07 maj 2008

Dewleta tirk li hember kurdan haziriya şerekî mezin dike

Abdullatîf Şener, yek ji avakarê AKP-ê û di hukûmeta berê da jî wezîr û cîgirê serokwezîr bû.

Lê di hilbijartinên dawî da ji nişka ve nebû namzetê parlamenteriyê û neket meclîsê.

Vê paşdavekişîna Şener, hemû derûdorên siyasî matmayî hîşt. Texmîna derûdorên siyasî ya mişterek ew bû ku Şener belasebeb xwe ji siyasetê dûr naxe, miheqeq ”hesabek, planeke bi dizî” di bin vê şêla wî da heye.

Wextê nîşan da ku ev texmîn ne şaş bûye. Bi rastî jî ”hesabekî” Şener hebûye û ev hesab jî hêdî hêdî xuya dibe.

Şener êdî venaşêre ku piştî girtina AKP-ê ew dixwaze partiyekê nuh ava bike û bibe serokê wê.

Bi operasyona li hember Ergenekonê ra navê Şener û Cemîl Çîçek jî wek merivên ”dewleta kûr”, merivên Ergenekonê baskên di nava AKP-ê da hat rojevê. Loma jî li gor hin îdîeyan Şener elemanekî ”dewleta kûr” yanî merivê leşkeran e.

Şener hetanî nuha ne ji AKP-yê îstîfa kiriye û ne jî hatiye îxrackirin. Lê bi îhtîmaleke mezin ev yek di rê da ye, diyar e ew li bende kamiliya wextê û emirê ji jor e. Dema ew wext û seet hat, ewê zend û bendan vemale û dest bi karê xwe bike.

Li gor xebera malpera Kurdistan Postê, Şener ji kesên nêzî xwe ra gotiye AKP-yê were girtin û li Kurdistanê jî ewê îdareya leşkerî(urfî îdare) were îlankirin.

Kurdistan Post bêyî ku nav ya jî çavkaniyekê nîşan bide dibêje, Şener teqrîben deh roj berê ji hin parlamenterên AKP-yî ra gotiye, AKP sedî sed ewê were girtin û li Kurdistanê jî ewê îdareya leşkerî îlan bibe. Şener gotiye, heta ne ev tenê jî, îhtîmal heye ku serokwezîr Erdogan jî têxin hefsê.

Li ser hin senaryo û planên leşkeran yên pêşerojê Şener ji parlamenterên AKP-yî ra wiha gotiye:

-Derdor ewê di nava toz û dûmanê da bimîne. Mêrikan(yanî leşkeran) hesabê 100 salên bê kirine. Pir bi plan hereke dikin. Heta îhtîmal heye ku birêz Tayip beg têkeve hefsê û li başûrê rojhilat îdareya leşkerî were îlankirin.
Wek min li jor jî got, li derdora Şener hin îdîa hene, dibêjin ew yek ji merivên ”dewleta kûr” yê girîng e. Dixwaze bira ev îdîa rast be ya jî ne rast be, ev yek girîngiya gotinên Şener kêm nake. Şener, pir vekirî qala darbeyeke leşkerî dike, dibêje wek dema cûntaya 12-ê Îlona 1980-î li Kurdistanê dîsa ewê îdareyeke leşkerî dest pê bike.

Bi baweriya min ev gotinên Şener, ne îdîayeke vala ye, hemû bûyer û diyarde nîşan didin ku leşker li pey tiştekî wiha ne. Ji bo ku kurd tu mafî bi dest nexin leşker û hêzên tirk yên nîjadperest û faşîst amadene her dînîtiyê bikin.

Ji ber ku îro rewş hatiye nuxteya ya ewê mafê kurdan bidin û rêwîtiya xwe ya YE-ê bidomînin ya jî ewê dînîtiyekê, tiştekî pir antî demokratîk bikin û careke din Tirkiyê li bin guhê hev xin. Ev yek dikane darbeyeke leşkerî ya jî rejîmeke di bin emrê leşkaran da be.

Divê em kurd bûyerên li tirkiyê û li Kurdistanê diqewimin baş tercume û analîz bikin.

Heta nuha min çend caran nivîsî, ji bo ku tevgera kurd ya azadîxwaz di warê leşkerî û demokratîk(legal) da tasfiye bikin, leşker û hevalbendên wan hin amadeyiyan dikin. Loma jî xwe ji Yekîtiya Ewrûpayê dûr dixin û tu gavan berbî demokrasiyê ve navêjin. Şerê wan û AKP-ê bahaneye, mesele kurd in, dixwazin rê li ber tesîr û prosesa Yekîtiya Ewrûpayê bigrin. Çimkî endametiya Yekîtiya Ewrûpaya dawiya îktîdara wan û destpêka çareseriya mesela kurd e, dixwazin rê li ber vê bigrin.

Ji Newrozê û virda ye li hember endam û kadirên DTP-ê, li hember kurdan bi tevayî teroreke mezin û nedîtî tê meşandin, heta nuha belkî bi hezaran însan hatine girtin. Ev hişkî, ev terora li hember miletê kurd ne bela sebeb e, haziriya hin tiştan e.

Ji ber vê yekê ye ku heta ji destê wan tê şer, û teşxeleyê derdixin, li zanîngehan xwendevanan bera hev didin, prowakasyonan çêdikin ji bo ku zemîna rejîmeke totalîter û leşkerî amade dikin.

Loma jî gotina Şener, ”mêrikan hesabê dûr û dirêj, hesabê 100 salên pêş me dikin” gotineke ne vala ye û divê kurd bigrin cidiyê û siyaseteke li gor wê bimeşînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE