Tirkiye bûye weke welatekî mafiayê û çeteyan. Meriv kîjan kanala telewîzyonê vedike, kîjan rojname û nivîskarî dixwîne, li kîjan beyan û axaftina siyasetmdarî guhdarî dike mijar mafîa, çeteyên dewletê û şerê di nabêna wan da ye.
Serokerkan, general, wezîrê hundur, alim, profesor, baroyên abûqatan, odeyên tîcaretê, hekîmên nexweşxaneyan, abûqatên binavûdeng, hakim, dozger, rojnamevan û nivîskarên herî meşhûr, patronên şîrket û rojnameyan, serokên sendîqeyan, amîrên emniyetê, serokên partiyan, kesên komînîst, faşîst, demokrat, lîberal, dîndar û ateîst ez serê we neêşînim hemû û dezgehên resmî û sivîl û piraniya serok û birêvebirên wan, ya mesûl ya jî endamên Ergenekonê, ya jî yên çeteyeke dewletê din in. Û yên needam jî newêrin bêemriya general û çeteyan bikin.
Yanî tu kes, tu dezgeh karê xwe yê esasî nake, herkes bûye çete.
Û patronê hemû çeteyan jî dewlet e. Dewlet yanî artêş weke ”bavê herî mezin”, geh bi çeteyên xwe qetlê dide kirin, însanan dide revandin, provakasyonan dide kirin, geh jî wan dide girtin, ceza dike, wenda dike ya jî piştî demekê dide berdan.
Mehmet Şahîn di îfadeya xwe da dibêje, min bi serê xwe tiştek nekiriye, min çi kiribe min li ser emrê filan generalî, wezîrê hundur Atalay û serekerkan Başbûg kiriye.
Lê generalê Mehmet Şahîn navê wî dide, wezîrê hundur Atalay û serekerkan BaŞbûg hîn li ser karê xwe ne. Ecêbeke pir giran e, kesên emir dane yê emrê wan bicî aniye dixin hevsê lê ew bi xwe li ser karê xwe ne.
Belê, ev dewleta ku tam weke mafyayê dixebete qanûnan, huqûqê, edaletê û demokrasîyê, îradeya milet û meclîsê ji bin da nas nake, dema hewce dibîne ban serokwezîr û serokkomar dike û guhê wan dikşîne û dixwaze ku ew zêde pêşda neçin, ji emrê artêşê dernekevin, ku ew jî têr neke haziriya darbeyeke leşkerî dike.
Di vî şerê çeteyan da rojê bi dehan îdîa û îtîraf di çapemeniyê da cî digrin, tiştên wer tên gotin aqilê meriv disekine, xwîna meriv dicemide.
Tixtor li ser daxwaza jinên generalan kesên girtî û saxlem nexweş dinivîsin, hakim li ser emrê jinên general û çeteyan serokê çeteyan berdidin.
Profesorên kominîst hevalên faşîst û qatilan derdikevin û bi hevaltiya wan jî pesnê xwe didin.
Di vî warî da nimûneya herî balkêş Yalçin Kuçuk e.
Weke tê zanîn Yalçin Kuçuk jî ji doza çeteya Ergenekonê hatibû girtin û çend rojan jî di bin çavan da mabû.
Li gor nûçeya rojnameya Zamanê ya îro, vî Yalçin Kuçukî gotiye ku berî hilbijartinên 22-ê temûza 2007-an wî û Mehmet Agarê qatilê bi sedan kurdî bi hev ra xwarinek xwarine û di wê xwarinê da Mehmet Agar jê xwestiye ku ew here bi Ocalan ra bipeyive.
Yalçin Kuçuk gotiye, di wê xwarinê da ku gelek kesên binavûdeng lê hazir bûn Agar di huzûra wan da jê ra gotiye, here bi Ocalan ra bipeyive.
Di derbarê kesên di xwarinê da hazir bûne jî Kuçuk ev agahdarî daye:
”Yigît Bûlût (rojnamevan)hebû.Sînan Aygun(Serokê Odeya Tîcaretê ya Enqerê. Di doza Eregenekonê da hat girtin û dûra hat berdan)hebû., dost û hevalê min e jî. Enîs berberoglu(nûnerê Hurrîyetê yê Anqerê)hebû. Birêz Mehmet Agar hebû. Tînûr Gurkan xoce hebû. Tîmûr xoce eê demê alîkarê Mehmet Agar bû. Merivekî pir xort, xwînşîrîn, profesorekî tibê yê cumhûrîyetçî ye. Yanî nuha dêmeg Enîs Berberoglu, Yegît Bûlût, Sînan Aygun û ez …Û di derbarê di civînê da çi hat peyivîn jî Kuçuk wiha gotiye:
”Tiştên li wir hatin peyivîn ez nikanim li vir bibêjim. Devê merivê ji hev here. Lê ez dikanim hewqasî bibêjim, meseleyên siheta Tayyip beg, meseleyên leşkeriya Tayyip beg, meseleyên dîplomeyên Tayyip beg, Dema Yîgit, Enîs, Sîna û ez tên ba hev em li ser meseleyên welêt dipeyivin. Yek jî Mehmet Agar heye..."
Li ser pirsa , bêyî mesela axaftina bi Ocalan ra hûn li ser çi tiştên din peyivîn, Kuçuk gotiye:
“Meseleya Mûsilê. Ji ber ku wê demê Mehmet Agar, li ser girtian Mpsilê fena ku dixwest ez bi Ocalan ra bipeyivim. Vana hemû hatin peyivî.”Ez wisa bawer dikim ku axaftina Kuçuk ne hewqas e, lê rojnemeya Zamanê beşekî kin weşandiye. Li gor Zamanê nivîsiye, Kuçuk bi kovarekê ra hevpeyîvn kirye. Dibê meriv wê hevpeyvînê bixwîne.
Lê di vî beşê ku Zamanê weşandiye yek:
-Kuçuk negotiye wî daxwaza Mehmet Agar bicih anî ya na? Yanî ew çû ba Ocalan ya na?
Çimkî negotiye ez neçûme. Tenê gotiye heger ez bipeyivim ewê devê we ji hev here.
-Û heger çûye çi peyivîne?
Wek tê dîtin li der dema qala navê Ocalan dibe, agir ji devê Agar dibare, lê di bin ra jî dixwaze bi Ocalan ra bipeyive.
Dema Kuçuk qal dike, Mehmet Agar serokê partiya DP-ê bû û li Kurdistanê bajar bi bajar digeriya û hin beyanên pir xerîb, weke girtina Mûsilê û çareserkirina mesela kurd, "qedandina terorê" û tiştên wiha dida.
Di wê dema ku Yalçin Kuçuk qal dike hin beyanên Ocalan yên derbarê Agar da hene ku ew jî gelkî xerîb in, divê meriv nuha li wan binêre, hela ka çi gotiye?
Beyanên Ocalan yên derbarê axaftinên Agar da tam nayên bîra min, lê bi qasî di hişê min da maye Ocalan wê demê pesnê Agar dabû û gotibû ew dikane roleke weke ya serokkomarê Efrîqa Başûr Frederik Willem de Klerk bilîze.
Heger çewt nayê bîra min, li ser van gotinên Ocalan min di Netkurdê da nivîsek jî nivîsî bû û rexne li vê miqayesekirin û hîviya Ocalan girtibû.
Ji ber ku nuha wexta min tuneye ez nikanim li wê nivîsa xwe bigerim. Lê di rojên pêş da ezê bibînim.
Lê ya girîng, derdikeve ortê ku Ocalan wê demê ji xwe ber û belasebeb qala Agar nekiriye. Wisa xuyaye ku beyanên wî li ser daxwazekê bûye.
Herçiqas Kuçuk negotiye jî, lê bi îhtîmaleke mezin ya Kuçuk ya jî hinekên din li ser navê Agar çûne bi Ocalan ra peyivîne. Û li ser wê jî Ocalan dest bi reqlama Agar kir û xwest kurd tiştên Agar kirine ji bîr bikin û bi çavekî din lê binêrin.
Belkî hin berpirsiyarên DTP-ê jî wê demê piştî beyanên Ocalan, di derbarê gotinê Agar da hin tiştên baş gotibin, lê nuha nayê bîra min.
Îcar weke tê dîtin, ji ber ku dewleta tirk bi siyaset û metodên mafyayê û bi destên kesên piraniya wan çete û qatil in tê îdarekirin, loma jî bi eynî metodê nêzî kurdan jî dibin. Û sîleha wan ya herî mezin jî Ocalan e, ya bi destê wî ya jî bi navê wî bi PKK-ê û DTP-ê dilîzin. Û ya xerab PKK û DTP jî vê lîstika deleta tirk nabînin.
Netîce, piştî van gotinên Yalçin Kuçuk(helbet berê jî gelek nimûneyên bi vî rengî hene)dibê PKK, DTP û hemû kesên ku guh didin gotin û beyanên Ocalan, carake din bifikirin û dev ji wê bawerî û girêdana xwe ya korane berdin. Şêleke wiha ewê tevgera kurd ya netewî xurttir bike.
Xalê Zinar,
SvaraRaderaWellehî te careke din pê li rastiyeke girîng kiriye. Bi baweriya min birîna ku Öcalan di mêjiyê milletê kurdan da chêkiriye, pirr mezin e. Em ê di pêsherojê da hêdî hêdî hînî hêkên kemalokî yên ji Îmraliyê jî bibin. Ez dibejim ewê dîrok careke din tufî ruyê me kurdan bike.
silav u rêz
Shêrê Qersê