01 december 2008

Kurdan ez matmayî hîştim

Şeva ku ez bêxew bimînim roja din çavên min dibin gola xwînê û êşeke mezin dikeve çav û serê min.
Yanî ji bo çavên min neêşin divê ez herşev weke mirîşkan zû bilûsim.
Lê kevir jî bibare, çavên min birjin jî ez viya nakim û ezê nekim jî.
Ji bo ku ez ji vî ezabî xelas bibib çend sal berê ez sê caran ji çavên xwe emeliyat bûm, lê serêşa min xerabtir bû.
Welhasil îşev jî êşê dîsa bela xwe di min daye, lê ez guh nadimê, heta jê tê bira biêşe.
Piştî şîvê û temaşekirina xeberên swêdî yên nehê(Akuellt 21.00)şevê min bi dudilî çû xwe da ser kursiya ber kompîtorê û makîna xwe hêdîka vekir.
Min bi lez berê çavên xwe li çend malperên kurdan gerand. Min bala xwe dayê xeber hewqas pir in ku meriv nizane qala kîjanê bike û qala kîjanê neke. Yek ji yekê girîgntir e.
Weke keçikên swêdî hemû jî narîn û weke zebeşên Diyarbekrê "şertlîpiçax" û bêqusûr bûn...
Çend gotinên baş yên hevseroka DTP-ê Emîne Ayna xanimê di malpera Diyarnameyê da tavilê bi ber çavên min ketin.
Ez nizanim gur li ku miriye lê îcar Aynayê di nava gelek gotinên nehewce û zeytkirina tirkan da tiştekî rast û xweş jî gotiye. Piştî hin rexne li Erdogan û hukûmeta AKP-ê gotiye:
”Niha em ne bira ne. Ji ber ku hûn dibêjin 'yek milet' û hûn biratiyê binpê dikin.”Di nava DTP-ê da Emîne Ayna yek ji wan kesan e ku aliyê wê yê çepîtî û tirkîyeparêziyê ji
kurdayetiya wê gelkî xurttir e, çimkî di nava kurdan da û bi zimanê kurdî mezin nebûye, loma jî gelek caran weke tirkeke dosta kurdan dipeyive.
Li gel vê jî ev gotina wê kêfa min jê ra hat.
Dûra di Netkurdê û di rojnameya Zamanê da hevpeyvîna mebûsê Diyarbekrê Selahettîn Demîrtaş bala min kişand. Min bi lez çav li kurdî û tirkiya hevpeyvînê gerand. Li vir wexta min tuneye li ser hin bersîvên Demirtaş rawestim.
Lê gelek bersîvên wî mademê meriv jê digere. Carê perspektîv û hestên miletê kurd û netewî pê ra tuneye. Weke tirkekî humanîst li meselê dinêre.
Li ser pirsa "Tu milîyetçiyê kurd î?”, Demirtas gotiye, ”Na. Tu carî/ebden! Berî hertiştî ez însan im. Kurdedekî hemwelatiyê Tirkiyê me. Hemû milîyetçîtî tahlûke ne.”
Tu dibê qey hinekan gotiye ew ne însan e, tebayekî dine. Gotiana "ez însan im" di eslê xwe da reviyana ji kurdayetiyê ye, kesên ji dil û can xwe kurd his nekin dibêjin "berî hertiştî ez însan im" û nizanim ez çi me...
Û dûra jî gelek gotinên din yên tewşomewşo kiriye. Bersîvên wî yên derbarê başûrê Kurdistanê da jî meriv gelkî dişêşîne.
Bêguman di nava DTP-ê gelek kesên kurdperwer û bi neteweperestiya xwe serbilind hene, lê tirk naçin bi wan ra napeyivin. Ji dêlî wê va diçin dewşirmeyên weke Demirtaş dibînin û wan didin peyivandin.
Çimkî dewlet dixwaze DTP-ê qels bike, dilê kurdan jê sar bike. Loma jî diçin kesên weke Demîrtaşê ku bi eslê xwe kurd lê bi hest, kultur û dîtina xwe tirk ra dipeyivin.
DTP-î bi heftêûheft Quranan sond bixwin, xwe di ava Kewserê da kin jî tirk raya nadin wan û dîtinên xwe yên derbarê DTP-ê kurdan da naguherinin.
Loma jî beyanên wiha ji karê bêtir zirarê dide DTP-ê, gelek änsan jê sar dibin, di nava kurdan da dibe sebebê gelek reaksiyên nexweş û bi zirar.
Di demeke wiha nazik da gotin û beyanên li dijî Kurdistana Federe, li dijî kurdperweriya kurdan zirarê dide DTP-ê, kurdan jê dûr dixe.
Lê esas Demîrtaş û kesên weke wî bi van gotinan taktîkê nakin, bi rastî jî wisa difirkirin, bi rastî jî ji Kurdistaneke serbixwe bêtir dilê wan ji bo Tirkiyê lêdixe.
Bi kurtî gotina Aynayê dilê min xweş, lê ya Demirtaş jî reş kir.
Di çapemeniya kurd da minaqeşeya li ser qebûlkirina zewaca bi gelek jin ra hîn berdewam e. Çend roj berê li ser vê mijarê min jî nivîsek nivîsîbû û gotibû ku ez hêvî dikim ku serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî vê biryara meclîsê red bike.
Lê texmîna min çewt bûye, Mesûd Barzanî jî biryarê diparê ze û dibêje ez red nakim.
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, do bi sekreter û endamên Yekîtiya Afretên Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Jinên Kurdistanê (YNK) ra civiyaye û ev mesle minaqeşe kiriye.
Û dûra jî dîsa li ser vê meselê bi Yekîtiya Zanayên Ayina Îslamê ya Kurdistanê û Sekreteriya Yekîtiya Zanayan ra hatiye ba hev û li dîtinên wan jî guhdarî kiriye.
Di netîceya herdu civînan da serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî piştgirî nedaye daxwzên jinan û gotiye:
“Gelek zehmet e û nabe ku yasa bê redkirin. Çimkî hemû alîyan, hikûmet, parlamento û komîteya ku yasa amade kiriye, ku hûn jî tê da endam bûn, li ser yasayê li hev kiriye. Vêca çawa dibe ku ez li dijî wê yasayê rawestim û vegerînim parlamentoyê. Bi rastî ev yek ji bo min zehmet e. Çimkî nabe ku tu arîşeyekê çareser bikî û deh arîşeyên din peyda bikî. Divê her tişt gav bi gav bê bicîhanîn. Bila yasa wekû ku deng li ser hatiye dayin bimîne û her verastkirinek ji bo rewşeke din bimîne. Em ne li gel wê ne ku yasaya rewşa kesayetî li dijî Qurana pîroz, şerî´et û mafên mirovan be. Ew dîtina li ser civaka Kurdistanê heye divê nemîne, lê ne bi wê maneyê ye ku li ser hesabê dîn be.”Birêz Mesûd Barzanî weke meleyekî temam pir vekirî şerîetê diparêze. Yanî di vê sedsala 21-ê da Kurdistan jî ewê weke Erebîstanê Suûdî û Îranê li gor şerîetê were îdarekirin.
Weleh me kurdan havil kir!
Mesûd Barzanî, gotiye nabe ku qanûna medenî ”li dijî Qurana pîroz, şerîetê û mafê mirovan be”!Heyran, civata ku li gor Quranê û şerîetê were îdarekirin mafên mirovan û demokrasî lê nabe. Divê hûn jî weke Îran û Suûdîyê destan jêkin û însan kevir bikin.
Şerîet û qanûna medenî bi hev ra nabe. Heger Kurdistanê li gor Quranê û şerîetê were îdarekirin wê demê divê hemû sîstema huqûqa medenî yanî dadgeh, hakim, dozger û abûqat jî ji bin da werin lewxkirn û mele û qazî vî karî bikin.
Çimkî hakim, dozger(sawcî) û abûqat ji şerîetê fêm nakin, ev yek karê mele û qaziyan e.
Min bîra mirina xwe dibir lê tu carî bîr nedibir û texmîn nedikir ku kurdên başûr ewê hewqasî paş da bin, meclîsa Kurdistanê ewê biryareke wiha bigre û serokê Kurdisyanê Mesûd Barzanî jî ewê rabe ”îdareya şerîetê” biparêze.
Min nuha fêm kir ku em kurdên başûr qet nas nakin.
Gotinên birêz Mesûd Barzanî ez xeyalşikestî kirim. Ez nizanim ez çi bibêjim...
Derdê Temîrtaş ne bes bû, van gotnên serokê Kurdistanê tew ez birim dinyayeke din.
Diyar e emê hîn gelek bêtarên girantir bibînin!
Kurdekî qedirşînas lînka min ji Dîwanxaneyê ra şandiye û çend rêzên dostana li ser nivîsî ye. Ez wan rêzên wî jî li jêr diweşînim. Çimkî ji salê mehê carê yek pesnê min dide ew jî zêde haya kesî jê nabe.
Gelek sipas ji bo van gotinên dostane.
"Ji nivîskarê me yê mezin Zinarê Xamo nivîseke gelek balkêş û rast. Di demên dawî de ez bûme mudawimê bloga Zinarê Xamo. Birastî ez gelek Zinarê Xamo takdir dikim ku heroj bê navber bi zimanê me yê şîrîn û delal nivîsên pir bi qalîte û têr û tijî dinivîse. Ez wer bawer dikim ku nivisên Zinarê Xamo ji bo me quncikniviseke giring e. Jixwe mixabin ku bilî Azadiya Welat rojnameya me ya rojane tune ye. Li Azadiya Welatê jî mixabin ku nivîskarekî/ê ku heroj dinivîse tune ye. Lê ez wer dizanim ku rojnameyek herî zêde bi nivîskarên xwe re xwe dide firotin. Zinarê Xamo li gor baweriya min ji bo me Bakuriyan cihekî vala tijî dike.
Keremkin nivîsa Zinarê Xamo."

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE