11 januari 2009

Ez ji hin kurdan tiştekî fêm nakim

Îro du jinên kurd, xanim Leyla Zana û Gulten Kaya jî di heqê TRT Şeşê da dîtinên xwe anîne zimên.
Leyla Zana bi uslûbeke pir sert û Gulten Kaya jî bi uslûbke fedyok, yanî bêyî ku ne şîşê bişewitîne û ne jî kibabê, li dijî weşana TRT-ê ya bi kurdî derketine û henekê xwe pê kirin.
Di rojnameya Milliyetê da Devrim Sevîmay bi xanima Ahmet Kaya Gulten Kaya yê ra hevpeyvîneke dirêj kiriye. Guletn Kaya di vê hevpeyvînê da li ser pirsekê kanala Kurd 1-ê û kanala TRT Şeşê bi hev ra muqayese kiriye û gotiye:
“Kurd 1 ji TRT-6’ê bêtir heyecanê dide min. Ez weşana Kurd 1-ê di înternetê da dişopînim. Ewê bibe qanaleke kultur û sinet. Projeya wê heyacaneke mezin dide min. Telewîzyoneke serbixwe ye, alîkariyê ji tu dewletê nagire. Bi raya min ya rast û xweş jî ev e.”
Berî TRT Şeş dest bi weşana xwe bike di programeke TRT 1-ê da min li Gulten xanimê guhdarî kiribû. Di wê programê da jî tiştên rast û radîkal gotibû. Digot gavên dewletê baweriyê nadin wê, heger dewlet di gavên xwe da samîmî ye divê nasnameya kurdan di qanûna esasî da nas bike û mafê perwedeyê bide wan û hemû qedexeyên li ber zimanê kurdî rake.
Ji ber ku dewletê di saxiya Ahmet Kaya da ew dernexist kanalên dewletê yên tirkî û ambargo danî nser stranên wî, Gulten xanim rexne li dewletê û hemû kanalên telewîzyonan digre, lê dema TRT Şeş stranên wî biweşîne ewê gelkî ”xemgîn bibe”.
Yanî di kanalên tirkî da bihatana gotin baş bû lê di ya kurdî da werin gotin ewê xerab be.
Ji vê kurtçîtiyê min bixwe tiştek fêm nekir.
Berê jî min di nivîseke xwe da got û nuha jî dibêjim, bêguman şikên Gulten xanimê û yên weke wê difikirin hemû rast in. Lê nesamîmîbûna dewletê dibê nebe sebeb ku em li dijî vê gavê derkevin.
Çimkî dewlet ne ji ber ku ”samîmî ye” û ji me hez dike vê gavê davêje, ji ber ku mecbûr maye. Û ji bo me jî ji xetîcê bêtir netîce girîng e.
Gulten xanimê gotiye weşana TRT şeşê heyecanê nade wê, Kurd 1 bêtir heyacanê didê.
Ez fêm nakim çi yê Kurd 1-ê ”heyecanê dide” Guletn xanimê? Bi rastî min dixwest Kurd 1 heyecanê bide min jî. Lê ji serêsalê da ye ez jî herroj lê temaşe dikim. Bi qasî ez dibînim Kurd 1-ê pîlaqa serêsalê hîn ranekirye, ev 11 roj here were eynî sahne û eynî pîlaq e.
Yanî tu tiştekî meriv jê heyecanê bigre tuneye.
Ev aliyekî meselê.
Aliyê din jî dibê di normal TRT Şeşê bêtir ”heyecan2 bida Gulten xanimê. Ji ber ku ev serê 85 salan e ku em li hember tirkan şerekî milî didin, em doza serxwebûn û azadiya xwe dikin, em doza serbestbûna nasname û zimanê xwe dikin.
Û ev dewlet heger îro tawîzeke herî biçûk jî dide me, heger di telewizyona xwe da destûr dabe weşana kurdî, maneya xwe ew e ku bi vî şerê xwe me tiştek ji dijmin stendiye.
Ev gelkî girîng e.
Berî hertiştî Kendal Nezan ne dijmin e, kurd e. Ya din Kendal Nezan hebûna kurdan û zimanê wan înkar nake ku dema dest bi weşana kurdî bike kêfa me bê, em bibêjin weleh vaye me ev heqê xwe jî pê da qebûlkirin.
Lê xwediyên vê TRT-yê heta nuha hebûna me înkar dikirin, digotin ev ziman tuneye, ev ziman devokeke tirkî ye.
Loma jî dema ew di telewîzyonên xwe da destûrê bidin weşana zimanê kurdî ji kanaleke ku kurdekî vekiriye gelkî mihîmtir e.
Û loma jî weke kurd dibê weşana TRT Şeşê ji Kurd 1-ê bêtir heyecanê bide meriv.
Di siyasetê da ne nêt, netîce mihîm e. TRT Şeş netîceyeke berbiçav e.
Şaxê Komeleya Mafê Mirovan ya Diyarbekrê(IHD), Leyla Zana ji bo xebat û têkoşîna wê ya ji bo mafê mirovan xelat kir.
Di merasima xelatgirtinê da Leyla Zana axaftinek kiriye. Leyla xanim, di axaftina xwe da li ser TRT Şeşê jî rawestiyaye û gotiye ”me pêwîstî bi telewîzyona wan tuneye, berê gelek telewzîyonên me hene.”
Zana yê axaftina xwe wiha domandiye:
” Ji bo TRT-Şeşê divê ne kêfa me bê û ne jî em xemgîn bibin. Ji ber ku ev televîzyon ji bo me venebûye. Dibêjin 15-16 milyon kurd hene. Ji van 5 milyon asîmîle bûne. Ew jî nikanin bi zimanê xwe bipeyivin. Dewlet deynê xwe dide wan. Dewletê ev qanal ji bo kesên ku asîmîle kir vekir. Me pêwîstî bi televîzyona wan tune. Gelek televîzyonên me hene.”
Li hember van gotinan ez bi xwe matmayî dimînim.
Ez dikim nakim, ez nikanim fêm bikim ku ev kurdên ku xwedêgiravî ji bo kurdan siyasetê dikin çima hewqasî li dijî weşana kurdî ne?
Li hember plan û siyaseta dewletê, ez şik û tirsa kurdan fêm dikim û heq didim wan. Kurd çiqasî ji soz û peymanên dewletê bi şik bin, jê bawer nekin heqê wan e û rast dikin. Dema dewlet destûrê dide weşana kurdî divê kurd bizanibin gelo dewlet ji bo çi vê gavê davêje?
Lê ez fêm nakim ji bo çi li dijî weşaneke bi zimanê kurdî ne?
Dewlet dema vê weşanê neke ewê çi feyde bigihîje me?
Dewlet bi tirkî siyaseta xwe ji me ra dibêje, zimanê xwe fêrî me dike, stranên xwe bi me dide guhdarêkirin, em li dij dernakevin, bi vî rengî afaroz nakin.
Lê dema bi kurdî dike em qebûl nakin.
Çima guhdarîkirina muzîk û stranên kurdî, şiîrên kurdî ewê ji yên tirkî xerabtir be ez qet fêm nakim?
Çima debat, axaftin, stran, sohbet, şahî û guhdarîkirina li xeberan dema bi tirkî bin ewê ne xerab bin û emê ne li dij bin, lê dema bi kurdî bin emê li dij bin?
Ez qet fêm nakim ewê çi zirara me tê hebe dema em bi zimanê kurdî li tuxtor, dîroknas, edebiyatnas, lêkolîner, şair û alimekî kurd yê dînî guhdar bikin?
Di kanalên tirkî da herroj melayên tirk mewlûda tirkî dixwînin, beytan bi tirkî dibîjin, waizan bi tirkî didin û miletê kurd jî l iwan guhdarî dike û herroj hinekî din jî asîmîle dibe.
Zarokên kurd ji mecbûrî herroj li fîlmên zarokan yên bi tirkî temaşe dikin û bi saya van fîlman ji kultur, ziman û çanda xwe dûr dikevin û dibin tirk.
Dema ji dêlî van fîlmên tirkî, zarokên kurdan bi zimanê xwe li fîlmên zarokan temaşe bikin çima ewê xerab be, ez qet fêm nakim?
Ev kesên ku îro li dijî kanala kurdî derdikevin, tu carî weşanên bi tirkî protesto nekirne û negotine kesên li wir kar dikin û diçin wir hemû xayin û korîcî ne.
Lê dema melayekî kurd rabe Mewlûda Kurmancî bixwîne, zikir, îbadet û duayan bi kurdî bike ewê xerab be û bibe îxanet û korîcîtî.
Tiştê herî balkêş, kurdçîtî û radîkaliya van kesan ne li hember tirkî û kanalên tirkî ye, li hember kurdî û weşana bi kurdî ye.
Ji vê siyaset û kurdperweriyê min qet tiştek fêm nekir…

2 kommentarer:

  1. Xalê Zinar,

    Ya rast êdî ti hêviya min ji Leyla Zana'yê nemaye. Dawiya dawîn kurdîniya xwe ya saf u pak di nav îdeolojiya partiyekê da berhewa kir u bir...
    Herê, ez jî bi temamî tevlî pirsên te dibim:
    1) Ma chima Pkk kurdan wekî xayîn u cahsh îlan nake, gavê kurd ji sibehê heta êvarê li TVeyên tirkan mêze dikin u dikevin nav pergala asîmîlasyonê?!
    2) Ma bashtir nîne ku kurd li shuna TVeya tirkî li ya bi zimanê kurdî mêze bikin u rê li ber asîmîlasyonê bigirin?!
    3)Ma chima Pkk karmendên kurd, bi gelemperî jî mamosteyên kurd yên ku îdeolojiya dewleta tirkan li dibistanan bi zimanê tirkî dixin nav wan mêjiyên kurdînî u teze, wekî xayîn îlan nake?!
    4) Gelo kîjan malbata kurdan zarokên xwe nashîne dibîstanên tirkan u zarokên xwe bi shiklekî tuj nade asîmîle kirin?! Chima Pkk van kesan wekî xayîn îlan nake?!
    5) Chima Pkk malbatên kurdan yên ku lawên xwe dishînin leshkeriya tirkan, wekî xayîn îlan nake?!

    Heger Pkk'ê hemî tishtên ku bi dewleta tirkan va girêdayî ye (di serî da jî zimanê tirkî), min ê bigota, biryareke chewt be jî, heqqê Pkk'ê heye ku bi shiklekî "polîtîk" nêzîkî TRT6-ê bibe.

    Wekî tê dîtin, bersiva van pirsan durutiya Pkk'ê bi vekirî nîshan dide. Ango Pkk ne li duv mafên milletê kurdan e, berevacî vê li duv daxwazên hizbî ye, li gorî siyaseta nijadperestên tirkan tevdigere u milletê kurd asîmîle dike. Bi gotineke din dewlet anegorî xwe Pkk'ê manîpule dike.

    Aniha jî Pkk rabuye dibêje, em ê akademiyên zimanê kurdî bidin vekirin (qey dibêjin akademî qehwexane ne!). Vê yekê jî li dijî weshana TRT6-ê dike, yanî bi zora dewleta tirkan "xwedîtiyê li kurdî" dike. Ev shermeke pirr mezin e! Bi baweriya min Pkk di warê "xwedîtiya zimanê kurdî" da ne semîmî ye. Tenê li duv xapandina milletê kurd e, da ku bila kurd xwe jê durnexînin.

    Bi tevî silavên germ u hêja

    Zarayê Kurdîjen

    SvaraRadera
  2. Xalê Zinar,

PARVE BIKE