01 juli 2008

Îslamîst û kemalîstan dîsa repandin hev

Çapemeniya tirk bi xeberên operasyonê şok bû. Ji ber ku ev operasyon jî li hember çeteyên gelkî mezin hatibû kirin.

Pûlis di çarçeweya operasyonê da li Anqerê avêt ser buroya rojnameya Cumhûrîyetê, li Stenbolê girt ser merkeza rojnameya Tercumanê û dîsa li Anqereyê girt ser merkeza ATO-yê(Odeya Tîcaretê ya Anqerê) û li van deran lêgerîn kir.

Bêyî buroyên Cumhûrîyet, Tercuman û ATO-yê li malên hin leşker, du orgeneralên teqawit, Mustafa Balbay û ya Sînan Aygun jî lêgerîn hate kirin û tê gotin ku gelek dokuman ji alî pûlis va hatine bidestxistin.

Di nava girtiyan da Birêvebirê Giştî yê rojnameya Tercumanê Ufuk Buyukçelebî, berpirsê Cumhuriyetê yê Anqerê Mustafa Balbay, serokê ATO-yê Sînan Aygun, orgenerlên teqawit Hurşît Tolon û orgeneral Şener Eruygur û
24 kesên din jî hene. Û operasyon hîn jî berdewam e.

Hêzên kemalîst, CHP, nivîskarên rojnameyên Tercuman û Cumhûrîyetê li hember operasyonê û girtina 2 orgeneralên teqawit reaksiyoneke pir mezin nîşan dan.

Li gor îdîa hin nivîskar û mixalifên AKP-ê ev operasyon ji bo guhertina rojevê hatiye kirin. Wek tê zanîn, îdîanameya devkî ya serdozger ya ji bo girtina AKP-ê îro bû. Serdozger di mahkimeya bilind da ewê îro doza xwe bi teferûat biparasta.

Îdîa mixalifên AKP-ê ew e ku AKP, bi vê operasyonê nehîşt delîl û belgeyên ajandeya AKP-ê yên bi dizî ji alî rayagiştî ve were zanîn, bi vê operasyonê rê li ber vê yekê hate girtin.

Bêguman herdu serî jî luht û pîncên medreseyekê ne, hevûdu baş nas dikin, nêt û armancên hev dizanin. Loma jî pir ne xerîb e ku AKP di nava hesabekî wiha da be.

Wek tê zanîn di 20-ê hezîranê da planeke serfernandariya giştî ya li hember kurdan û AKP-ê ji alî rojnameya Tarafê ve hatibû eşkerekirin. Hefteya borî dîsa hin civînên leşker, dîplomat û kesên kemalîst yên bi dizî yên di vê çarçewê da hatin eşkerekirin.

Him di palana leşkeran da û him jî di van civînên kemalîstan da(tê gotin ku serokkomarê kevn Sezer jî beşdarî van civînan bûye) ji xistina serokkomar Abullah Gul bigre, heta bi xistina hukûmetê, gelek xebat û haziriyên leşkeran hatibûn eşkerekirin.

Haya serok û mezinên AKP-ê ji van xebatên leşker û kemalîstan çê bû, dîtin ku mesele pir cidî dye, bi rastî jî şûr hatine kişandin, çek hatine hatine dagirtin, firandina serên wan hertim mimkûn e.

Û ji ber vê jî, ew jî derbasî êrîşekê bûn, belkî li hember leşkeran kartên xwe yên bazarê xurttir bikin.

Lê çawa be jî êdî tîr ji kevên firiyaye, herdu seriyan jî pir hindik hevdu “birîndar kirine û “xwîn” ji hev rijandine, loma jî hewqas nehêsa ye ku her tişt here qeysa berê.

Nivîskarê rojnameya Cumhûrîyetê Umît Zîlelî pir sert peyivî û got:
“Îktîdar bedelê vê yekê ewê pir giran bide. Şûr ji kalanan hatin kişandin.”
Heta nuha AKP tu carî bi rengekî cidî neçû ser dewleta kûr û çeteyên wan ku her roj destên xwe di xwîna kurdn digerandin. Ji AKP-ê wetnê, heger destûrê bide terorîzekirin û kuştina kurdan leşkerê dev ji wan berdin, îktîdarê û îdarekirina dewletê ji wan tenê ra bihilên.

Lê praktîkê tekrar tekrar nîşan da ku ev xeyaleke vala ye, heta ku ”dewleta kûr” û çeteyên wan ê kontrgerîlla hebin, heta ku leşker desthilatdar bin û heta ku demokrasiyeke temam li Tirkiyê bicî nebe û miletê kurd negihîje mafên xwe yên netewî û demokratîk ne AKP û ne jî partiyeke din dikane bibe îktîdar; dixwaze bira ji sedî %80-î dengan girtibe jî.

Têkoşîna gelê kurd ya salan dewleta çeteyên kemalîst û nîjadperset ji ber hev da xist û anî ber mirinê. Termê vê dewleta çete û panturkîst nuha wek berateyekê li erdê ye û qijik û qertel jî li ser şer e û hevûdu dixwin.

Hela em mêzekin kê zora kê bibe û berate ewê ji kê ra bimîne…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE