01 november 2008

Li Kurdistanê sekeftina AKP-ê têkçûna hemû kurdan e

Hilbijartinên mehelî(yên belediyan) ewê di adara 2009-an da werin çêkirin. Yanî demeke pir zêde nemaye, here were çar meh mane.
AKP-ê ji nuha da li Kurdistanê dest bi ger, propagande û xebatên hilbijartinan kiriye.
Serokê AKP-ê Erdogan fena delalê kerê xwe wenda kiribe, bi ordiyek pûlis, leşker û qefleyek xwefuroşên kurd bajar bi bajar li Kurdistanê digere û çavsoriyê li kurdan dike, keç û xortên kurdand dide ber copan û dide girtin.
Dewleta tirk çavê xwe berdaye belediyên di destê DTP-ê da û di dixwaze van belediyan heger hemû nebe jî lê bi taybetî bajarên wek Diyarbekir, Batman, Cizîr û Şirnexê bi hîle û zorê be jî ji DTP-ê bistîne.
Bi van belediyan kurd xwedî temsîl û îradeyeke siyasî ne, dewlet dixwaze vê nûnertiya gel ya siyasî ji destê kurdan bigre.
Çapemeniya tirk, hemû nivîskar û siyasetmedarên nîjadperest û heta bigihîje partiyên siyasî jî ji nuha da dibêjin ji bo ku DTP careke din belediyên van bajaran qezenc neke ewê piştgiriyê bidin AKP-ê û ji bo wê bixebitin.
Wekîlê Serokê Koma Meclisê yê MHP-ê Mehmet Şandir, ji bo ku belediya Diyarbekrê ji destê DTP-ê derkeve, got ne bi dilê wan be jî lê ji bo minfeet û yekîtiya miletê tirk ewê piştgiryê bidin AKP-ê:
”Heger li Diyarbekrê nîşandana berendamekî ewê zirarê bide yekîtî û biratiya gelê tirk pêwîst be emê li wê derê berendam nîşan nedin. Ev yek ne bi dilê me be jî emê bikin.”
Esas ev ne cara pêşîye ku tirk berjewendiyên netewî di ser berjewendiyên xwe yên şexsî û partîtiyê ra digrin. Di hilbijartinên berê da jî tirkan li hember DTP-ê li çend ciyan alîkariya hev kiribûn. Diyar e di vê hilbijartina mehelî da jî li hember kurdan ewê eynî siyaseta netewî bimeşînin.

Aqûbet li serê kurdan be...
Bêguman siyasetmedarên tirk tenê wiha nafikirin, hema hema hemû çapemeniya tirk jî eynî tiştî dibêjin û eynî dîtinê diparêzin.
Nivîskarê rojnameya Mîllîyetê Dogan Heper, merivekî kemalîst e û li dijî AKP-ê ye. Lê li gel vê jî, ew di nivîsa xwe ya 30-ê cotmehê da ”Güneydoğu’da AKP’liyiz/Li Başûrê Rojhilat em hemû AKP-lî ne” yanî li Kurdistanê em hemû AKP-lî ne” gotinên Mejmet Şandir ”Komara Tirkiyê îro rûbirûyî wendakirina serxwebûna xwe ye, li ber perçebûnê ye”, bibîr tîne û dûra jî dibêje:
”Li Rojhilatê Başûr em hemû AKP-lî ne.”
Mêrik bi çavên serê xwe dît ku di van salên borî da kurdan bi xêra van belediyan çi hukum kirine û çi îmkaneke mezin bidest xistine.
Heger îro li Tirkiyê û li Kurdistanê hin tabû şikiyane û tişt normal bûne ev yek bi saya hebûna van belediyan bûye. Belediyan hin tiştên 10-15 sal berê meriv xeyal jî nedikir kir di warê siyasî û kulturî da bidest xist û kir adet.
Heger ne ew îmkanên wan yên madî û civakî bûye pêkhatina van destkeftinan ne mimkûn bû. Dewlet viya dibîne û pê gelkî nerehet e.
Ji bo ku kurd careke din li Kurdistanê belediyan bidest nexin alîkariya partiyeke ku li dij e dike.
Ji ber ku ew baş dizane ku bi saya van belediyan kurd nûnertiya miletê xwe dikin, nîşan didin ku hemû kurd ne hevalên dijmin in.
Loma jî belediyên Kurdisistan, lê bi taybetî jî yên Diyarbekir, Batman û Şirnexê di çavê tirkan da bûye kelem. Tirk dixwazin di vê hilbijartinê da ji vê kelemê xelas bibin.
Lê hêza wan bi tenê têr nake, loma jî weke mûriyan li kurdên kêmaqil, menfeetperst û xwefiroş digirin. Bêyî alîkariya wan, dijmin nikane li Kurdistanê muxtariya gundekî jî bigre.
Tiştê heta nuha xuyaye li Kurdistanê di hilbijatinan da ewê DTP û AKP werin heberî hev. Û li hin bajaran jî li gor şertan tirkê piştgiriya hev bikin. Evy ek vekirîye.
Baş e di vê rewşê da divê kurd çi bikin?
Îro rastiya li ber çavan ev e ku bêyî DTP-ê hêza tu partiyeke din tuneye ku têkeve hilbijartinan û zora dijmin bibe. Li ortê tenê DTP heye. Di warê legal da Îro ew kurdan temsîl dikin. Em qebûl bikin ya nekin ev rastiyeke.
Rast e, DTP hemû kurdan temsîl nake, lê bi kêmanî beşekî mezin yê kurdan temsîl dike. Ji ber vê yekê jî di warê legal da partiya Kurdan e û kurdan temsîl dike.
Û ya din jî heger DTP kurdan temsîl neke, partî û hêzên din tew nakin.
Loma jî divê kurd di vê hilbijartinê da li dora DTP-ê miheqeq dest bidin hevûdu û piştgiriya hev bikin. Divê merivên herî baş û herî heqkirî bikin namzêd.
Ev hevkarî û piştgirî bêguman ne yekalî ye, tenê ne berpirsiyarî û mesûliyeta hêz û kurdên derî DTP-ê ye.
Bi qasî wan, bêguman divê DTP jî bi hemû hêza xwe û bi daxwazeke mezin destê hevkariyê dirêjî partî, hêz û kurdên derî xwe bike, ji dêlî tirkên rût û nîjadperest, bi kurdên xwe ra hevkariyê bike, tawîzê tenê ji xelkê nexwaze, ew jî kanibe yekcarnan tawîza bide.
Birina zora dijmin divê armanca sereke be.
Bi taybetî jî ji bo ku kurdên bawermend ji AKP-ê dûr kevin û bi DTP-ê ra têkevin nava hevkariyê divê DTP bi dil û can bixebite û hewlekî mezin bide. Yanî weke partiyeke mezin berpirsiyariya wê jî mezin e, divê li gor vê hereket bike.Di herdu hilbijartinên berê da beşekî ji kurdan bi hin derwên Erdoganê virek xapiyan û piştgirî dan AKP-ê, hêvî dikirin ku AKP ewê hin reformên demkratîk bike û dûra jî mesela kurd çareser bike.
Lê di van şeş salên îktîdara AKP-ê da derket ortê ku ji bo me kurdan tu ferqeke mezin di nabêna AKP-ê û partiyên din da tuneye.
Baykal û Bahçelî di heqê çareseriya mesela kurd da çi difikirin û çi dixwazin, Erdogan jî eynî tiştî difikire û dixwaze.
Bahçelî û Baykal û partiyên wan dixwazin kurdan bihelînin bikin tirk. Erdogan ji wan hîn bi herarettir û hîn vekirîtir vê armanca xwe heroj tîne zimên, tim dibêje "yek dewlet, yek milet, yek welat, yek al û yek ziman."Mêrik di van 6 salên îktîdara xwe da hîn herfên kurdî jî qebûl nekiriye. Zarokên kurd hîn îsal jî ji ber ku navên wan Welat û Berxwedan bû nikanîbûn dest bi dibistanê bikirana.
Hûkûmeta AKP-ê navên ne li gor elîfbeya tirkî qebûl nake. AKP hîn qebûl nake ku kurd ji Newrozê ra bibêjin Newroz, dibêjin gerek hûn bibêjin “Nevrûz.”
Yanî êdî kes nikane hêviyakê ji AKP-ê û ji Erdoganê kuşpene bike û rabe rayan bidê.
Di van 6 salên îktîdara xwe da AKP-ê di meclîsê da ji bo kurdan çi gotibe û çi kiribe, di belediyan da jî ewê eynî tiştî bike.
Çiqas kul û kêmasiyên DTP-ê hebin, hin dîtin û tevgerên wan ne bi dilê me be jî lê yê doza miletê kurd anîne zimên dîsa ew in, dîsa serokên belediyên DTP-ê ne.
Di meclîsa Tirkiyê da bêyî wekîlên DTP-ê li gor dibêjin li dora 100 parlamenterên kurd yên din jî hene. Hema tenê di nava AKP-ê da qala 75 kesan dikin. Gelo ka van kesan heta nuha ji bo kurdan çi kirine û çi gotine?
Ez jimarê nizanim, lê belkî ji dehan yekê belediyên Kurdistanê jî ne di destê DTP-ê da ye, hemû di destê AKP û partiyên din da ne.
Baş e heta nuha van belediyan ji bo kurdan çi kirine?
Bêguman tiştek jî nekirine. Û ji xwe nabêjin em kurd in jî.
Çawa ku parlamenterên AKP-ê ne nûnerên miletê kurd in, serokên belediyên têkevin destê AKP-ê jî ne serok û nûnerên kurdan e.
Di saha navnetewî da jî bi vî çavî li wan dinêrin. Dema dinya qala parlamenter û reîsên kurdan dikin qesda wan yên DTP-ê ne, kes nabêje hewqas parlamenter û hewqas serokên belediyan di nava AKP-ê û CHP-ê da hene, kes wan li ser kurdan nahesibîne.
Ew zilamên dewleta tirk in û dev ji doza miletê xwe berdane, namûs bi fulûsê dane.
Loma jî meriv kesên di nava partiyên tirkan da nikane weke nûnerên kurdan qebûl bike. Ew bi eslê xwe kurd in, lê bûne zilamên tirkan û ji bo ku kurdan bindest bihêlin dixebitin. Wezîfa wan xapandin û bindest hîştina kurdan e.
Netîce, meriv dikane bibêje ku li Kurdistanê têkçûna DTP-ê di esasê xwe da têkçûna hemû kurdan û serkeftina dewleta tirk e.
Û serkeftina DTP-ê ya li hember AKP-jî serkeftina miletê kurd e, têkçûna dewleta tirk e. Kes nikane vê rastiyê bi tu argumentî pûç bike.
Kurdên zana, bîrewer, dûrbîn û welatparêz divê êdî bi gotinên siyasetmedarên tirk nexapin û li Kurdistanê nebin piştevanên wan.
Piştî hewqas tercûbe û serpêhatî ku hîn jî hin kurd hêviyekê ji AKP-ê bikin û bibin namzet û piştevanên wê, wê demê ew ya merivên pir cahil û korfahm in ya jî neyarê qewmê xwe ne...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE