02 mars 2009

Dibê DTP hesab ji Salahattîn Demîrtaş bipirse

Di dawiya nivîsa xwe ya do da min gotibû ku ezê sibe(yanî îro) li ser beyana parlamenterê DTP-ê yê Diyarbekrê Salahattîn Demîrtaş rawestim.
Demîrtaş, di beyana xwe ya di malpera ”Bîanetê” da(27/2-09) da ji Tolga Korkut ra gotiye*,”Em taleb nakin ku kurdî bibe zimanê duyem yê resmî, jixwe ji bo Tirkiyê ne tiştekî rast e.”Bêguman ev tiştekî pir cidî ye û cara pêşî ye ku berpirsiyarekî DTP-ê hewqasvekirî dibêje ”em doza resmîbûna zimanê kurdî nakin.
Heger doza viya jî nakin wê demê doza çi dikin?
Demîrtaş li ser axaftina Ahmet Turk ya bi kurdî ya di grûba meclîsê da ji Bîanetê ra wiha gotiye:
”Em taleb nakin ku kurdî bibe zimanê duyem yê resmî, jixwe ji bo Tirkiyê tiştekî ne realîste jî. Weke Iraqê em daxwaza du zimanên resmî nakin. Di îdareya merkezî da zimanê resmî tirkî ye. Di îdareyên mehelî da dibê zimanên din jî werin bikarnîn. Li gor hewecedariyê, dikane stuktureke azad be, selahiyetên îdareyên mehelî dikane were zêdekirin. Di hin îdareyên mehelî da zimanê duyem dikane bi kurdî be. Ev jî ne li seranserê Tirkiyê, li derên hewecedarî lê hebe.” (Axaftina Salahattin Demirtas, Bianet 27/09)Li gor van gotinên Demîrtaş, DTP naxwaze zimanê kurdî li Tirkiyê di her qedemeya dewletê da bibe zimanekî resmî û yê perwerdeya giştî.
Tiştê ew dibêje, dema li hin deran, hin kes bixwazin û ew jî di çarçeweya û selahiyeta îdareyên mehelî da dibê destûr were dayin.
Yanî tiştekî weke qursên kurdî. Lê jixwe nuha jî ev destûr heye, kesê bixwaze dikane qurseke kurdî veke.
Ev dîtinên Salahattîn Demîrtaş pir xeter û tahlûke ne, dîtinên dewletê û kemalîstan yên di nava kurdan da ne.
Demirtas dibêje ”tu talebeke me ya resmîbûna zimanê kurdî tuneye” lê hevalên wî heta nuha bi sedan caran eksê vê gotine, xwedêgiravî tim ji dewletê doza naskirina nasnameya kurdî û perewerdeya bi zimanê kurdî kirine.
Wê demê tiştên heta nuha hatine gotin hemû vir û ji bo xapandinê bûne.
Ê heger daxwazeke DTP-ê ya resmîbûna zimanê kurdî tuneye, wê demê çima di pêsengiya komela TZP-Kurdî ”Trvgera Ziman û Perwerdehiya bi kurdî”da ji bo resmîbûna zimanê kurdî li vir û li wir meş û mitîngan çêdikin, bandrol û panakartên ”em perwerdeya bi zimanê xwe dixwazin, bira kurdî bibe zimanê fermî, zimanê me rûmeta me ye” didin destê jin û zarokên kurd û li kolanan van sloganan bi wan didin qîrandin?
Heger gotinên Salahattîn Demîrtas rast bin, wê demê ”Tevgera Ziman û Perewerdeya bi Kurdî”, tevgereke ji bo xapandina gel e.
Heger DTP naxwaze zimanê kurdî bibe zimanê duyem yê resmî, wê demê daxwazên Dayikên Aştiyê jî hemû derewe in.
Hîn wê rojê ji Dayikên Aştiyê Nafîye Yîgît, ji berpirsiyarên dewletê ra digot, ”astengiyên li pêşiya kurdî rakin û kurdî bikin zimanê fermî.”Wê demê ev gotin jî ji bo xapandinê ne.
Bêguman meriv dikane ji beyanên PKK-ê, DTP-ê û rêxistinên nêz û gêrêdayî wan bi sedan, bi hezaran nimûneyên daxwaza resmîbûna zimanê kurdî bibîne û li vir pêşkêş bike.
Lê ne hewceye, ez bawer dikim hemû xendevan jî dizanin ku DTP û PKK-ê heta niha bi sedan carî ev daxwaz anîne zimên.
Lê Salahaîtin Demîrtaş îro weke berpirsiyarekê dewletê dipeyive û sedîsed eksê tiştên heta nuha parastine dibêje.
Piştî daxuyaniyê Demîrtaş, ez ketim malpera DTP-ê û min bala xwe daprograma DTP-ê. Min xwet bizanibim hela ka di programê da li ser resmîbûn û perewerdeya bi zimanê kurdî çi dibêjin? Pir balkêş e, di programê da sedîsed eksê dîtinên Demîrtaş e, di gelek ciyên programê da bi rengekî pir vekirî doza resmîbûn û perewerdeya bi zimanê kurdî tê kirin.
Di beşekî programa DTP-ê da li ser perwerdeya bi zimanê kurdî wiha tê gotin:
”Hebûn kurdan û nasnameya wan ewê li gor dîtineke demokratîk û li gor prensîbên mafên mirovî were qebûlkirin.
Hebûna kurdan û nasnameya wan di her warî da ewê were naskirin û bi qanûna esasî were garantîkirin, ji bo mafên xwezayî guherandinên qanûnê ewê werin çêkirin. Mafê ziman û kulturê ewê bibin xwedî garantiyên qanûnî, radyo, telewîzyon û çapemenî ewê bi temamî azad bin. Radyo, TV-ya tirkî girêdayî çi qaîdeya huqûqî be, weşanên bi kurdî û yên zimanên din din jî ewê li gor wê prosedurê were meşandin. Ji bo faaliyetên kulturî jî ewê eynî prensîbên huqûqî bête meşandin.
Kurdî ewê weke zimanê perewerde û fêrbûnî were bikaranîn
.(programa DTP-ê beşê, Meseleya kurd ewê li gor esasê aştî û demokratîk çareser bibe)”Wek tê dîtin di programa DTP-ê da tê gotin ku ”ewê hebûn û nasnameya kurdan were naskirin û ewê bi qanûnê were garantîkirin”, ”kurdî ewê bibe zimanê perwerde û fêrbûnê(bi tirkî gotine, kurtçe egîtîm ve ogretîm dîlî olarak kullanilacaktir), ”mafê zimên ewê bi qanûnan were parastin” û hwd.

Salahattîn Demîrtaş bi wan gotinên xwe him parktîk û him jî programa DTP-ê înkar dike.
Û dibê meriv vê yekê bigre cidiyê û li ser rawest e.
Demîrtaş çawa dikane wiha bibêje?
Demîrtaş çawa dikane hemû tiştên heta nuha hatine kirin û gotin red bike û weke tirkekî kemalîst van dîtinên li dijî tevgera kurd ya netewî biparêze?
Û çima heta nuha berpirsiyarekî DTP-ê ev dîtinên wî tekzîb nekiriye?
Em dizanin ku nîvê parlamenterên DTP-ê kesên asîmîlebûne û ji hestên kurdayetiyê dûr ketine, mejiyê wan bi îdeolojiya kemalîzmê hetiye şuştin, di hest, dîtin û siyaseta xwe da ji kurdperweran bêtir fena berdevkên kemalîstan dipeyivin.
Salahattîn Demîrtaş yekî ji van kesan e. Piraniya kadir û parlamenterên DTP-ê yên kurdînezan li têla tirkan dixin, tirkperweriya wan tim ji kurdpereweriya wan xurttir e.
Kesên wiha dibê nebin berdevkên miletê kurd û tevgera netewî.
Kemalîzmê hestên wan yên kurdperweriyê kuştiye, kesên wiha bi dîtin û xebatên xwe ji karê bêtir, zirarê didin tevgera kurd.
Meriv fêm nake nûnerekî miletê kurd û parlamenterekî DTP- ê piştî 30 sal têkoşîn, piştî hewqas fedekarî, piştî bi hezaran şehîd û malwêranî hîn jî bêfedî û bêheya dibêje:
”Em weke Îraqê daxwaza du zimanên resmî nakin”Ê wê demê tu daxwaza çi jahr û zuqûmê dikî?
Heger kurd ewê hîn jî doza resmîbûna zimanê xwe nekin, wê dema ev şer ji bo çi ye?
Wê demê hewqas xwîn ji bo çi hate rijandin?
Wê demê ji bo çi hûn zarokên xelkê dişînin serê çiyan?
Ma qey hemû ji bo ku tu bibî parlamenter?
Gotinên Demîtaş skandal û rûreşiyeke mezin e, dibê DTP li hember van gotinên Demîrtaş bêdeng nemîne, xwe kerr neke û hesabê vê yekê jê bipirse.
Nexwe dibêjin "sikût ji îqrarê" ye...
Dibê hemû kurdên welatparêz û kurdperwer li hember van dîtinên Salahattîn Demîrtaş dengên xwe bilind bikin.

weke http://bianet.org/bianet/kategori/bianet/112836/dtpli-demirtas-kurtce-resmi-dil-olsun-diye-bir-talebimiz-yok

12 kommentarer:

  1. Wellehî DTP ji derî hin kesên xwedî namus u sheref buye hêlîna kemalîstên cash u zirzopên kodosh. Min îro ji malbat, xizm u nasan ra telefon kir u got bila tu kes dengê xwe nede DTPê. Ez ê heta hilbijartinan hin tishtên din jî bikim, da ku bila temamê eshîreta me dengên xwe nedin DTPê. Bi fikra min bila bidin kuchikê kuchikan u nedin DTPeya ku bi kemalîstên bêedeb hatiye dagirtin. Camêr nizanin ku chiton kêfa tirkên xwînheram bînin. Ev e deh sal in ku sherefa miletê kurd li gorî daxwazên Evdo kirin pênc qurush. Ez ê li gorî îmkanên xwe wekî shexs vê yekê di pozê van dewshormeyan ra bînin der.

    Min berê digot sînora bênamusiyê jî heye. Lê dîrok bi saya hin dewshormeyên kemalîst berevacî vê nishan da.

    Di van hilbijartinan da têkchuna kemalîstên dewshorme erka herî mezin e u pîroz e!!! Bila lanet li kemalîstên wekî van ehmeqan were.

    Heger min bi hezaran deng jibo partiyên din neda dayîn, ez ê tufî tishtên xwe yên herî pîroz bikim! Êdî DTPeya kemalîst ji niha u pê va chi dibêje bila bibêje, bo min qasî sergîna mirîshkan jî ne bi qîmet e!

    Silav u rêz bo kurdîperestan!

    Qirixê Amedê

    SvaraRadera
  2. Xalê Zinar,

    Herê, bi rastî jî Selahattin Demirtash yek ji kemalîstên herî bê exlaq e di nav Dtp-ê da, wekî Emine Ayna, Aysel Tugluk... Ev kesên kemalîst, bi temamî bune bochika Apo-yê esiltirk, ku herroj parcheyekî ji miletê kurd difiroshe tirkên nijadperest u bi vê jî shexsê xwe yê narsîst tatmîn dike. Ez ji xelkê kurd rica dikim, bila tu kes dengê xwe nede van kemalîstên ku bi parashutan daketine nav mêjiyê kurdan u wekî Dehak mêjiyê xelkê kurd dikevêshin/dikojin.

    Bi hêviya ku ewê miletê kurd di van hilbijatinan da ji heqqê van xayînên qevmê kurdan were!

    Bi silavên germ

    Tîrê Qersê

    SvaraRadera
  3. Herdu Şîrovekarên hêja! PİR ECÊB.
    Min şîroveyê weyê paş nivîsa xalê Zinar xandin.Ez gellek ecêb mam. Ejî Xwendevanekî malpêra hındık-rındık im.Însanekî oldarim yekcarnan xalê xwejî rexne dikim. Ê li gor fikrê seîdê Kurdî difikirim.Lê mirov lêdixî hema nakujî. We bê însafî lêxistinê zêdetirîn kuştîye. Hun dibêjin dengê xwe medin dtp yîyan. Ew fikreke pir şaşe, u pir ecêbe.însanekî ku parêzgerê gelê kurd be destê xwe ser vîjdanê xwede, ne pêvîste ku wisa bibêje. Erê mirov diqehere Eynat dibe lê gerek ne ewqasbe. A naka miletê me vaye; hinekan aqlê wan di berîka ağê wandayê ê hinekan di berîka şêxê wanda yê lê belê ê wan jî di berîka ŞEX EVDİLA da ye.Hima ne pêviste ku em hemu vî milletî çekin. Hemîyetperwerî ewe ku em wan hişyar bikin aqlê wan ji berîkan derxin di serê wankin.
    Bi silaf u rêz Rehawî
    (Gazetekurd - ji bo marifet û îttîhad-î ekrad ê )jî bixwînin.

    SvaraRadera
  4. Xalê Zinar,

    Ez jî tevlî fikrên te dibim. Divê DTP bi lez u bez tishtekî li van kemalîstan bike u ruhê miletê kurd jê rizgar bike. Êdî miletê kurd li kurdbuna xwe lanetê dike ji ber kemalîstê li Îmraliyê u murîdên wî. Ez qet fam nakim, gelo chima partiyeke kurd ya kurdistanî dernakeve ser sehnê? Ez li vir bang li kesên kurdistanperest yên ku di nav DTPê da ne, dikim. Bila yan wan kemalîstên rezîl ji partiyê biqewtînin yan jî bila dest ji DTPê berdin u herin partiyeke nu ava bikin. Bi baweriya min ewê xelkê kurd xwedîtiyê li wan bike. Bi rastî jî Evdo miletê kurd hetikand u chu.

    Ez ê jî bi tevî malbat u nasên xwe dengê xwe nedim/nedin DTPê. Ji bo vê yekê ez ê li derudora xwe jî xebatê bikim u wesselam. Chi dibe bila bibe, chend sed heb deng jî ne ewqas kêm in.

    Silav u rêz

    Eliyê Dêrikî

    SvaraRadera
  5. Kî chi dibê bila bibê, heta ku ShêxLotikxane serokatiya Kurdistan'ê negire destê xwe, ji van sharlatanên kemalîst xelas buyîn ji me ra tune. Bi navê ShêxLotikxanê kim ez vê pir ciddî dibêm wellahî. Lê ez hê jî tênegêshishtim, ka ji ber kîjan qiyametê ShêxLotikxane sîxurên xwe yên 004 ("4" char percheyên Kurdistan'ê îfade dike) nashîne u tofanekê li DTPeyiyên kemalîst naxîne. Cîgerim ShêxLotikxane, ma DTPeyî ji Eyshika ereb in, babam, wîîî.

    Heta ku ShêxLotikxane nebê dengên xwe bidin DTPê, ez tu deng-mengê xwe nadim van kemalîstan.

    Bila her bijî xalê me Zinarê Xamo jî!

    Silav u fêlan u bêvan

    Beranê Meletî'yê

    SvaraRadera
  6. Ji bo nivîsa te ya pir xweş û bi insaf gelek sipas. Te destê xwe datîne li ser ûjdana xwe û wer nivîsiye. Wekî gotina te bi hezarên numune heye ku DTPyiyan dixwazin zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehî. Lê mixabin ku carcaran hinek kes wekî wî mirovê derdikevin û wiha dibêjin û bi hezaran kedên miletê Kurd xira dikin. Ez bawernakim ku Selahattin Demirtaş jî naxwaze Kurdî bibe zimanê fermî. Gotina wî ji maksada wî derbas kiriye( Biborin min şuna vê biwêjê wî ya Kurdiya wî nedît ji ber wê jî min bi kar anîye). Wekî gotina min a berî nivîsa te bi insaf bû lê mixabin gelemperî şirovekar bê însaf nivîsine û di ser de jî dijmintî kirine. Birastî ez giringî nadim gotinên wan, ji ber ku ew ji xwe qerara xwe dayîna. Ne niha dayina zûda dayina û ewqas têkoşin û ked jî nabînin. Naxwazin bibînin jî...

    Tiştekî dî jî heye ku divê ez jî bêjim: Ez jî wekî welatperez û neteweperwerekî Kurd ji gotina S. Demirtaş acîz bûm û divê wekî gotina we "dibê DTP hesab ji Salahattîn Demîrtaş bipirse".Heke derfet dikeve destê min ez ê vê mîjarê ji parlamenên DTPyê bipirsim. Lê ez ê ji ber kêçê lihêfa xwe neşewetinîm.

    Murado

    SvaraRadera
  7. Seeta TE geleki xweş birez Zinare Xemo!
    Birasti mirov wek kurd geleki aciz dibe u herz dibe.Çawa mirove weha wek salahattin Qeşmer dibin berpirse kurdan.Birati gelek..... heyfe.
    Silav u rez jibo Birez Zinare Xemo
    Merdiniye

    SvaraRadera
  8. Gava partiyek di destê kesekî da bibe lîstik, demokrasî neyête bi kar anîn, helbet dê murîdên husan sharlatan her qeshmeriyê bikin. Ez bawer nakim ku em dengên xwe bidin sharlatanên husan yên bi parashutên kemalîzmê ketine ser lashê miletê kurd yê belengaz. Bila herin cehenemê. Ez sayin sharlatan S. Demirtash'ê dewshorme bi tundî shermezar dikim. Bi hêviya ku dê bikeve bin trêmbêla Anitkabîrê u biche cehenema tirkan!!!!!!

    Bila her bijî namzedên kurdistanî yên wekî Osman Baydemir. Ji ber ku li herêma me jî kemalîstek bi parashuta mele Evdo hatiye xwarê, ji bo ku xwîna miletê kurd vexwe, em ê dengên xwe nedin DTP'ê!

    Kurdino, herin u tufî namzedên kemalîst bikin!!!
    Kurdino, dengên xwe nedin kemalîstan!!!

    Bi silavên kurdîperestî u hun sax.

    Mêrdînî

    SvaraRadera
  9. Xalê Zinar,
    Ma DTP ewê chawan ji vî murîdê Evdilo hêsabê bipirse? Yê ku hêsaban dipirse Evdilo bi xwe ye.

    Bi fikra min gruba kemalîst ya di nav DTPê da bi zanetî ev vegotina bi S. Demirtas'ê qeshmer da gotin. Bi vê yekê jî bersiva Ahmed Türk dan. Ango ji A. Türk ra gotin, em wekî te nafikirin! Helbet dixwazin rê li ber kesên kurdperwer bigirin.

    Silav u hurmet

    Bîrjen Jehr

    SvaraRadera
  10. Ji malbata me kesî dengê xa dernexistiye. Qasî ez dizanim Dtp li benda dengên me ye. Em ê nedin Dtp-ya tirkoxlî tirk!

    Lawkê Cholemergî

    SvaraRadera
  11. Birayên hêja, wek rîsipiyekî rica min ji we ew e ku di rexneyê xwe da hûn heqaretê li xelkê nakin. Gotina hûn layiqî xwe nabînin ji mixalifên xwe ra jî nebêjin. Bira rexneyên we siyasî û îdeolojîk bin,ne xeber û heqaret bin.
    Ez hêvî dikim ku hûnê bi vê rica min xwe aciz nekin.

    SvaraRadera
  12. Li vir zehf rexneyên li ser akpyê jî derdikeve lê ewqas şirove wan deman nayên girtin. Hinek Kurd heye ku dijminê xwe nizanin. Ji birê xwe zêdetir dijmintî dikin. Ji xwe re şêr e, ji xelkê re mih e. Dest xweş Zinarê Xamo zehf rexne li ser akpyê jî digire wan çaxan hûn çima nabêjin " Wele te rast got.". Na hûn dijminê qewmê xwe nin.
    murad

    SvaraRadera

PARVE BIKE