06 juni 2009

Îro jî wiha buhurî

Ez û xanim do êvarî em mîvanê şahiya mezûniyeta lawê hevalekî(Qudbedîn Aliş)bûn.
Li Swêd toreyeke/adeteke pir xweş heye, roja ku xort lîseyê diqedînin, çi keç, çi law, şewqeyekî sipî didin serê xwe û hemû xwendevanên wê lîseyê mezûniyeta xwe çend saetan berê bi hev ra bi dîlan û şahî pîroz dikin.
Bi piranî li qamyonên servekirî siwar dibin û bi kêf û şahî, bi muzîk û qîjewîjeke mezin çend saetan di nava bajêr da viz dibin.
Roja mezûniyetê dê û bav û hemû merivên kesê/kesa xwendevan miheqe diçin merasim û şahiya mezûniyetê û piştî girtina dîplomayê, xwendevan pîroz dikin, risman pê ra digrin.
Heta gelek caran rismekî wan yê zaroktiyê mezin dikin, li darekî dixin û weke afîş didin dest xwe û dibin lîseya ku merasim lê çêdibe.
Piştra ya wê şevê ya jî rojeke din îcar dê û bav, banî çend dost û havalên xwe dikin û li malê şahiyeke biçûk çêdikin.
Bi vî rengî ew jî mezûniyeta zarokên xwe pîroz dikin û beşdarî serkeftin û şadiya wan dibin.
Ji ber ku zarok êdî ji dema zaroktiyê xelas dibin, bi firê dikevin û gavê davêjin dinya û jiyaneke nuh, ya ewê dest bi kar, bi fêrbûna sinetekî bikin ya jî ji bo jiyaneke hîn rehettir ewê herin unîversîteyê û çend salên din pişta xwe qulûz bikin û nûra çavan birjînin, loma jî ev roj ji bo wan dibe weke bîranîneke xweş.
Qet nayê bîra min, gelo li Kurdistanê û Tirkiyê jî toreyeke wiha heye?
Yanî piştî mezûniyeta lîseyê xort û malbatên wan, ew jî vê rojê pîroz dikin ya na?
Li Wêranşarê adeteke wiha tunebû. Lê dibe ku bi guherandina dinê ra ev adet nuha li ba me jî çêbûbe.
Li derên din yê Kurdistanê adeteke wiha hebû tunebû ez nizanim.
Welhasilîkelam do êvarî em mîvanê şahiya mezûniyeta Roger, lawê Qudbedîn Aliş bûn.
Di jiyana wî ya nuh da em jê ra serkeftin û bextewariyê dixwazin, hêvî dikin ku ewê di xwendina xwe da her serkeftî be.
Qudbedîn û xanima xwe amadeyiyeke pir xweş û bêqusûr kiribûn, te çi bixwesta hebû, tiştê kêm şîrê şêr û eyarê şêr bû…
Min berê jî çend caran gotiye, heger ne şîn, dawet û şahiyên wiha bin em hin heval kêm hevdûdu dibînin.
Ji ber ku êdî weke berê xebatên siyasî û komelayetî, meş û civînên siyasî nemene, herkes êdî bi derd û halê xwe da ketiye.
Weke berê êdî kes kes nabîne. Ancax xêra minasebetên wiha em kurd hevûdu dibînin û bîna xwe hinekî bi hevûdu fireh dikin.
Do jî gelek dost û hevalên hevn hatibûn, bi vê minasebetê me hevûdu dît û bîstekê qala rojên berê, qala xortaniya xwe kir.
Lê mala Swêd û hewa wê xera bibe, do him bi roj û him jî bi şev te digot qey çelê zivistanê ye, em ji serma qefilîn.
Xaniman û çend kesên serpîrek hundur îşxal kiribûn, ji ser kursiyên xwe neliviyan û cyên xwe nedan kesî, loma jî cî tunebû em hemû li hundur rûnin, ji dêlî wê va me xwe li ber soba der germ dikir lê wê jî têr nedikir.
Min kincên germ jî li xwe nekiribû, loma jî mi baş serma xwar.
Îro ez gelkî dereng ji xew rabûm. Ez û xanim em bîstekê daketin bajêr, me çû du walîzên xwe kirî. Çimkî êdî bere bere ez haziriya xwe û çûna welêt dikim.
Erê hîn salek heye, lê tişt nabe, dema ew roj hat bira her tiştê min hazri be.
Weke hin caran dibê ez bêyî pasaport berê xwe nedim Kurdistanê.
Tiştên wiah ji min pir nedûr e. Ji ber ku xanim min nas dike loma îro ji min ra got, dibê di vê tehtîlê da em li pasaportên xwe nuh bikin, bira hertiştê me hazir be.
Dema wê wiha digot, Ruha û riya Wêranşarê li ber çavê min çû hat. Min dît em digihîjin Ruhayê û ez Ruhayê nas nakim...
Îro him roja Swêd ya netewî ye û him jî maça Swêd û Danîmarkayê bû.
Li gelek ciyan kêf û şahî hebûn. Li parka nêzî mala me jî hebû, lê me dixwe ra nedî ku em biçinê. Heta 2-3 sal berê jî rojeke Swêd ya netewî tunebû, Swêd rojeke wiha pîroz nedikir.
Lê ev 2-3 sal in wan jî ji ber şerma dinyayê 6-ê hezîranê ji xwe ra kirin roja netewî û dest bi pîrozkirinê kirin.
Em neçûn şahiyên roja netewî, lê êvarî me li maça Swêd û Danîmarkayê temaşe kir. Maçên Swêd yên bi welatên Skandînawî ra li gor yên din bêtir bîna nasyonalîzmê jê tê. Hemû welatên Skandînawî li hember Swêd hinekî "nasyonalîst" in, dema zora swêdiyan dibin gelkî kêfa wan tê û swêdî jî pir li ber xwe dikevin.
Maça îro ji bo Swêd gelkî mihîm bû lê xerab lîstin û biser neketin. Danîmarkayê 1-0 qezenc kir. Esas Danîmarkayê ji Swêd xweştir nelîst û gola avêtin jî swêdiyan bi wan dan avêtin, yê swêdî bi şaşî da nigê yê danîmarkî û mêrik jî hema totî hundur qalê kir.
Lê parastina Danîmarkiyê li gor ya Swêd hîn baştir bû. Loma jî gol naxwarin.
Dibê meriv jêhatîbûna qelabanê Danîmarkayê jî ji bîr neke, mêrik çend tahlûkeyên mezin û penaltiyek xelas kir.
Min îro zêde bala xwe neda gelo li Tirkiyê çi heye, çi tuneye?
Tiştê ez dizanim ewê dîsa leqleqa vala be...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE