02 juni 2009

Nezanî tişetekî pir xerab e

Yaho nezaniya zimanê îngilîzî çi kêmasiyeke mezin e…
Wey li min bavo.
Ez dibêjim ez bi çend zimanan dizanim…
Heta neyê serê meriv, meriv qedir û qîmeta zanîna zimanan, lê bi taybetî jî ya îngilîzî fêm nake.
Erê berê jî pir hindik min dizanîbû ku ev bêxwedyê zimanê îngilîzî pir girîng e, bergendî 77 zimanî ye, lê îro careke din jî min fêm kir ku yê bi îngilîzî nizanibe, bira nebêje li vê dinyayê ew bi tiştekî dizane.
Meriv 77 heft zimanî jî bizanibe têr nake, ji ber ku îngilîzî bûye zimanê dinyayê.
Gava meriv îngilîzî nizanibe weke meriv kerr û lal û kor be, meriv nikane meyleke ji meriv ra hatiye fêm bike.
Ez dirêj nekim, îro li ciyê kar carê fersend çêbû û min malpera xwe vekir. Min dît waye di bin nivîseke min da(Li kurdan dîsa ferman e)2 şirove hene. Lê yek bi tirkî ye. Dema min dest bi xwendina nivîsê kir ez di ciyê xwe da tevîzim…
Nivîsê bi gotina ”kûçik” dest pê dikir û bi ”kûçikê biçûk, kûçikê mezin, kûçikê nizanim çawa…” kûçik û kûçik, heta dawiyê digot kûçik û qla kûçikan dikir.
Lê bi îngilîzî jî hin tişt digot, bes min fêm nekir.
Jixwe ne mimkûn e ku fêm jî bikim, çimkî du gotina jî bi înglîzî nizanim.
Min got miheqeq tirkekî faşîst e li min heqaretê dike û belkî jî dewleta tirk li min elimandibe…J!
Û him jî bi gotina ”kûçik” heqaretê li min dike…
Weke hin nivîskarên ”pir mezin” dibê yekcarnan jî meriv bi paçan serê xwe mezin bike û xwe di neynika dêwan da bibîne.
Çimkî dema meriv xwe li mezinayiyê nerewisîne, xwe lê ranekşîne meriv tu carî mezin nabe, merivê tim ”biçûk” bimîne.
Welhasil bi xwendina nivîsêra dinya li ber çavê min reş bû, min xwe wenda kir…
Min ji xwe ra got, îcar ezê bi tirkan ra bi tirkî bipeyivim!
Min xwest nivîsê bavêjim, nehat avêtin, min gelkî li ber da nebû.
Ji mecbûrî min dîsa berê xwe da Nîhatê swêregî, mêrê roja teng û jê ra meylek şand û jê rica kir ku wê şiroveyê tavilê bavêje.
Mala Nîhat ava be, piştî demek kin camêr nivîs ji malpera min avêt û bi notekê
ji min ra got:
”Min ew kommentar avêt. Ew reklama malpereka ku kûçikan difroşe bû. Ne tiştekî li dijî kurdan bû. Îhtîmala mezin ew kes nizane ku ev blog kurdî ye jî.”
Piştî ku min ev nota Nîhat xwend bîna min hinekî fire bû.
Min ji xwe ra got, lawo nezanî çi tiştekî xerab e. Yanî nuha ne xêra Nîhat bûya dibe ku li ciyê rehetiyê ji destê min qezayek derketa(!)..:)
Ya din jî min ji xwe ra got, hela bala xwe bidê ez çi merivekî bêşans im, bêyî kurdî ez bi tirkî û swêdî(çend gotinên min yên erebî jî hene)dizanim, lê herdu ziman jî serê sîrekê jî pere nakin.
Jixwe tirkî tew ez nizanim ez çawa fêr bûm, xwezî ez fêr nebûma û ji vî zimanî bêziman bimama.
Swêdî jî bi rengekî dişibe kurdî, zimanê malê ye, tenê li malê pere dike yanî li Skandînawyayê xêra wî digihîje meriv.
Lê gava meriv ji Swêd û herî zêde jî ji Skandînawyayê derkve li tu dereke din pere nake, dibê meriv bi îngilîzî, spanyolî, fransî ya jî alamnî bizanibe.
Herçî zimanê tirkî ye jixwe bêyî Tirkiyê li tu dereke din kes pênc pereyê xwe tê nade, eynî ew jî weke pere, pasaport, ehlîyet û dîplomeya Tirkiyê ye, tenê li Tirkiyê derbas dibe, li tu welatekî din derbas nabe.
Nezanî tiştekî xerab e, lê nezaniya îngilîzî pir û pir xerab e û kêmasiyeke mezin e jî...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE