07 juni 2008

Hesabê kurdan şaş derket

Kurdan, di mesela bicîanîna madeya 140-î da bi qebûlkirin nabêncîtiya Neteweyên Yekbûyî şaşîtiyeke pir mezin kirin û nuha jî zirara vê şaşîtiya xwe dibînin.

Şaşiya hesabê kurdan bi rapor û pêşniyarên Staffan de Mistura derket ortê. Tiştê xuya ye pêşniyarên Staffan de Mistura, ji kurdan bêtir li gor dilê tirkan û ereban e. vê yekê meriv ji reaksiyona Dr. Mehmûd Osman fêm dike.

Siyasetmedar û endamê grûba Hevpeymanîya Kurdistanî Dr. Mehmûd Osman, do bi dijwarî li dijî pêşniyarên Staffan de Mistura derket û got, pêşniyarên Staffan gelkî xerab in û ne mimkûn e kurd wê qebûl bikin.

Piştî ku Staffan de Mistûra pêşniyarên xwe teslîmî serokkomarê Îraqê Celal Talabanî kir, reaksiyona pêşîn Mehmûd Osman nîşan da. Mehmeûd Osman, ji ajansa PNA ra got:

”Pêşniyarên Staffan de Mistura xerab in û wan ev yek ji Neteweyên Yekbûyî hêvî nedikir. Çimkî bi vê pêşniyarê Staffan, gelek herêmên Kurdistanê jê vediqetîne û dide Îraqê. Û ev yek jî nîşan dide ku Staffan de Mistura ketiye bin bandora Tirkiyê û welatên ereb û heta ya Emerîkayê bi xwe jî.”
Mehmûd Osman got, dibê meseleya madeya 140-ê nekeve destê Neteweyên
Yekbûyî, ji ber ku ew hesabê berjewendiyên dewletên cîran jî dike. Dr. Mehmûd Osman, salên ku Staffan de Mistura ji pêşniyarên xwe ra kirye bingeh şaş dibîne û dibêje:

”Staffan de Mistura sala 1932-ê kiriye bingehê dabeşkirina pêşniyarên xwe. Û sala 1932-an ew sal e ku Îraq tê da bû endama Neteweyên Yekbûyî. Xuya ye ku ev jî şaş e û bi vê serdemê re nagunce, çimkî wê wextê ne herêma Kurdistanê hebû û ne jî federalîzm.”

Wek tê zanîn Dr. Mehmeûd Osman, yek j iwan kesan bû ku ji destpêkê ve li dijî têkilbûna Neteweyên Yekbûyî bû û ew vê şêla xwe ya destpêkê bi bîr dixe û dibêje:

”Ez bi xwe ji destpêkê ve ne bi wê yekê ra bûm ku ev pirs bikeve destê Neteweyên Yekbûyî. Ji ber ku digel hemû zordarî û sitema ku li miletê kurd hatiye kirin rojekê ji rojan jî Neteweyên Yekbûyî helwestek li dijî vê zilmê nîşan nedaye.”

Dr. Mehmûd Osmanî dibêje:

” Digel ku ev rapor pêşniyarek e û ne şert e ku hemî pêşniyar bête qebûlkirin, lê belê ev rapora ji destpêkê diyar dike ku helwesta Neteweyên Yekbûyî çi ye û ewê çi encam jê derkeve."Mehmûd Osman dibêje, divê parlamentoya Kurdistanê li ser vê meseleyê zû bicive û biryarekê bide.

Li alî din endamê Eniya Tewafuqê Ebdulkerîm Samera jî li ser pêşniyarên Staffan de Mistura ji çapemeniyê ra got:

“Divê dosyeya Kerkûkê di navbera îraqiyan da bê çareserkirin û hêj dema wê yekê nahatiye ku NY pêşniyazên bi vî awayî pêşkêş bike.”

Lîsteya Hevpêmaniyê Kurdistanê jî ewê sibe civîneke taybet ji bo vê meselê saz bike û li ser pêşniyarên Staffan de Mistura rawestin.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê doktor Fûad Hisên jî bi beyanekê got ku serokatiya herêmê û hikûmeta Kurdistanê jî pêşniyarên Staffan de Mistura nîqaş dikin û helwesta xwe ya li hember rapora Mistura paşê ewê aşkere bikin.

Hevdem cîgirê serokê parlamentoya Kurdistanê Kemal Kerkûkî jî got:

”Çend rojên din serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê ewê raya xwe ya li ser vê raporê eşkere bike. Niha em li Bexdayê ne û gotûbêjên me yên li ser raporê û hûrgiliyên wê dom dikin. Kîngê gotûbêjên me qediyan emê helwesa xwe diyar bikin.”
Li gor pêşniyarên Staffan de Mistûra, nehiya Qeracê ya girêdayî Mexnûrê ewê biçe ser wîlayeta Mûsilê.

Li ser vê pêşniyarê, qeymaqamê Mexmûrê Berzan Seyid Kake jî reaksiyonek ser nîşan da û wiha got:

” Ev pêşniyar ji rastiyê gelkî dûr e û bûye sedema nerihetiya xelkê navçeyê û bi taybetî jî yên gundên erebnişîn. Li nahiyeya Qeracê 76 gund hene, 40 ji wan kurdnişîn in, 34 erebnişîn in û 2 gund jî kurd û ereb têkel in. Hertim bi nasname rêjeya kurdan ji ereban gelek zêdetir bûye lê ji ber ku pêştir gundên kurdnişîn hatine veguhestin heta niha kurd venegeriyane û li benda qerebûkirinê ne.”
Li ser îdîeya pêşniyarê ku nişteciyên Qeracê naxwzin vegerin ser herêma Kurdistanê, Kake dibêje:

”Cihê matmayînê ye ku Staffan de Mistura dibêje navçe erebnişîn e û ereb naxwazin vegerin ser herêma Kurdistanê. Di maweya 5 salên borî da çendîn car erebên Qeracê rêpîvan kirine da ku vegerin ser Kurdistanê. Erebên navçeyê li dijî vê pêşniyarê derdikevin û ewê li dijî wê rêpîvanê bikin.Qerac deşteke çandiniyê ye û axa Kurdistanê ye, em bosteke axa Qeracê jî nadin. Bi tu awayî pêşniyara Staffan de Mistura qebûl nakin.”
Hinekî dirêj be jî min xwest ku xwendevan reaksiyona kurdan ya li hember pêşniyarên Staffan de Mistûra bibînin. Reaksiyona kurdan ne xerab e lê hindik e, dibê pir berfirehtir dibe. Û bi taybetî jî dibê serokê Kurdistanê û parlamentoya Kurdistanê bi tundî li dijî vê pêşniyara Neteweyên Yekbûyî derkevin û nîşan bidin ku qebûlkirina vê pêşniyarê ji bin da ne mimkûn e.

Tîr carê ji kevên derketiye, yanî Neteweyên Yekbûyî carê xwe tevî meselê kirye, êdî veger tuneye. Divê kurdan di serî da ev yek texmîn bikirana û ev tevêbûn qebûl nekirana.

Çimkî bi tecrûbeyên rapor û pêşniyarên berê jî sabit e ku di rewşên wiha da tesîra dewletan tim ji ya kurdan zêdetir bûye. Yanî Neteweyên Yekbûyî ji kurdan bêtir tim hesasiyet û daxwazên tirkan û ereban girtine dîqetê, çimkî ew ji kurdan bi hêztir in, dikanin bi gelek riyan bêtir tesîrê li raportoran bikin.

Lê ya girîng êdî ne ew e ku divê kurdan çi bikira?

Ya girîng nuha ew e ku divê kurd çi bikin?

Berî her kesî divê parlamento bi yek dengî vê pêşniyarê red bike û dû ra jî hemû rêxistinên svîl, sendîka û partiyên siyasî jî li dij derkevin û vê yekê bi çalakiyên demokraîk nîşan bidin.

Bêdengî û sistî li zirara kurda ye, divê bi rengekî vikirî û cidî pêşniyara Staffan de Mistura red bikin û bavîjin ser sergoyê têkoşîna serxwebûna Kurdistanê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE