13 mars 2008

“Hesasiyeta” Erdogan bahaneya înkara kurdan e

Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, piştî bêdengiya du sê rojan nîhayet îro ev bêdengiya xwe xera kir û got ji bo çi wî daxwaza hevdîtina bi DTP-ê ra red kiriye.

Piştî hevdîtina bi Serokê Meclîsê Koksal Toptan û Serokkomar Abdullah Gul ra, li ser navê DTP-ê Ahmet Turk û Aysel Tuglukê ji bo guftûgokirina mesela kurd çend roj berê ji Erdogan randewu xwestibûn. Piştî du roj bêdengî, Erdogan îro sebebê redkirina xwe ji rojnamevanan ra wiha anî zimên:

-Wek hûn dizanin di vî warî da ji serî da hesasiyeteke min heye. Ew hesasiyeta min jî ev e: Min ji wan ra got, heta ku DTP di bin banê parlamentoyê da PKK-ê wek rêxistineke terorîst îlan neke ez wek Serokwezîrê Komara Tirkiyê bi we ra tu hevdîtinan nakim.
Bêguman şertê “terorîst îlankirina PKK-ê” bahaneye û qulpeke nedana mafên kurdan e. Wek min do jî gotibû, tu nêt û projeyeke AKP-ê ya çareserkirina mesela kurd tuneye. Erdogan heta nuha çend caran gotiye, siyaset û dîtina partiya wan ya derbarê mesela kurd da, “yek milet, yek dewlet, yek al, yek ziman û yek welat e”, bêyî vê, tu siyaseteke wan ya din tuneye. Û ev siyaset jî înkar û îmha miletê kurd e.

MHP, CHP û artêş ji bo kurdan çi difikirin, çi plan û projeyên xayinane çê dikin, AKP jî eynî tiştî difikire û eynî siaysetê dimeşîne.

Bi navê vekirina hin “pakêtan” dixwazin him cîhanê û him jî kurdan bixapînin û wextê qezenc bikin. Dewleta tirk wisa bawer dike ku di nabêna 10-20 salan da ewê bikanibin piraniya kurdan asîmîle bikin, bikin tirk. Ji bo vê armancê jî xebatên gelek cidî dikin, bi taybetî li ser zarokên keç û jinan pir radiwestin. Dibêjin heger em keçan asîmîle bikin, wê demê zimanê kurdî ewê nemîne û kurdê doza kurdayetiyê nekin.

Loma jî qet guh nadin daxwazên Yekîtiya Ewrûpa û tu şertên wan bicîh naynin. Esas Yekîtiya Ewrûpa nuha bê qeyd û şert bixwaze Tirkiyê bike endam jî tirkê viya nexwazin. Çimkî naxwazin nuha bibin endam, tenê ji bo xapandin û dirêjkirinê hin tiştên pir biçûk dikin. Hemû mesele ev.

Kongreya Parlamenterên Welatên ErebÎro Kongreya Yekîtiya Parlamenterên Ereb ku ev sê roj bûn li Hewlêrê civîna xwe dimeşand, bi derxistina çend biryaran dawî li karên xwe anî. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di roja dawiyê ya kongereyê da axaftinek kir.

Serok Barzanî got:

” Piştî azadbûna Iraqê ev cara yekê ye bi awayekî wiha fireh şandeyên welatên ereb serdana Kurdistanê dikin.Ev jî asoyeke nû ye bo xurtkirina peywendiyan. Li Hewlêrê sazkirina vê kongreyê, qebûlkirina Iraqa nû û hevgirtina pêkhateyên wê ye.”

Barzanî axaftina xwe wiha domand:

” Di navbera kurd û şîa de qayişkêşî tuneye , xebat û têkoşîna li dijî rejîman heye.Nimûneya wê jî ew e ku di hezîrana 1976-an da Mistefa Barzanî biryar derxist ku pêşmergeyên Kurdistanê li artêşa Iraqê ya wê demê nede. Her weha sala 1991-ê jî leşkerên hêsîr ên artêşa Iraqê ji alî pêşmergeyên Kurdistanê ve bi awayekî baş hatin pêşwazîkirin.”

Serok Barzanî li ser mayina bi Îraqê ra jî got:

”Herêma Kurdistanê bi birayên xwe yên îraqî ra yekîtiya Iraqê hilbijartiye.”

Konferansê ji bo dewletên cîran bangewaziyek belav kir û tê da diyar kir ku divê dest navêjin nav karûbarê Iraqê yên navxweyî. Di belavokê da ji bo pêvajoya siyasî ya Iraqa Federal jî piştgirî hate diyarkirin.

Konferansê di belavoka xwe da rexne li Tirkiye jî girt û got, divê Tirkiye carek din nekeve nav xaka herêma Kurdistanê.

Wek Serok Barzanî jî di axaftina xwe da got, bêguman çêbûna Kongireya Yekîtiya Parlamenterên Ereb li Hewlêrê di warê dîplomasî û siyasî da ji bo kurdan pir girîng e. Gelek baş bû ku kurdan jî qîmeteke li gor vê girîngiyê dan civînê. Qet şik tuneye ku vê civînê statuya Kurdistana Federe xurttir kir.

Bulent Ersoy: ez li pişt gotinên xwe meJi ber ku Bulent Ersoy di progaramekê da gotibû, “heger lawekî min hebûya minê neşenda leşkeriyê”, di heqê wî da bi sûcê ku “xelkê ji leşkeriyê sar dike” doz hatibû vekirin. Ersoy ji ber van gotinên xwe îro 1,5-ê îfade da dozger. Piştî îfadedanê, li ser hin pirsên rojnamevanan Ersoy bêyî ku vir da û wê da çivan bide xwe, xanimê bi mêranî got:

“Ez li pişt gotinên xwe me. Min got, ne mirin çareserî.

Xwezî li Tirkiyê siyasetmedarekî tirk bi qasî te cesûr hebûya.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE