Li ser nivîsa min ya pêr(Ev nîna ye, tirnîna hîn li dû ye)xwendevanekî min ê ruhayî(ew ji min ra dibêje xalo û ez jî jê ra dibêjim xwarzê)şirove û pêkenîneke(YEHYE) gelkî xweş û manîdar kiriye.
Do derengê şevê, piştî ku min nivîsa xwe nivîsî ez pê hesiyam û min xwend.
Ji ber ku gelkî dereng bû loma jî do êvarî min nikanîbû qal bikira. Gelkî kêfa min jê ra hat, ji zûda bû ez hewqasî nekeniyabûm, ji kena min nikanîbû bixwenda.
Ez jî ruhayî me û ji çîrok û pêkenînan jî gelkî hez dikim. Pêkenînek, çîrokek li ku bi ber çavê min keve dixwînim.
Heta xwedêgiravî min kitêbeke pêkenînan bi navê ”Hindik-Rindik” jî nivîsîye. Di wê kitêma min da jî ev pêkenîn tuneye.
Ji ber ku ”çîrok” weke şirove di binê nivîsê da ye loma jî dibe ku bala hemû xwendevanan nekişandibe. Ji bo ku hûn jî bixwînin ezê îşev ji we ra bi uslûba xwe qala vê pêkenîna ”xwarziyê xwe yê Rehawî” bikim.
Xwarziyê min ê ruhayî gotiye, xalê Zinar, navê kurd û Kurdistanê ji bo tirkan bîye "YEHYA" û dûra jî qala çîroka ”Yehya” kiriye.
Dibêjin yekî bi navê Yehya xizmetkarê maleka dewletî bûye. Sixrê(suxrê) kê çêbûye berê xwe daye Yehya, gotiye:
”Yehya avê bîne,Yehya nan bîne, Yehya mangê berde. Yehya û ha Yehya...Nehîştine Yehyayê belengaz nig di bin xwe ve ke, gav û saetê karek jê ra dîtine.
Yehya rojekê pir aciz bûye, destên xwe li ber Xwedê vegirtiye û gotîye:
”Xwedayê min ê dilovan, ji nuha û pê va kê navê min got, bila ba bi berkeve, desmêja(avdesa) wî bişkê.Xwedê di cîda dua wî qebul kirye. Kê gotiye ”Yehya”, tir kiriye. Wisa bûye ku êdî kesî newêrîbûye bi navê wî bankirayê, bigota Yehya!
Li ser vê radibin dibin cem meleyekî dibêjin, mele ji vî ra niviştekê çêke, bila rehet bibe.
Mele dibêje, navê wî çîye?
Kes newêre navê wî bibêje. Ji mele ra dibêjin:
"Weleh em nevêrin navê wî bêjin ancax tu bêjî.
Mele dibê ez navê wî nizanim ku. Dibê hûn bizanibin.
Li ser vê, yekî biaqil dibêje, mele, navê pêxemberan rêzke, navê wî di nav da ye.
Çaxa mele ji navê Hz. Adem dest pê dike û tê Îdrîs, Nuh....ku digihîje Yehya, mele jî dibê “gum” û weke topekê ”yekê” berdide.
Malbata Yehya dibêje, mele navê wî waye te nuha got û nexwaşya wî jî a ku hat serê te ye.
Lê newêrin navê wî bibêjin. Çimkî kî dibêje tirekê dike. Ji tirsa ”tirê” newêrin navê wî hildin."Piştî vê çîrokê xwarziyê min ê hêja gotiye, “çaxa tirk navê Kurdistanê bibêjin ewê desmêja(destmêj) wan bişkê, ji bo wê qal nakin, derdorê ra derin tên, newêrin bibêjin Kurdistan. Ji ber ku bûye “YEHYE"yê wan.
Di nivîsa xwe da(Ev nîna ye, tirnîna hîn li dû ye)ez li ser civîna Abantê ya li Hewlêrê û mesaja Fethullah Gulen skinîbûm.
Weke gelek kesên din, Gulen jî ji civînê ra mesajek şandibû. Lê di mesaja xwe da yek carê jî navê kurd û Kurdistanê bikar neanîbû.
Ji dêlî navê kurd û Kurdistanê, gotinên wek ”herêm, gelê herêmê, Erbîl” û tiştên wiha gotibû.
Gulen û gelek tirkên weke wî nîjadperest û faşîst navê kurd û Kurdistanê nagrin ser zimanê xwe çimkî bi çavên dijmin li miletê kurd dinêrin, ji ber kîn û hestên xwe yên nîjadperest nabêjin.
Min digot belkî dema bibêjin ”Kurdistan” ewê devê wan xwar bibe, zimanê wan ê biwerime, loma nabêjin.
Lê li gor numûneya xwarziyê min dikane îhtîmaleke din jî hebe, yanî dikanin ”tiran” bikin.
Bi rastî jî navê Kurdistanê bûye ”Yehye”yê tirkan, diyar e kîjan tirk bibêje ”Kurdistan”, di cîda ewê tirekê bike, ji bo ku tirê neke û navê wî tirek dernekeve xwe ji bilêvkirina navê Kurdistanê îmtîna dikin.
Heta nuha min ev nizanîbû. Bi saya pêkenîna xwarziyê xwe ez vê yekê jî fêr bûm.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar