05 februari 2009

Fortên min yên do bû bela serê min

Hevalê ku di nivîsa xwe ya do da min qala wî kiribû lê navê wî û bajarê wî negotibû, îro bi serbilindî û pozbolindiyeke gelkî mezin telefonî min kir, got do bi şev min nivîsa te xwend û ji qehran heta sibê xew neket çavên min.
Min got, xêr mesle çi ye? Min tiştekî xerab negotibû.
Hevalê minê ezîz, got ma tu nizanî mesele çi ye? Te di nivîsa xwe da seroka belediya xwe kiriye kurd û ya me jî kiriye tirk.
A ji ber vê yekê jî do xew neket çavên min. Bi berbanga sibê ra min telefonî welêt kir û ji birayê xwe esl û feslê wê(namzeta belediya Licê)pirsî.
Şikir ji Xwedê ra tiştên te gotiye hemû şaş in.
Min got çima şaş e? Bi qasî ez dizanim ew jî xerîb e.
Ji bo ku hevalê min û licyên din ”li ber xwe nekevin û xwe pê neqeherînin” min do navê bajarê wan hilnedabû.
Hevalê min keniya, got, ”Carê ya me ne tenê xalis muxlis kurd e, di ser da Licî ye.”
Dema got licî ye min îtîraz kir, min got mesela tirkbûna wê henek bû, lê tiştê ez dizanim ew jî weke ya me ”tayin” bûye û heta nuha yekcarê jî Licê nedîtiye.

Camêr got, birako em ne wêranşarî ne, em licî ne, licî!
Ma em tayin mayinan qebûl dikin?
Dema licîyan bihîstine yeka ji Meletyê ewê bibe namzeta wan ya belediyê, hemû Licî rabûye ser piyan, tavilê civîn li pey civînê li dar xistine û di netîceyê da qela xwe kirine yek û biryara xwe dana.
-Em kesî ji derva qebûl nakin. Ya namzet ewê ji Licî be ya jî emê li hember DTP-ê namzetekî serbixwe derxin.
Û li ser vê, partiyê bivik dîtiye, fêm kiriye ku dew birayê mêst e û loma jî ji mecbûrî daxwaz û îradeya gelê Licê qebûl kiriye.
Li ser van gotinên hevalê min, helbet zimanê min kin bû û min nikanîbû tiştek bigota.
Camêr hinekî din jî pesnê liciyan û serînetewandina wan da û got, emir û tayinên wiha ancax wêranşarî qebûl bikin.
Min got weleh tu rast dibêjî birayê ezîz, bela sebeb ji we ra negotine, “licî meriv doke du cî”!
Ehlê Wêranşarê miletekî mêşinî ye, pir sernerm e, bizineke kol jî dikane bide pêş wan û bibe wan li çol û newalan biqelibîne.

Belkî ev yek ji ber kozmopolîtiya Wêranşarê tê. Di nava 9 qezayên Ruhayê da tenê li Wêranşarê xerîb hene. Serêkaniyê(Ceylanpinar taybetî ye, çimkî li wir çiftlik heye). Ji van heyşt qezayan kî li bajarê xwe sîleyekê li hev xe ya jî debara xwe neke, ewê berê xwe bide Wêrfanşarê.
Li Bozovayê, Dêrikê Surûcê, Swêregê, Hîlwanê, Xelfetiyê, Bîrecigê, Axceqaleyê û heta li Ruhayê bi xwe jî tu nikanî yek malbata wêranşarî bibînî.
Ez bawer nakim swêregî bihêlin yekî wêranşarî rojekê jî li wir bijî. Mezin bihêlin zarokên wan ewê nehêlin.
Lê li Wêranşarê bi hezaran dêrikî, swêregî, surûcî, ruhayî û ji qezayên din hene. Ha dibê ez mêrdiniyan jî ji bîr nekim. Ew jî pir in.
Ev ne bes bû, dibêjin nuha jî taxa şirnexiyan çêbûye. Yanî hewqasî pir in belediyê ji wan ra taxek avakiriye.
Helbet ji alîkî da jî bi vê dilfireyî û toleransa wêranşariyan ez gelkî serbilind im. Wêranşar di dîroka xwe da tim bûye bajarê sitarê, herkesê ku cî lê teng bûye û xwe avêtiye dexlê Wêranşarê, Wêranşarê tim ew weke ewladê xwe qebûl kiriye û hewandiye. Wêranşariyan bi comerdî deriyê bajarê xwe ji wan ra vekirine û ew hewandine.
Wîranşar bajarê Îbrahîm Paşayê Millî ye, bajarê malmezina ye, helbet ewê deriyê xwe ji herkesî ra vekirî bihîle û tu carî çevtengiyê neke.
Miletê bajarekî wiha pirreng, bînfireh û dilfireh bêguman nikane weke Licê “teng bifikirin”, pir normal e ku “netewî” bifikirin û kesên di xwena xwe da jï Wêransar nedîtibin bikin serokên xwe.
Miheqeq hemşeriyên mina gotine, “piştî ku kurd e ferq nake, ji kîjan bajarî dibe ne mihîm e. Ya mihîm dibê kurd û kutçî be”!
Piştî ku “kurd û kurdçî” bû, dixwaze bira ji Cîhanbeyliyê be. Jixwe ew jî “mahcirên” me ne, dewleta Osmanî bi darê zorê ew ji erd û avên wan rakirine û birine li wan çol û çepelan belavkirne, bi vê yekê, bi serokatiya belediyê em wan dîsa paşda digrin û wesalem...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE