Carnan dibê meriv xwe tevî xirecirên siyasî neke, li teşxeleyên nabêna partiyan, însanan temaşe bike.
Li hal û ehwalê dinyayê, li teqereqa civatê, li xirecira siyasetmedarn, li yên
diherin, li yên tên tenê sêr û temaşe bike.
Ne bibêje him, ne bibêje gim. Ne rexne bike, ne teqdîr bike.
Ji kesî ra ne bibêje te baş kir, ne bibêje te şaş kir. Wek fîlmekî sêr bike, tenê
ji xwe ra bifikire.
Bipê, sebir bike, hela ka dihere li ku disekine.
-Problema tirkan ya herî mezin tiştê ji bona xwe heq û rewa
dibînin, ji bo me kurdan zêde dibînin.
Li gorî wan dewlet ji bo wan heq e, lê ji bo me ne heq e, qebhet e, gerek ew serî
bin, em jî nig bin.
-Bi kurmancî hin xeberên, hin çêrên pir xweş hene, pêşiyên
me dilên xwe li bênamûsan baş rehet kirine û pir xweş jî gotine, teşbîhên pir
xweş kirine.
Erê xeber in, argoyên giran in, lê peyvên wek zêr in, peyvên entîke ne.
Carna wezna wê tê meriv dixwaze ji hin kesan ra bibêje, lê nabe, argoyên wer
ancax di roman û çîrokan da werin bikaranîn.
-Dema dewleta meriv tunebe, meriv bi zimanê xwe di dibistan
û zanîngehên xwe da perwerde nebe roj bi roj, sal bi sal zimanê meriv ji hev dûr
dikeve, ji zimanê miletekî bêtir dibe wek zimanê eşîran, zimanê bajaran,
herêman.
Dewlet çîmento ye, zamq e, meriv bi hev va dizeliqîne, dike milet.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar