05 oktober 2008

Artêşa tirk xwe hetikand

Li gor ku çavkaniyên dîplomatîk radigihînin piştî êrîşa HPG-ê ya ser qereqola Bezelê, Tirkiyê notayeke pir sert(!) daye Îraqê û xwestiye ku ”ew failên bûyerê bigrin û ji nuha û pê va jî divê nehêlin bûyerên wiha dubare bibin.”Û ji ber ku Emerîka jî serokatiyê ji hêzên hevpeyman ra dike loma jî Tirkiyê bi riya sefîrê xwe yê Washîngtonê di derbarê nota xwe da Emerîka jî agahdar kiriye.
Yanî ”nîvnota” daye Emerîkayê jî.
Li ser notaya Tirkiyê, berpirsiyarên îraqî di bersîva xwe da ji tirkan ra gotine ku ”êrîş li derî sînorên me bûye, loma jî em nikanin tirştekî bikin.”Lê tirkan bi bersîva îraqiyan qîma xwe neanîne û ji îraqiyan ra gotine:
Divê hûn ”li sînorên xwe xwedî derkevin.”
De tu were vî kerî di vî buhurî ra derbas bike kurro!
PKK-ê qûş li artêşa wan qetandiye, ew rezîl û riswa kirine pê nikanin, ji dêlî wê va diçin bela xwe di kurdên başûr û di emeîkiyan didin, dibêjin ”failê bûyerê bigrin. Nizanim bira careke din ”bûyerên wiha dubare nebin.”
A bela serê sibê û zora zaliman ji viya ra tê gotin.
Tirk bi rastî jî bûne bela û ketina dawa kurdan, kurdên reben dikin nakin, nikanin xwe ji vê belaya bi don xelas bikin.
Lawo, heger ”girtina failan” hewqasî rehet e çima hûn nagrin?
Ma ne bi w era şer dikin?
Bi sedan balafir û helîkopterên we yên şer hene, çekên herî giran û herî modern di destê we da ne û bi sedhezaran jî leşkerên we li serê çiyayên Kurdistanê ne. Hûn pir jêhatî û mêr in hûn wan bigrin.
Miltoneke hêzên we yên çekdar hene, ev 24 sal in hûn nikanin rê li ber çûn û hatina gerîlla bigrin, kurdên başûr ewê çawa bikanibin?
Û ya din ev ne karê wan e jî.
Hûn sînorên xwe biparêzin û nehêlin kes derbas bibe.
Ji dêlî ku hûn ji miletê xwe ra bibêjin ku weleh bi şer em nikanin PKK-ê biqedînin, em nikanin rê li ber şer bigrin, hûn derewan dikin û berê gelşê didin aliyekî din.
Notayê didin Îraqê û ji wan û emerîkiyan ra dibêjin ”li sînorên xwe xwedî derkevin.”
Ê baş e çima hûn li sînorên xwe xwedî dernakevin?
Ma sînor tenê yê Îraqê ye?
Dema hûn bikanibin sînorên xwe baş biparêzin û nehêlin kes derbas bibe ji xwe mesele namîne.
Ya din hemwelatiyên îraqî nehatine êrîşî we nekirine, yên êrîşî we dikin û bi we ra dikevin şer hemwelatiyên we ne.
Hûn weke dewlet ne dikanin rê li br çûna wan û ne jî li ber hatina wan bigrin û di ser da jî gazinan ji xelkê dikin, dibêjin ”li sînorên xwe xwedî derkevin.”
Şer li welatê we û bi kêmanî 10 km dûrî sînorên Kurdistana Federe bûye lê hûn diherin notayê didin Îraqê û bela xwe di kurdên başûr didin.
Hûn neheq in û hustuyê xwe di kêrê didin.
Di esasê xwe da hûn yanî ”dewleta kûr” naxwaze şer raweste, pir hindik hûn dixwazin bira berdewam be. Ji ber ku kara we di vî şerî da heye. Bi xêra vî şerî hûn vî hukmî dikin.
Heger hûn yanî ”dewleta kûr” bixwaze di rojekê da dikane şer rawestîne. Pir hêsan e. Hebûna kurdan wek milet nas bikin, mafên wan yên netewî qebûl bikin mesele diqede.
Weke milet hûn xwedî çi mafî ne kurd jî wan mafan dixwaze, ne kêm û nej î zêde.
Hûn him dibêjin ”em xîçekî jî nadin kesî” û him jî dema tên kuştin pir dikin gazî û hawar û wek zarokan pir digrîn.
Heger hûn naxwazin werin kuştin wê demê weke meriv û însanan mafê kurdan bidin.
Li gor beyanên we ji we 15 e lê ji PKK-ê jî 23 gerîlla hatine kuştin. Yanî we 8 kurd zêde kuştine.
Ma yê kurdan jî ne can e?
Ma dê û bavên wan jî tune ne?
Hûn gav û seetê di telewîzyonan da edebiyata xemgînî û dilşewatiyê dikin û bi vê riyê jî hestên însanan îstîsmar dikin.
Lê ya xerab di civata we da tu kes nikane hesab ji we bipirse, kesê xwedî vê cesareta medenî tuneye.
Li dinyayê tu milet weke tirkan nîjadperest, tirsonek û xulamê leşkeran tunye. Leşker çi bikin jî ne siyasetmedar û ne jî milet tu carî newêrin dengê xwe bikin, tim li hember wan serê xwe ditewînin û dikevin hazirolê.
Di van çend salên dawî da li gelek welatan miletan li hember artêş û hukûmetên xwe serî hildan û ew xistin.
Ji Arjantînê bigre heta bi Perûyê, Bolîvyayê, Taylandê, Gurcîstanê, Ukranyayê, Kazakîstanê, Mogolistanê, Burmayê, Pakistanê, Îranê, Ugandayê, Kenyayê û gelek welatên din miletan bi protestoyên girseyî û bi şer dîktator xistin, rejîm guhertin.
Li Tirkiyê heta nuha 4-5 darbeyên leşkerî çêbûne, leşkeran meclîs tim weke qişleyeke lesşkerî îdare kirine, lê dîsa jî serîhildaneke gelêrî çênebûye, milet û siyasetmedaran negotine em vê îdare û wesayeta leşkerî qebûl nakin.
Loma jî heta ku siyasetmedarên tirk ev bêzirav û tirsonek bin û milet jî ev miletê nîjadperest be diyên tirk û kurdan ewê hîn pir bigrîn.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE