06 maj 2009

Ez qala mirina zimanê kurdî dikim...

Min ji xwendevanekî bi navê Berfo Barî do e-meyleke bi “gilî û gazin” girt.
Birêz Berfo Barî, rexneyên min yên di renivîsa min ya bi navê “Kurd çima ji zimanê xwe hez nakin?” di cîda dibîne û dibêje tiştê tu dibêjî “bi gelemperî rast in”, lê piştî wê, gazinekê ji mjin dike.
Birayê Berfo Barî di e-meyla xwe da dîtin û gazina xwe wiha aniye zimên:
“Di nivisa we ya binavê ''kurd çima ji zimanê xwe hez nakin”de tiştê we destnîşan kirîye bi gelemperî rast in, xemsarî bîye ferasetek û bi xwe ra refleksa parestinê çêkirîye. Di nava civakê de kêm kes qebûl dike ku ew jî di wê rewşê da ne!
Birêz Xemo ez divêm gere mirov mînakê erênî jî dest nîşan bike.Win karin xebata TZP kurdî jî mînak bidin, wêga li Îzmîrê tenê TZP-kurdî çi li sazîya û çi jî li li taxa (di malan da) 9 pol vekirîye û bi derfetê pir kêm dersên zimanê kurdî dide.Bi mînin di xweşîyê de”
Berfoyê giranbuha, bêguman haya min ji TZP-kurdî heye û ez gelkî jî qedir û qîmetê didim xebatên wê.
Dibe ku te nexwendibe, lê heta nuha di vî quncikî da min çend caran qala xebatên TZP-kurdî kiriye û gelkî jî pesnê van xebat û kampaniyên wê daye. Heger tu li arşîva min ya par binêrî, ez bawer dikim li ser vê mijarê tu yê çend nivîsan bibînî.
Lê mesele ne qalkirin û neqalkirina xebatên TZP-kurdî ye. Gelşa me ji van xebatan pir û pir mezintir e.
Xebatên TZP-kurdî yên li Îzmîrê ya jî li dereke din derdê me derman nake, rê li ber asîmîlasyon û helandina kurda nagre.
Ji kêmasiya van xebatan bêtir ez qala mentalîteya kurdan dikim. Ez dibêjim zimanê kurdî li ber wendabûnêye, ketiye prosesa wendabûnê.
Dewleta tirk bi hemû dezge, hêz û îmkanên xwe yên teknîkî, madî û manewî dixwaze vê prosesa asîmîlebûna kurdan bileztir bike.
Ji dêlî ku hêzên kurd yên siyasî û ronakbîrên kurdan li hember vê pêla asîmîlasyonê seferbeligekê îlan bikin, bi eksê wê, ew jî di tenga xwe ra dibin alîkarê dewletê.
Birayê delal, qurs, rojname û hin programên kurdî nikanin rê li ber mirina zimên bigrin. Ne ku ev ne baş in ya jî bira neyên kirin.
Bira werin kirin, lê têr nake.
Ji bo ku em nehêlin zimanê me bimre dibê em bipeyivin, bixwînin, binivîsin û di mal û bazarê da bikar bînin.
Lê bi taybetî jî dibê em bi zarokên xwe ra û di bazarê da bi kurdî bepeyivin. Dema em di malên xwe da bi kurdî nepeyivin, li sûkê, li qahwê, li aşxanê axir li her derê bi kurdî nepeyivin kurdî ji mirinê xelas nabe.
Dibê kurdî bibe zimanê siyasetê, tîcaretê û danûstendinê.
Ma kurdî çawa heta îro hat?
Ma bi qursan, bi kitêban, bi rojnameyan û telewîzyonan gîhajt roja îro?
Na, tenê bi axaftina rojane heta îro hat.
Felaketa mezin îro kurdan dev ji axaftina kurdî berdaye.
Navê zarokan bi kurdî ye lê bi kurdî nizanin bibêjin nan û av.
Zimanê siyasetmedar, ronakbîr, xwenda û piraniya bajariyên kurdan bi tirkî ye, kes ne li mala xwe û ne jî li bajêr bi kurdî napeyive.
Hevalekî min nuh ji welêt hatiye, ez do çûm balê, ji min ra qala welêt kir. Bi kurtî got, ”fatîheyekê li ser kurdî bixwîne”, yanî li ber mirinê ye.
Hevalê min di gera xwe da çûye Diyarbekrê, Mêrdînê, Betlîsê, Tetwanê, Wanê, Meraşê, Ruhayê, Entabê û çend qezayên din û bi sedan kes dîtiye, lê yek kes jî pêşî bi kurdî pê ra nepeyivîye, herkesî pêşî bi tirkî dest bi axaftinê kiriye.
Li gel ku ew bi her dikandarî ra bi kurdî peyivîye, lê yek dikandarî jî bi rehetî bersîva wî bi kurdî nedaye.
Piştî gelek israr bi kurdî peyivîne.
Û li hember vê israra hevalê min jî tim matmayî mane, tu mane nedane vê israra hevalê min ya axaftina kurdî.
Li vir zora dewletê tuneye, kurdan bi xwe tirkbûn qebûl kiriye. A jixwe ya xeter jî ev e, asîmîlasyona ji dil e, ya bikêfxweşî ye, bi alîkariya hêzên siyasî ye.
Dema meriv bixwaze bibe tiştek, mriv dibe...
Li Ewrûpa û heta li Tirkiyê jî, mişterî bi kîjan zimanî bi dikandar ra bipeyive, dikandar jî heger wî zimanî bizanibe, ewê jî bi wî zimanî bersîvê bidê.
Mesela li Swêd, dema tu bi dikandar ya jî garsonekî swêdî ra bi îngilîzî bipeyve ewê jî bi înglîzî bersîva te bide, bi swêdî bersîva te nade.
Lê li Kurdistanê tu bi mêrik ra bi kurdî dipeyivî, li gel ku tu kurd û ew kurd û hûn herdu jî bi kurdî dizanin, lê dîsa jî bi tirkî bersîvê dide te, naxwaze bi te ra bi kurdî bipeyive, tim diqulibîne tirkî.
Ji ber ku êdî teslîm bûye, tirkîtî qebûl kiriye. Û naxwaze dîsa li kurdîtiyê vegere, loma jî bi kurdî napeyive.
Loma jî bi zarokên xwe ra jî bi kurdî napeyive.
Ez qala vê felaketa mezin dikim. Naxwaze zarok weke kurd mezin bibin. Çimkî dema kurdî bizanibin ew dibe nasnameya wan.
Piraniya kurdan naxwazin zarokên wan xwedî nasnameya kurd bin.
Erê qelebalixeke pir mezin heye, kurd dikin qîjewîj lê kes li hember vê felaketê tedbîrkê nagre, wezîfeya xwe ya şexsî bicî bîne.
Mesela li seranserê Kurdistana Tirkiyê yek dikan, yek aşxane, yek pastexane û yek otêl jî tuneye ku bi mişteriyê xwe ra bi kurdî dest bi axaftinê dike.
Çima?
Tu herî li ku derê rûnî, li kîjan dolmîş û otobozê siwar bî miheqeq ewê bi tirkî bi te ra bipeyive.
Ma ev ne felaket e?
Çima li welatekî ewê qahweyek, aşxaneyek tunebe ku destpêkê bi kurdî ji mişteriyê xwe bipirse, heger bi kurdî nizanîbû bira îcar bi tirkî bipeyive.
Lê tiştekî wiha tuneye.
Li Kurdistanê meriv nizane ku meriv li welatê kurda ye, meriv dibêje qey meriv li Tirkiyê ye, ji ber ku tenê tirkî diekve guhê meriv.
Û dema tu bi yekî ra bi kurdî dipeyivî jî camêr matmayî dimîne, naxwawze diyaloga xwe bi kurdî bidomîne.
Ji ber ku ji kurdayetiyê direve...
Ji bo ku em bikanibin rê li ber mirina kurdî bigrin dibê ev kultur were guhertin, dibê kurd bi hev ra, li malên xwe, li bazarê bi kurdî bipeyivin.
Yanî dibê kurdî bibe zimanê rojane, zimanê danûstendinê.
Ne ku weke zimanekî biyanî here li qursan fêr bibe.
Ev çend car in di TRT Şeşê da ez li programa ”Rêwî” temaşe dikim. Pêşkêşvanê programê xortekî baş ne jîr e, hinekî nezan e.
Heta nuha min li gelek programên wî guhdarî kiriye, tiştê meriv dibîne tenê kesên navsale û kal û pîr bi kurdî dizanin, lê xort û zarok ji binda nizanin. Ev jî tê wê maneyê ku piştê 20-30 salên din, piştî ku kesên nuha 30-40 salî ne mirin êdî mesela kurdî û kurdan diqede.
Êdî kesê ku ziman, edebiyat û kultura kurdî bide jiyandin namîne. Çimkî dema ziman nemîne, stran, dengbêjî, muzîk û edebiyata kurdî jî namîne.
Kurd e, siaysetmedar e, ronakbîr e doza azadiya kurdan dike, dikeve hefsê lê bi kurdî napeyive, naxwîne, nanivîsîne.
Ez fêm nakim kesên wiha çi ji tirkan dixwazin?
Piştî ku li mala xwe, li bajêr, bi hevalên xwe ra bi kurdî napeyive wê demê siyasetê ji bo çi dike?
Ma ne em dixwazin ku dewlet zimanê me serbest bike?
Ê va ye li dera ne yasax e jî em napeyivin.
Ma dewlet nahêle em li mala xwe bi kurdî bipeyivin?
Na, tiştekî wiah tuneye. Em ne tiştek in.
Ez meraq dikim, gelo kîjan serokên partiyan (DTP, HAK-PAR, KDP, TEVKURD) û çend siyasetmedar û ronakbîrên kurd bi malî û zarokên xwe ra bi kurdî dipeyivin?
Baş e dema kesên pêşeng nepeyivin ma ewê kî bipeyive?
Netîce, hemû bajar çûne, ya bûne tirk ya jî bi dil û can dibin. Tenê çend milyon gundî mane, ew jî hêdî hêdî dibin û we selam...

6 kommentarer:

  1. Xalo,

    Ez sedîsed bi te ra me. Dawiya siyaseta "biratiya bi guran ra" di kurdan da qasî misqalekê jî kurdîperestî u kurdperestî nehîshtiye. Ez nizanim ka kurd doza chi dikin? Gelo ev îshkence u mirinên ji derî aqilan ji bo chi ne? Ji bo tirkî ne?!

    Niha ez ê bêjim, aqilê PKKê nizanim di chiyê xwe da ye, hinek ewê rabin tapanan. Yaw aniha îro, vê gavê di chend malan da kurs dayîn u chend sloganên zirzopî avêtin, dê chawan kurdî li ber cherxa makîneyên cenawer xelas bike? Ya herî xirab jî kurd bi xwe kurdî naxwazin, ji ber ku ew ji mîlliyeta xwe, ji kultura xwe nefret dikin. Êêê ev sher ji bo kê ye? Ji bo ku serokek narsîstiya xwe îspat bike ye?

    Wellahî ev TZP-Kurdî jî di destê PKKê da buye lîstika nu, heger pêwîstî pê hebe, chend meshên bi sloganên "serserokî" didin chêkirin u li shuna xwe didin runishtin.

    Bi sond u peyman be, bi van chalakiyên zirzop u sextekar daxwaza xelkê kurd ya ji bo zimên jî sar dikin u dikin cemed. Êdî milet ji zimanê xwe nefret dike.

    De werin em tevda bêjin "bijî tirkî u serok u partiyên tirkîlî!"

    Tirkîtî buye namusa kurdan ya nu u modern!

    Rêz u rêzdarî

    Tîrê Qersê

    SvaraRadera
  2. Xalê Zinar,

    Her chiqas zimanê kurdî di pratîkê da hê hebe jî, lê di teoriyê da êdî zimanekî mirî ye.

    Lewra ez li shuna te bibim, ez ê zêde serê xwe pê neyêshînim u kêfa xwe ji vê alemê derbixim.

    Kurd ne hêjayî pênc qurushî ne. Miletê ku zimanê xwe ji bo zimanê dijminê xwe kiribe "harema bê namusiyê", ji wî miletî incax bêdbext derdikevin.

    Serokên wan yên bê îdraq li wan u ew jî li wan dishibin.

    Kesên wiha, serokên wiha, partiyên wiha u miletekî wiha tenê dikare li ber deriyê pashayê xwe tirkan bibe "îch oglani".

    Min berê jî gotibu, ez ê heya du heftan herim Îsraîl-ê li wir cî bibim u miliyeta xwe jî bikim cihu. Êdî ez destê xwe ji miletê kurd u kurdî dishom. Miletên ehmeq serokên ehmeq u serokên ehmeq jî miletên ehmeq diafirînin. Jê ra jî dibêjin "felsefeya sokratesî" bi quretî!

    Ji we tevan ra serkeftin.

    Bila bimire kurdî u kurdayetî!

    Bijî tirkî u tirkperestî!

    Bimînin di oxira xwedê da!


    Qirixê Amedê

    Not: Ev nivîsa min ya dawiyê ye. Ez ê cardin kurdî nexim devê xwe.

    SvaraRadera
  3. Xalê hêja,

    Aniha îro hemî partiyên kurdan, hemî siyasetmedarok, ronakbîrok u xelkê kurd dest ji her karî berde u were ji bo zimanê kurdî bixebite, nikare rê li ber mirina vî zimanê bigire.

    Ziman ne aleteke teknîkî ye u mirov ji nu va formê bidê, run bike u bajoy ser bazarê. Ew bi ruhê mirov yê tarîxa kevn va bi tundî girêdayî ye. Ji bo ku bikaribe hebe, pêwîstiya xwe bi hezaran salan heye u li gor shert u mercên xwe u ramana civakê chêdibe.

    Bi rastî jî partiyên kurdan, xwediyên van partiyan, ronakbîrokên sersivik bune her tisht, lê ti carî nebune kurdînî, kurd-î-perest. Ji chanda dîroka kurdînî gramek jî di mêjiyên van sextekaran da tune.

    Bêguman PKK di nav van partiyan da ya herî mezin e u ji ber vê jî berpirsiyariya wê ji yâ yên din gelekî girantir e. Ez dibêm PKK u serokê wê ti carî kultureke însanî negirtine. Generalên tirkan chi ne, ew jî heman tisht in. Lê qet nebe haya generalên tirkan ji berjewendiyên xwe pir bash hene. Bi saya siyaseta xwe ya tirkperest, partiya kurdan ya herî mezin jî manîpule kirine u karê ku wan bi xwe nekanî bikin, li PKKê dan kirin, ango zimanê xwe di PKKê da kirin serdest u PKKê jî di nav sî salan da kurdî kusht u xiste bin gorê. Ji bo vê jî aqil lazim e!

    Di nav kurdan da tenê siyasetmedarekî kurd-î-perest derketiye. Ew jî Vedat Aydin bu. Ji ber vê yekê ye ku dewleta tirkan ya xwînmij ewqas bi eshkere ew ji mala wî girt u bir kusht. Tirk pir bash dizanin, kî ji bo siyaseta wan bi xeter e. De li halê Apo binêrin. Di destê tirkan da buye pêlîstokeke herî bê qîmet e. Ti xeternakiya wî ji bo tirkan tune. Camêr ji dil bigire heta mêjiyê xwe (heger tê da hebe!) kesekî tirkperest e, ji bo ku kompleksên xwe bincil bike u bibe tirkê herî saxlem, ruvîtiya ku nekiriye u nake, nemaye. Ji vê ra jî "siyaseta hezar salên pêsherojê" dibêje. Wellahî vê siyasetê welatek u miletek perche u perche kir, lê kevirek jî xelas nekir!

    Tevî silavan

    Pîran Tîr

    SvaraRadera
  4. Kek Zinar,

    Bêshik tu bi gotinên xwe xwedî maf î.

    Hêdî zimanê miletê kurd bêyî veger di komayê da ye. Divê mirov bi chavekî realîst li meselê mêze bike. Gelo îmkana ku kurdî ji vê komayê xelas bibe, heye?

    Li gorî kesên ku hishmendî tevdigerin, psîkolojî u sosyolojiya kurdan nas dikin, ew bendik ji zu va qetiyaye.

    Li derudora min gelek kes henin ku her tishtê xwe bi kurdî u kurdîtiyê birrîne. Bi rastî jî di nav van kesan da nefreteke weha chêbuye ku dilê mirov pê dishewitîne. Gelekan ji van bi tevî têkoshîna azadiyê pir ked dane, di girtîgehan da bi salan razîne, shkence dîtine, dîl hatine girtin, pê u destên xwe hunda kirine, malbatên xwe tevda hilweshandine, xushk u birayên xwe hatine kushtin, xwang u jinên xwe hatine tecawuz kirin...

    Ez hezar carî bi navê xwedê kim, bo chi gelo, bo chi?! Bo Apo?!

    Ma PKKê tishtê ku bo Apo kiriye u dike, ji sedî yekê vê chima ji bo kurdî u miletê kurd nekiriye u nake?! Herro eynî rezalet! Îcar niha jî "birêz Apo" derxistine u milet dixin hepsan. Ev chi siyaset e, ev chi bê aqilî ye, mirov heyîrî dimîne.

    Diyar e kek Qirixê Amedê jî oxira xwedê dixwaze. Oxir be, cîgerim. Bila riya te vekirî be.

    Belê, partî u serokên kurdan miletê kurd xistine chi halî. Bi rastî peyv nînin ku halê me yê rezîl bîne zimên.

    Silavên germ

    Eliyê Dêrikî

    SvaraRadera
  5. Min îroj di hevpeyvîna H. Cemal da bersiva M. Karayilan xwand. H. Cemal jê dipirse u dibêje, gelo ji bo ku rewsheke aram chêbibe, daxwaza we ji dewletê chi ye?

    Lê M. Karayilan her tishtê ku tevlihev e, dibêje, lê pêshniyazeke di cî da nake. Tu gotineke konkret nayîne zimên. Gava mirov gotinên van camêran dixwîne, mirov li ezraîl difikire. Yaw ma hun nikarin bêjin em:

    1) Perwerdeya bi zimanê kurdî u garantiya wê ya di qanunê bingehîn da dixwazin.

    2) Azadiya nasnameya xwe ya miletî u garantiya wê ya di qanuna bingehîn da dixwazin.

    EV HERDU XAL JÎ GARANTIYA MILETÊ KURD IN!!!

    Gelo gotina van maddeyan ewqas zor e?
    Ya rast PKK ji dewleta tirkan tishtekî naxwaze. Bi baweriya min mîsyona PKKê bi tunekirina miletê kurd hatiye program kirin...

    Bila xwedê miletên din ji partiyên wekî PKKê biparêze, ya staaar!

    Kezeba Mêrdînê

    SvaraRadera
  6. Weleh di hin nuxteyan da hûn li siyasetmedar û li partiyên kurdan neheq bin jî lê bi gelemperî hûn biheq in, heger siyasetmedarên me jî wek yên xelkê bûna miletê kurd nuha ne di vî halî da bû.
    Li dinyayê tiştekî wiha nedîtiye, meriv derkeve serê çiyan şer bike û him jî tiştekî nexwaze.
    Ocalan jixwe tiştekî naxwaze,lê Karayilan jî ji dewletê tiştekî naxwaze.
    Welhasil îşê kurdan pir zor e...

    SvaraRadera

PARVE BIKE