04 november 2008

Cî li dewleta tirk teng bûye

Çend roj berê(2/11-08) di rojnameya Zamanê da Nûriye Akmanê bi wezîrê Tirkiyê yê derva yê dema 12-ê Îlona darberya 1980-î û nûnerê Tirkiyê yê Neteweyên Yekbûyî yê kevn Îlter Turkmen ra(paşnavê van donmeyan/mahcirên bûne tirk/ jî tim bi ”Turk” dest pê dike)hevpeyvîneke balkêş kir.
Min hevpeyvîn kopye kir lê heta nuha fersend çênebû ku bixwînim. Min îşev xwend.
Wek tê zanîn Îlter Turkmen merivekî kemalîst e, aqilmend û dîplomatekî Tirkiyê yê gelkî girîng e. Loma jî dîtin û gotinên wî hinekî ”mihîm” in.
Îlter Turkmen di hevpeyvîna xwe da li ser mesela kurd û riya çareseriya wê jî radiweste û wiha dibêje:
”Îro êdî meşandina siyaseta kevn ya asîmîlasyonê ne mimkûn e. Divê meriv siyaseteke entegrasyonê bixuluqîne û bêyî ku wextê derbas bike têxe jiyanê. Divê nasnameya kurd were naskirin, li gel ku têkiliya wê bi PKk-ê ra heye divê meriv DTP-ê negre, divê ji radyo û telewîzyonên kurdî ra destûr were dayin û li ser daxwazê di mekteban da dayina dersên kurdî, çendê nimûneyên tên bîra meriv. Tabî em qala perwerdeya bi kurdî dikin, ne tedrîsata bi kurdî. Bi kurtî divê em di nêzîkbûn û wîzyona xwe da guherandineke mezin bikin.”Yahû ev tirk jî tu carî rast nabin û tiştan bi temamî û xweşik qebûl nakin. Weke deyndarê ku deynê xwe ne li ser hev, lê piçik piçik, biqurmiçîne û bide meriv.
Tirk jî dixwazin li kurdan wiha bikin, mafê wan ne bi temamî û ne li ser hev, lê piçik piçik bidin. Îlter Turkmen efendî jî vê şîretê li dewletê dike, divê bi çend mafên biçûk dest pê bikin, ji bo ku kurd aş bibin.
Ev demeke gelek kesên din jî vî aqilî didin dewletê, dibêjin helendana kurdan êdî ne mimkûn e, em pir dereng man.
Lê li alî din jî êdî ew nikanin kurdan weke berê îdare bikin, ji bo serîhildana kurdan neçe negihîje serxwebûnê dixwazin bi çend tawîzên biçûk tevgerê bitemirînin.
Yanî serî li xwe digerînin û meselê dirêj dikin. Lê hebûna dîtin û dengên wiha jî zirara wê ji me ra tuneye, dîtin û pêşniyarên wiah çiqa zêdebin ji bo me hewqas baş e.
Lê dibê em bizanibin ku îlter Turkmen xêra bavê xwe wiha nabêje, bi rehetî nehatiye vê nuxteyê, li hember têkoşîna miletê kurd ew mecbûr maye van tiştan bibêje. Dibê em kurd vê pêşketinê bibînin û bêhêvî nebin. Dewleta tirk ketiye quncik û cî lê teng bûye.
Îlter Turkmen di hevpeyvîna xwe da li ser endametiya Tirkiyê ya Neteweyên Yekbûyî jî rawestiyaye, li ser têkiliyên leşker û sivîlan jî qala tiştekî gelkî xweş kirye.
Wek tê zanîn çendakî brî Tirkiye bi qelebalix û bi hela helayek mezin, bi def û zurne bû endamê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî. Tirkan gelkî pesnê vê endametiya xwe dan û ev yek weke serkeftineke mezin lanse kirin.
Lê di vê hevpeyvînê da meriv ji Nûriye Akmanê fêr dibe ku:
”Tirkiye ji bo ku vê endametiyê bidest xe butçeyeke 50 milyonê veqetandiye. Li hin welatan hin mal û xizmet belav kirye. Ji kompîtorê bigre, heta bi wasiteya VIPê, ji çapkirina pasapotê bigre heta bi avakirina înşîata ciyê bazarê û perwerdeya pîlotan.”Îlter Turkmen li hember van gotinên Akmanê nikane tiştekî bibêje tenê dibêje, ”meriv bibêje alîkarî çêtir e.”
Kuro ji kînga û virda navê bertîl û rişwetê bûye ”alîkarî”?
Diyar e we rayên çend dewletên feqîr kirîne, mesle ev e.
Li ser têkiliyên di nabêna sivîl û leşkeran da Îlter Turkmen agahiyeke pir balkêş daye ku heta nuha min nizanîbû wiha ye. Turkmen gotiye:
”Di NATO da dema wezîrên parastinê dicivin serokerkan tim li pişt wan disekinin. Ji Tirkiyê wezîrê parastinê û serokerkan naçin wê civînê. Cîgirê wezîr dihere. Ji ber ku mecbûr e li dawiyê rûne. Li ba me(li Tirkiyê) li gor protokolê serokerkan li pêş wezîrê parastinê ye. Halbû li hemû dinyayê tersê vê ye.”Wek tê dîtin li hemû cîhanê leşker di bin emrê sivîlan da ne û di protokolên navnetewî da jî leşker pişt sivîlan disekinin. Lê tenê li Tirkiyê eksê vê ye, yanî wezîrê parastinê li pişt serokerkan disekine, çimkî patron û axa serokerkan e.
Loma jî wezîr wek pepûkan li pişt wî radiweste.
Îcarji bo ku li hember cîhanê rezîl û riswa nebin naçin civînên NATO. Û ev dewlet jî xwedêgiravî ewê bibe endamê Yekîtiya Ewrûpa.
Serokerkan jî wek bekçiyekî, wek pûlisekî mamûrê dewletê ye û maaşê xwe ji dewletê digre. Perê dewletê jî perê gel e.
Gel bi raya xwe siyasetmedaran hildibijêre ji bo ku dewletê îdara bike, yanî ji bo ku li ser serê serokerkan, bekçî û pûlisan be û kar û xizmeta wan kontrol bike.
Bi gotineke din, serokerkan jî wek bekçiyekî kolanan dibê di bin emrê hukûmet û sivîlan da be. Lê li Tirkiyê belovacî vê ye. Û li gel vê jî hîn zimanê wan digere, hîn dibêjin em welatekî demokratîk in û nizanim em çi jahr û zuqûm in?
Ibret û sosireta giran!
Di vê sedsalê da wezîrê parastinê hîn weke emirqûlîyekî li paş serokerkanê xwe radiweste!Û ji bo ku xelk vê sosiretê nebîne ji şerman beşdarî civînan nabe...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE