Min bi meraqeke mezin li programa vekirina TRT şeşê-ê temaşe kir.
Ya rast min hêviya programeke firehtir û dewlementir dikir. Min digot program ewê gelkî dewlemend be û gelek mebûsên kurd, gelek mîvan ewê derbarê weşanê da dîtin û hêviyên xwe binîn zimên.
Ev tunebû.
Program ji alî Rojîn û Nulufer Akbalê va hat vekirin û pêşkêşkirin.
Nulufer him di axaftinên xwe yên kurmancî û him jî di stranên xwe da ne serkeftî bû. Bi baweriya min Nuluferê hin stranên kurmancî û soranî yên wisa hilbijartibû ku nikanîbû baş îcra bikira. Ji ber ku Nulufer keçeke zaza ye loma jî dema kurmancî dibêje dîksiyona(telafuza) wê xerab e, meriv nizane çi dibêje.
Ez hêvî dikim Akbal di rojên pêş da jî bi kurmancî pêşkêşvaniyê neke. Ji ber ku bi kurmacî nizane. Divê di berşên zazakî da bike.
Lê Rojîn, him di hunera pêşkêşvaniyê da û him jî di peyvên xwe da pir serkeftî bû. Li gel ku programa pêşî bû lê dîsa jî qet xwe netertiland û hakima xwe û sahneyê bû.
Sertac û surprîza şevê mebûsa Wanê ya AKP-ê Guleşen Orhan bû.
Di dawiya şevê da Gulşen Orhan xanim derket sahnê, piştî çend gotinên li ser ”biratiya” tirk û kurdan yên girover, strana Dotmamê got. Û gelkî xweş jî got. Bi stranê ra kela dilê min rabû û hêsir ji çavên min herikîn.
Li ser weşana TRT Şeş-ê çend mebûsên DTP-ê(Osman Ozçelîk, Hasîp Kaplan, Ahmet Turk)tiştên pozîtîv gotibûn. Heta Hasîp Kaplan gotibû ewê di TRT şeş-ê da bistirê jî. Lê dîro di nava mîvanan da kes j iwan tunebû. Li gor çapemenî dinivîse, hemû jî ji alî mudûrê TRT-ê va hatine vexwendin lê red kirine. Diyar e ji tirsa PKK-ê neçûne. Nexwe reaksiyonên wa yên pêşî pir pozîtîv bûn.
Ez bawer dikim bêyî mebûsên DTP-ê, mebûsên kurd yên hemû partiyan di şevê da beşdar bûn. Lê hemû jî merivên hewqasî bêzirav, tirsonek û êsîrên bindestên tirkan e loma jî yekî newêrîbû rabûya du gotinên bi kurdî ya jî weke Gulşenê kilameke bi kurdî bigota.
Piştî qedandina kilamê piraniya(belkî hemû)mebûsên kurd weke şeqşeqçiyan rabûn ser piyan û ji Gulşen Orhanê ra li çepikan xistin.
Ji sed mêrê kurd yekî newêrîbû stranek bi kurdî bigota lê jineke kurd ruyê wan û miletê wan sipî kir û di nava dilê tirkan da, li pêş gire girê wan kilemeke kurdî ya gelkî xweş got û miletê xwe pê serbilind kir.
Û tirkan jî weke gayên li trênê binêrin, bi hestên tirsok û tevlihev pel pel li nava çavê Gulşen xatûnê dinêrên û dilê wan dibijiya wê.
Lê xerab nizanîbûn çi dibêje...
Di şevê da mesajên Erdogan û Gul jî bi kurmancî hatin pêşkêş kirin.
Ez dibêm programê belkî saetûnîvek ajot. Piştî qedandina programê fîlmekî tirkî dublajkirî destpêkir. Min bîstekê lê temaşe kir. Bi bweriya min ne xerab bû.
Kilama ”dotmam” ya ku Gulşen Orhanê got li jêr diweşînim. Bira ew jî weke belgeyeke dîrokî bimîne. Belkî wê tam wiha negot lê kilam ev e.
Weke tê zanîn di kasêteke Şivan ya destpêkê da ev stran heye.
Wey de dotmam xweziya mala me cîranê mala hev bûya..
wey de bira şîva şevê li me heram bûya
bira dotmama min tim û tim li ba min bûya
Were dotm lê dotmam... hezar carî dotmam...
Were dotmam ev çi kul e, ev çi êş e, ev çi derd e...
de tuyê rabe çavê xwe kil ke,
biskê xwe şeh ke, guliyê xwe berde
de emê herin serê Sîpan û Xelatê,
bibin mîvanê Siyabend û Xecê
de were dotmam lê dotmam... hezar carî dotmam...
Wey de dotmamê, xweziya çavê min birjiya
û ez nehatama wî alî
wey de bira min dotmama xwe ya çavreş nedîta bi wî halî
de çawa sala îsal we zê bê te derbas bikim van cejn û vê sersalê
were dotmam lê dotmam... hezar carî dotmam...
Di vê nabênê da min du nivîsên Taha Akyol jî xwendin. Akyol weke pisik û mişk, wer xwe daye bende miletê kurd.
Taha Akyol bi eslê xwe çerkez e, lê eslê xwe înkar dike, xwe tirk dibîne. Akyol, faşîstekî kevn û aqilmendekî Erdogan yê gelkî girîng e. Xwe pisporê tevgera kurd dihesibîne.
Heger ne pirspor be jî lê bi mesela kurd ra serê xwe pir diêşîne. Tirsa Akyol ya herî mezin ew e ku miletê kurd dev ji doza dewleteke serbixwe bernede. Ev hedefa miletê kurd xewnên şeva li Akyol heram dike.
Rebeno ji tirsan ketiye hev.
Tirsa Akyol ew e ku TRT Şeş ewê rê li ber serxwebûna kurdan negre, bi vacayî ewê van hestan xurttir bike û vê hedefê jî nêzîktir bike.
Jixwe ya herî normal jî ev e, dibê ev proses vê netîceyê bi xwe ra bîne.
Akyol, di nivîsa xwe ya do û ya îro da jî li ser hin gotinên Ahmet Turk û lêborînxwestina wî ya ji asûriyan û bi giştî li ser mesela kurd rawestiyaye û wiha gotiye:
”Bi navê TRT Şeş destpêkirina programeke kurdî, mesaja serokwezîrê Tirkiyê ”TRT Şeş Bi xêr be !” pêşketinên xweş in lê belê tirsa di dilê min da kêm nabe. Gelo emê jî bibin Yugoslavya?
Ez ditirsim çimkî, tatmînkirna neteweperstiya etnîkî marazeke gelkî zahmet e.”
Ez hêvî dikim ku berî mirina xwe tu yê Kurdistaneke serbixwe bibîne û bira roja din jî Xwedê Teala ruhê te bistîne, ji bo ku tu zêde ezab nekşîne...
Kek Zinar,
SvaraRaderaBi baweeiya min em kêm-zêde di eynî fikrî da ne. Min bi xwe ev bernameya ji nîviyê karî temashe bikim. Li gorî min di programê da hewayekî gelekî sar desthilat bu. Heger shash nebin rewsha siyasî ya rojane u buhurî di pêkhatina vê da xwedî rol e. Bêguman di programê da tenê kesên mebus u berpirsiyar shun girtibun. Vê jî bandoreke neyînî lê kir u di navbera temashevan u pêshkeshvanan da ti têkiliyeke germ chênebu. Bi baweriya min, ew dikarên vê kêmasiyê di pêsherojê da ji holê rakin bi saya beshdarvanên sîvîl yên kurd u atmosfereke germ biafirînin.
Li hêla din kurmanciya Rojîn u Nîlufer têr nekir, bi taybetî jî ya Nîlufer gelekî pêshketinan dixwaze. Gelo chima Nîlufer bi zazakî deng nekir? Halê birêz Nîlufer'ê xistim nav ruhekî pir bi rengîn. Ez him bi zimanê wê u him jî bi tevgerên wê yên fîzîkî ji ruhekî ketem yekî din. Min nezanî ka ez bigîrim, bikennim, hêrs bikevim yan jî biqîrim. Dibe ku di derbarê programên wilo da nebuna tecrubeyê jî roleke xirab lîstibe. Lê em ê bi char chavan bipên.
Bi tevî silav u rêz
Pîran Tîr