî ji hevalekî xwe pirsî, got:
-Em bibêjin li daristanekê tu bi tenê yî û ji nişka ve hirçekê êrîş anî ser te. Tu yê çer bikî?
-Ezê tivinga xwe ji milê xwe deynim û têkim eniya wê.
-Em ferz bikin ku tivinga te tuneye.
-Wê demê ezê kêra bikşînim û pê xwe biparêzim.
-Em ferz bikin ku kêra te jî tuneye.
Li ser vê, nêçîrvan bi hêrs got:
-Lawo nuha tu hevalê min î yan tu hevalê hirçê yî?
Weleh hin kurdên me jî gava devê xwe vedikin meriv nizane hevalên kê ne heyran.
Nikane bigrîRêwiyekî kal bi rê da pir tî bû, ji bo ku tasek dewê honik vexwe li perê gund dageriya ber konekî. Bala xwe dayê ku zilamekî wek fêrizan dew dikyê û di ber ra jî kûre-kûra wî ye digrî. Kalo meraq kir, ji zilamê dewkil pirsî, got:
-Birazê tu çima digrî?
Mêrik got:
-Apo, ma ez negrîm kî ewê bigrî? Jina min bi zor ez kirime dewkil! Loma jî ez bi halê xwe digrîm.
Kalo mizicî û got:
-Birazê, weleh jina min jî dewkiliyê bi min dike, lê tew nahêle ez bigrîm jî. Dîsa ya te baş e, wa ye dihêle tu bigrî.

Weleh kurd jî fena vî kalê reben ji destê rêber, serok û rîsipiyên xwe ketine halekî wisa ku nikanin bigrîn jî...

8 kommentarer:

  1. Nivîseke xwesh u spehî ye xalocan. Xalo, heger rojekê em rastî hev hatin (dibe ku tu qet pê nehesî ku ew kafir ez bi xwe me), gerek em shusheyek sheraba sor vexwin (helbet tenê bi destura xalo) u pashê jî tu hin chîrokên kurdî ji min ra bêje. Wellahî "pîrê min", ez dibêm heger beriya ku ez jiber halê kurdan bi temamî bibin psîkopat pêk were, dê dînime îmanime pirr bash be haaa :-).

    Silav u hurmet
    Beranê Meletiyê

    SvaraRadera
  2. Beranê hêja, cî û warê te li ku ye, tu li welêt ya li derî welêt dimînî?
    Dibê li gor wê ez çavê xwe li te bigerînim.
    De tişt nabe, min ev soza te li quncikê deftera xwe qeyd kir...
    Ji bîr neke dinya biçûk e, pir ne dûr e ku rojekê karwanê me rastî hev bê.
    Dibê tu soza xwe ji bîr nekî ha...:)

    SvaraRadera
  3. Ooo xalo,
    va ye te u kek Beran, we sohbeta xwe gelekî germ kiriye. Hmmm, chênabe xalo, chênabe. Divê em jî shusheyekê vexwin. Ma ez ji Eyshika ereb im, weweylêêê :-).

    Xalo nivîsa te dîsan qirase buye. Her tisht di cî da ye ellaxîme.

    Lawkê Cholemêrgê

    SvaraRadera
  4. Pîrê min,
    Ez niha vê gavê li bajarê tirkên xwînheram li Stembol-ê me. Nizanim kengê, lê ez ê di pêsherojê da berê xwe bidim ber bi Bashur. Mixabin li vir ti îmkan chênebu ku xwandina xwe bidomînim. Li bajarên bakurê Kurdistan-ê jî sharederiyên me tevda wekî gazînoyên beredayî tevdigerin. Ti tishtekî berbichav yê kulturî jibo pêsherojê nakin. Pereyên ku dikevin destên sharedariyan jî jibo festîvalên zirzop u nîvanên xwe yên tirk u tirk-kurd berhewa dikin u zimanê tirkî dikutin kurdî. De were xweziya xwe bi kalikên mirî neyîne.

    Dibe ku ez jî wekî sheref u namusa Amed-ê, wekî kek Qirixê Amed-ê berbi jêr da xwe berdim. Min hê biryara xwe nedaye. Dibe ku pishtî chend mehan her tisht bellî bibe.

    Soz xalo, heger ez rojekê rastî te werin, ez ê navê xwe yê kafirkî giran-giran bînim bîra te. Lê xalo, divê tu bi ser min da neqîrî u guchikê min jî nekishînî haaa. Yan na, ez ê birevim.

    Bash e xalo, em bangî Lawkê Cholemêrgê jî bikin. Pashê dê serê me tevlihev bike, hêrsa xwe ya li dijî tirkan ji me derxîne wellahî :-).

    Silav u hurmet
    Beranê Meletiyê

    SvaraRadera
  5. Yaw Cemeat,
    Yaw hun bi xwedê dikin, min u hevalên din jî ji bîr nekin babam. Ez jî dixwazim bi xalê xalan ra sohbeta xwe germ bikim, soz bi shusheyek shereba sor u efsunî cîgerlerim. Hahooo, ya we jî yanî qet nebu. Ma chima hun me tevan dawet nakim qardashim? De bes eee, wîîîîî :-)

    Silavên xwe dishînim xalino u pismamino

    Tîrê Qersê

    SvaraRadera
  6. Xalê Zinar,
    Bi xwadê dikin min ji bîr nekin. Tu jî dizanî, di destpêkê da me li hemberî tirkên nijadperest, li Qochgîriyê daye ber xwe. Chi dibe xalo, seba xatirê kalikan gerek ez jî tevli sohbeta we bibin. Sond dixwim, ez ê zêde dengê xwe dernexim.
    Silavên germ
    Pyatex-Erzingan

    SvaraRadera
  7. Gelî xwarziyan, hûn heryek li derekê ne, yeko yeko ez nikanim xwe bigînim we.
    Cî û warê min diyar e, ya hûn giş werin vir, em çend qedehan bi hev ra vexwin, ya jî bi xêr salê tê, dema ez çûm welêt ezê xebera çûyina xwe bidim delalekî û defçiyekî Remezanê, bira bi defê xebera çûyina min li nava hemû kurdan belav bikin û bi vî hawî hûnê jî bibihîzin ku ez çûme welêt.
    Piştî ku we bihîst, xwarziyekî min ê "Ruhayî" jî heye, xeberê bidin wî û yên mayî, giş ya li Ruhayê ya jî li Amedê kom bibin û xeberê bidin min,ji bo ku ez werim we hemûyan bi hev ra bibînim...

    SvaraRadera
  8. Xalo,
    Em rebenên xwedê u hatina me ya berbi Swêd-ê. Ya rast pirr bash dibu, lê xalo jibo me ew welatji heyvê jî durtir e wellahî.
    Zu yan jî dereng xalo, em ê rojekê shereba xwe ya sorik vexwin dînime îmanime
    Silavên germ
    Beranê Meletiyê

    SvaraRadera

PARVE BIKE