Ez dixwazim li ser şiroveya Berena Meletiyê ya li ser nivîsa min ya do bi kurtî çend peyvan bibîjim.
Birayê Beranê Meletiyê, herçî tirk dixwazin meselê dirêj bikin, demeke din jî serî li kurdan bigerînin ji bo ku kurdan bihelînin rast e, ji destpêka salên 80-î û virda ye ez vê xeterê tim dubare dikim.
Hêviya dewletê û hemû partiyan jî jixwe ev e.
Hinek dibêjin em ji bindda tiştekî nedin, di nava 20- 30 sâlî da ewê asîmîle bibin, bihelin û bibin tirk.
Hinekên weke Erdogan û AKP-ê jî dibêjin na, ev rê şaş e,em bi hin tiştên biçûk wan bixapînin, mijûl bikin û bi vî hawî jî wextê qezenc bikin.
Yanî ”gavên” AKP-e davêjin bi vê nêtê ye, ne ji xêrê ra ye, ji bo qedandina kurdan û helandina zimanê kurdî ye.
Yanî hesabê AKP-ê ev e, ji bo vê yekê ew TRT6ê dixin dewrê û dixwazin hin ”tiştên” din jî bikin.
Dibê her kurdê dilsoz vê nêta AKP-ê bibîne.
Yanî dema dewlet îro mafekî dide kurdan yek mecbûr e û ya din jî ji bo ku wextê qezenc bikin û kurdan biheLïnin.
Îcar di vê siyaseta xwe da ewê biserkevin ya na, ew meseleyeke din e û esas girêdayî me ye. Heger em vê hêviyê nedin wan, ewê di vê siyaseta xwe ya helandinê da israr nekin û bi me ra rûnin û mafê me bidin.
Dixwazim li ser uslûbê te jî çend gotinan bibêjim.
Birayê delal, heta nuha min çend caran ji we rica kir ku hûnê ji miletê kurd û xelkê ra xebera nedin, di şirove û rexneyên xe da gotinên nexweş bikar neynin.
Lê wisa xuya ye hûn qurişekî xwe jî di rica min nadin.
Xeber, meriv biheq nake, lê dikane heqiya meriv jî ji ber çavan wenda bike.
Birayê delal, di nava her miletî da însanên zana û nezan hene. Bi rastî jî nexweş e ku meriv sifetê "kerîtiyê" ji bo miletê kurd bikar bîne.
Ev nayê wê maneyê ku di nava kurdan da kesên ji "keran" jî kêmaqiltir tunene.
Esas "ker", weke tê gotin heywanekî hewqasî jî ne ehmeq e, lê însanan ji ba xwe ev buhtan lê kirne.
çewtî ji milet bêtir di ronakbîr û siyasetmedaran da ye, ew riya rast nadin ber milet.
Nexwe di Rojhilata Navîn da kurd miletê herî fedekar û herî qehreman e.
Ev dused sal in kurd li hember sê hûtên Rojhilata Navîn bi qeheremaniyeke mezin şer dikin, li hemberî wan serî natewînin.
Ev tiştekï ne hindik e.
Bêyî kurdan tu miletekî din li hember sê dewletên hewqas mezin û xurt demeke hewqas dirêj şer nekiriye û li ber xwe nedaye.
Erê ehmeq û xayinên kurdan pir in, kul û kêmasiyên ne hindik in, lê qehreman û egîdê wan jî pir in.
Divê meriv vî aliyê baş û mêraniya miletê kurd jî bibîne û û teqdîr bike.
Bi hêviya ku em ji hev û du fêm bikin...
Xalo,
SvaraRaderaHelbet ez jî wan tishtên te bi bîr xistine, dizanim. Lê mebesta min helbet ji bo kesên ku vê rexneyê heq dikine ye. Taybetî jî ji bo siyasetmedarok u ronakbîrokên duru, bê edeb, sextekar u zirzop e.
Helbet kêm be jî kesên wekî xalê me jî hene u ew jî ciyê kêfxweshiyê ye. Lê mixabin ku hejimara van kesan wekî dilopa di okyanusê da ye u hew dikare kambaxiya rewsha me biguherîne. Ji bo guhartina vê yekê ji me ra ba u bahoz, tofan, zelzeleyeke pirr mezin pêwîst e.
Silavên germ
Beranê Meletiyê
Xalê Zinar,
SvaraRaderaMin rêzimana xwe di van du mehên derbazbuyî da pir pêshda bir. Feqet hîn jî kelîmeyên min têrî min nakin ku bi firehî u kurî zimanê kurmancî bishuxulînim. Ez niha pir dishuxulim ku heta dawiya vê salê kelîmeyên kurmancî jî hîn bibim u bi rehetî binivîsim :-)
Mixabin ku li Erzinganê halê kurmancî pir xirab e. Di nav ciwanan da kes kurmancî nizane u yên kal jî bi kurmancî qet degn nakin. Ez dibêm sedî 90/95 kurmancî miriye. Heger yên kal jî rojekê mirin u chun, ev dibe sedîsed. Tishtekî pir pir trajîk e.
Silav
Paytext-Erzingan
Paytext Ezirgan, bi dîtina navê te ez pir dilşa bûb.
SvaraRaderaBirayê ezîz, jixwe ji ber ku tirk van nimûneyan dibînin hêviya wan ya helandina kurdan xurttir dibe, dibêjin piştî 30 salên din Diyarbekir, Ruha û Mêrdînê jî wisa bibe.
Loma jî naxwazin mafê kurdan bidin.
Lê dema hûn kurdên Erzinganê li ziman û kurdayetiya xwe vegerin ji bo kurdên din jî ewê bibe alîkariyek pir baş.
Belkî ev vegera we, tesîrekê li dewletê jî bike.
Dibê hûn ji derekê dest bi xebatê bikin.Hûn çi bikin li karê ye.
dijmin ç
Mesela hûn dikanin bi fêrkirina govendên kurdî, bi qursên zimanê kurdî, bi sazkirina şevên dengbêjan, bi çêkirna civînên bi kurdî dest bi xebata xwe bikin.
Hêdî hêdî hûnê bi Pêş kevin
Me jî di wexta xwe da wiha dest pê kir.
Kek Zinar
SvaraRaderaVa ye li Amed-ê kurdî li ber chavan digevize, xema tu kesî nîne. Bi zanîna min ji sedî 80-ê kurdî nayê peyîvîn. Lê dibe ku hejimara kesên ku bi kurdî dizanin qasî sedî 50 be. Mixabin hejimara kesên ku bi kurdî dipeyîvîn ji sedî 20 e. Herweha ev hejimara jî roj bi roj kêm dibe. Dewlet him bi hemî îmkanên xwe him jî bi yên kurdan kurdî dikuje. Binêre carekê, him DTP u him jî PKK (taybetî jî tirkîperestiya Apo!) ji daîreya MITê bashtir dixebitin.
Wellahî ti hêviya min ji bo xelasiya kurdî tune. Hevalekî gotibu, pishtî pênc salên din dê kurdî bikeve komayê u li benda hilma xwe ya dawiyê bimîne. Bi rastî rewsh ewqas xirab e. Pênc sal, xalo, tenê pênc sal! Ewê hin kurd dîsan jî bi kurdî deng bikin, dibe ku hejimara van chend sed hezar jî bibe. Ji 30 mîlyonî ewê tenê ev pashta bimîne. De îcar kîjan dewlet dixwaze pishtî ku ewqas asîmîle kiriye, mafê milî bide? Bide jî kurd êdî naxwazin. Heger bi min bawer nakî, here carê li bajarên Kurdistan-ê binêre. Li bajarên ku DTP di hilbijartinan da serketiye, ji bo kurdî qasî rixê kerê tirkan jî qîmetê tune. Sharedariyên kurdan ji yên tirkan bêtir tirkîperest in. Kompleksa bêshexsiyetiyê hemî mêjiyê began rapêchaye. Lanet li van ruresh u sextekaran be u wesselam!
Rêz u rêzdarî
Lawkê Cholemêrgê
Xalê Zinar,
SvaraRaderaDibe ku li xerîbiyê buyîn bernade ku tu rewsha me ya derbeder bibînî. Heger bi oxira xwedê be u tu rojekê bihê Bakur u li bajarên me bigerî, tu dê poluposhman shunda herî u xweziya xwe bi heft ejdadê me u xwe bînî. Tu dê bibînî ku tishtê ku ez yan jî hevalên din yên dilsotî diqîrîn, pir kêm bune. Bixwe bajarên ku bi tirkan ra sînor in, bune trajediya heyama me ya "nujen".
Were xalo, were u bi chavên xwe bibîne. Heger bi vê rewshê negîrî, ez ker lawê keran im.
Lê kurd bi halê xwe nagîrin. Daku ez bi dilsojî u dilpakiya te ya kurdîperest dizanim, ez vê dibêjim: Tu dê bigîrî xalo.
Silavên germ
Pîran Tîr
Gerek mirov halê sharedariyên di destê kurdan da qet ji bîr neke. Jibo zimanê kurdî tishtekî konkret nakin u serda jî terin tirkan yan jî kurdên tirkîperest u kemalîst tînin festîvalan u kêfa camêran tînin. Kurd ji birchîna mirine, chem u chem xwîna xwe rijandine, xem nîne.
SvaraRaderaDivê van sharedariyan heta niha chend caran pirtukên dibîstana destpêkê bi gishtî bidana amadekirin u chapê. Divê wan li dijî dibistanên dewleta tirkan ya nijadperest heta niha dibistanên alternatîf yên bi xweru kurdî bixista jiyana kurdan ya rojane. Ez nizanim ka kurd hîn li benda kê u chi ne. Heta ku kurd van daxwazên xwe yên mîllî bi destê xwe u zorê neyînin shunê, tirk qet qebul nakin.
Divê kurd bi lez u bez dibistanên destpêkê vekin u zarokên kurd ji van dolheramên tirk u ji asîmîlasyonê xelas bikin.
Herweha ez helwesta Apo ya "qasho" akademiyên jinan(!) qet fam nakim. Bi min be Apo ji realîteya jiyanê ji vir heta marsê dur e u milletê kurd bi tishtên belasebeb mujil dike li gorî berjewendiyên siyaseta tirkan.
Kesê herî bê îdraq jî bash dizane u dibîne ku meseleya kurdan ya herî bi shewat mirina zimanê kurdî ye! Chima Apo rojekê jî nabêje dibistaneke bi kurdî vekin?! Avahiyên ku bi fermana Apo hatine vekirin tevayî bi zimanê dewleta dagirke ya tirkan tê îdare kirin. Kesên kurdîhez nikarin li van deran kurdî bipeyîvîn. Li van ciyan kurd bi sîstematîk têne asîmîle kirin, taybetî jî kech u jinên kurdan yên ku dewleta tirkan heta niha nekarîbu asîmîle bike. Lê Apo u PKKê ew bo kemalîzmê anîn shunê! Kurd jî dengê xwe nakin!
Silav
Tîrê Qersê
Xalocan,
SvaraRaderaTe di nivîsa xwe ya berê da gazinên xwe yên "betaliyê" aniye zimên u rexne li me rebenan girtiye. Xalo wellehî jî bîllehî jî tatîl matîla ku ez dikim tune. Yê min tenê ji feqîrtiyê ye, loma min nekanî.
Bi fikra min chênabe ku tu jî tatîlê bikî xalo. Chiku tu serokê me yê kurdîperest u kurdistanî yî. Ha binêre, ma te qet dîtiye ku serokê Pkk-ê sayin bashqan Öcalan carekê tatîl kiribe. Serda jî ji zaroktiya xwe u vir va bi problemên cîhanê yên herî mezin ra mujil buye u her tisht ellem-qellem kiriye. Riwayet ew e ku, dê bi nexsheya xwe ya rêyê serê me hemu kurdan hefsar bike u berbi Anitkabîr-a Misto-yê tecawîzcî bikishîne. Dibêjin "dewang ketiye, ciyê xwe dîtiye".
Silavên germ
Zarayê Kurdîjen