07 september 2008

Xewnên vegerê

Bi nêzîkbûna vegera welêt ra ez xewnên pir tewşo mewşo, xewnên pir ecêb dibînim.
Ez bawer dikim berê jî carê du caran min qal kiribû, salê tê di vê mehê da dawî li 30 sal surgûniya min tê.


Yanî li gor qanûnên Tirkiyê di dawiya îlona sala bê da doza min mirûrîzeman dibe. Bi gotineke din, 30 sal di ser bûyerê ra dibuhure û heger ne derw be ji bo vegera min êdî tu gelş û kelemên huqîqî namînin.

Heger hin astengên nedihesêb da dernekevin piştî 30 salî, bi xêr dawiya salê tê cara pêşî ezê bikanibim herim welatê xwe, erd û ava ez lê hatime dinê, cî û warê ku zaroktî û xortaniya min lê derbas bûye bibînim.

Ez bi şev û roj, gav û seetê vê vegera xwe xeyal dikim.

Ezê kînga vegerim?

Çawa vegerim?

Çawa herim Wêranşarê?

Li Wêranşarê herim ku û kê bibînim?

Ecaba li Wêranşarê kesê min nas bike?

Gelo ezê kesî nas bikim?

Li Kurdistanê ezê herim kîjan bajarî?

Ezê herim kîjan dost û hevalî bibînim?

Gelo ev veger ewê tesîreke çawa li min bike?

Ez serê we neêşînim pirsên wiha di serê min da gav û seetê wek kurmekî li bin guhên hev dikevin.

Qey ewê ji ber van fikar, xem û xeylan be di van rojên dawî da ez gelek xewnên pir ecêb û pir manîdar dibînim.

Ez dixwazim îro jî ji we ra qala du xewnên xwe yên dawî bikim.

Berê xewna pêşî.
Dîsa ez diçûn welêt. Lê ez bi rê da bûn. Ez li bajarekî, li mala hevalekî mîvan bûn. Ez nizanim kîjan bajar bû. Wexta çûyinê hat û divê ez birêketama. Bawila min anîn, min dît ku xanima min û lawikê min yê biçûk Rojen jî li wir in, lê ew bi min ra nedihatin.

Min xwest ez pasaporta xwe ji bawilê derxim lê min nedît. Wext nêzîk dibû û divê min zû xwe bigîhanda balafirxaneyê lê min pasaport nedît.

Li ser vê, min bawil li wir hîşt û min ji hundur baz da. Min dizanîbû ku ez riya balafirxaneyê baş dizanim, min berê çûbû dîtibû.

Lê dîsa jî min rê dernexist.

Bi lez û bez, wek vizikê li kuçe û kolanên bajêr ez vir da û wê da doş dibûm lê min riya balafirxaneyê nedidît.

Li meydaneke mezin ez ji nişka ve rastî Vîldan Tanrikulu hatim. Kêfa min hat, min di dilê xwe da got, wele miheqeq ewê bizanibe, di tiştên wiha da ew şarezaye. Bi helkehelk, min riya balafirxaneyê jê pirsî. Got Zinar, wela balafirxaneya vî bajarî ez jî nizanim li ku ye…

Ez xeyalşikestî bûm.

Dîsa bi bez min riya xwe domand.

Bi rê da min ji çend kesên din jî pirsî, kesî nizanîbû. Tenê yekî îstîqamet nîşanî min da, got wele wir da ye lê ez nizanim meriv çawa dihere wir.

Min riya xwe domand. Lê tim jî dibezim û li seeta xwe jî dinêrim, afir kufur dibim û bi xwe da dixeyidim, dibêjim qaşo min rê baş zanîbû.

Jêvajorî li min daketibû, min tu der nas nedikir, feqet heta ji min dihat dibeziyam, ji bo ku bigihîjim balafirê.

Bi bez min ji kolaneke bi nêrdiwan xwe bera jêr dida, ji nişka ve rê qediya û geliyekî pir kûr derket hember min.

Min hew dît ku wek qertelekî ez li ser kendalekî me û tu nemaye ku ser serî di gelî wer bim.
Min xwe ser piştê paş da avêt, ez hinekî şemitîm, lê min destê xwe avêt ji deviyên dora xwe da û ez di gelî wernebûm.

Hêdî hêdî min xwe paş da kişkişand lê hîn jî di nabêna ketin û neketinê da bûm, tam bi firêqetiyê neketibûm.

Di vê kefteleftê da ez bi xwe hesiyam. Rabûm ser xwe, min çû tasek av vexwar û bîstekê bîna xwe girt. Min li seetê nêrî, seet sisiyê destê sibê bû. Xanim jî şiyar bû. Min xewna xwe jê ra got.

Min got ev çend car in em bi hev ra diherin lê dû ra bi hawakî em ji hev diqetin. Ev ne elameta xêrê ye.

Xewna duyem.
Şeva çarçemiyê dîsa ez diçûm welêt. Lê îcar xanim û zarok ne bi min ra bûn, em çend hevalên din bûn.Yilmaz(Selîm)jî bi me ra bû û em bi hev ra diçûn welêt. Bi şev em dîsa mîvanê hevalekî bûn, ez nizanim kî bû.

Em ji mal derketin bajêr. Wexta me ya çûyinê hîn hebû.

Li bajêr em ji xwe ra digeriyan. Bajar ne Stockholm bû.

Wexta çûyinê hat. Em çûn xeraca otobozan ji bo ku herin balafirxaneyê.

Ez hew pê hay bûm ku min çenteyê xwe yê mil li malê ji bîr kirye. Bilêt û pasaporta min jî li mal maye.

Em li ber otobozê sekinîbûn û li bendî çûyina wê bûn. Dema min dît ku min ne pasaport e û ne jî bilêt e ji hêrsan ez bi hew ketim, min got Yilmaz, zû li erebê suwar be em herin bilêt û pasaporta min bînin.

Yilmaz got, wele min erebe neaniye vir, min erebe li ber malê hîştiye. Çaxa wer got, tamara dilê min qetiya.

Ew hevalê ev 30 sal bûn em bi hev ra li bende vê rojê bûn, dikikira terka min bikira û biçûya.


Em hîn dipeyivîn ku em çi bikin?

Şofêrê otobêzê otoboz xebitand, rêwîyan dest pê kir lê siwar bûn. Min ji alîkî da li otobozê dinêrî û ji alîkî da li der û dora xwe, gelo divê min çi bikira?

Çimkî hevalên min jî dikir li otobê siwar bûna...

Lê berî ku Yilmaz û hevalên din li otobêzê siwar bin û xatir ji min bixwazin ez ji xew holî ser xwe bûm.

Di nava nivînan da bîstekê min bîna xwe girt, xewn giş anî bîra xwe û dû ra jî rabûm çûm mitbaxê. Min rahîşt qelemê û xewna xwe bi kurtî not kir.

Û nuha jî bi vê nivîsê min hûn jî ji van herdu xewnên xwe agahdar kirin.

Ez ne rimildar im, lom jî nizanim maneyên xewnan şirove bikim.

Li ser xewn û maneyên wan gelek dîtin û hîpotez hene, gelek lêkolîn hatine kirin û gelek tiştên dijberî hev hatine gotin.

Lê tirsa min ew e ku ev xewnên min yên li ser vegerê ne elameta xêrê bin. Ev hêvî û xeyala min ya 30 salî biqurmiçe, veger rast negere, hin astengên nuh, yên ne di hesêb da derkevin hember min.

Ji ber hercara ku ez vedigerim, ya ez bilêta xwe ya jî pasaporta xwe jibîr dikim û loma jî ez tim di nîvê rê da dimînim.

Di xewnê da be jî veger tu carî nabe nesîbê min.

Gelo bi rastî jî ezê tu carî nikanibim vegerim?

Gelo xewnên min îşareta vê yekê ye?

Heta ez sax bim, ez vê zulma dewleta tirk tu carî ji bîr nakim...


2 kommentarer:

  1. Kekê hêja Zinarê Xamo,

    Hêvîdar im ku tu yê jiber van xewnên bêyom li ber xwe nekevî. Wellehî kekê mino, ez jî kêm-zêde di nav rewsheke wilo kambax da me. Herweha berî heftekê dayika min jî chu ser dilovaniya xwe. Me ev bîst sal in ku hevdu nedîtibu.
    Bila xwadeyê mezin (heger hebe!) li van Tirkên xwînheram hezar carî bipirse!!!

    Rojeno

    SvaraRadera
  2. Birayê hêja!
    Bira serê te sax be, Xwedê sebir û metanetê bide te û hemû malbata we.
    Zirara xewnan tuneye, ew ji yên weke min ra dibe mijûlî û mijara nivîsê.
    Zinarê Xamo

    SvaraRadera

PARVE BIKE