Berê di nav me da şiir(helbest)populer bû, yên xwedî fantazî, yên dixwestin bibin edîb bi şiirê dest pê dikirin, dixwstin bibin şair.
Lê nuha rewş guherîye, êdî kes zêde xwe nêzî şiirê nake,
rexbeta ji şiirê ra pir kêm bûye.
Êdî roman di rewacê da ye. Yê dixwaze bibe edîb bi romanê dest bi nivîskariyê dike.
Çimkî roman ji şiirê rehettir e. Meriv kane çîrokekê, hin tiştan li hev ragire, hinekî dirêj bike û dûra jî bibêje ev roman e. Ne şert e hunerek tê da hebe, çîrokek xweş be.
Meriv çîrokekê, serpêhatiyekê li hev tîne, ji jiyana xwe jî hin tiştan tevê dike, dibe roman.Lê şiir ne were ye, jê ra zanîneke kûr, fantazîyeke mezin û
xewnên rengorengo, dilekî evîndar lazim e.
Çîroka ne tu çîrok, romana ne tu roman di nav kurdan da zêde
xwe nade der, bêqalîtetî zêde ne beloq e.
Çimkî di nav civata me da mistewa
fêmkirina edebî kêm e.
Lê fêmkirina şiîra baş û xerab xuya ye, her kes zû tê derdixe. Şiîra xerab zû
xwe dide dest.
Şair dibê hinekî delodînî be, dildarekî dilzîz be, tiştên
ecêb, tiştên hîn kesî nebihîstiye bibêje. Û bi hostayî û xweş bibêje, meriv
bike heyranê xwe, dilê meriv rake pêdarê, zewqeke mezin bide meriv.
Helbet ez nabêjim romanên baş tunene. Bêguman romanên pir baş hene. Nivîskarên
romanên mezin, romanên nemir nivîsîne hene.
Nivîsandina wan romanan jî bi qasî şiira baş zor e, jê ra zanîneke kûr û
hostayîyeke mezin lazim e.
Ez wan înkar nakim, ez qala romanên ne tu tişt in dikim. Wek leqleqa vala.
Meriv kane teoriya romanê, teknîkên cuda fêr bibe, çîrokekê li hev ragira û
romanekê binivîsîne. Ew dibe roman, ne şert e romaneka baş be.
Lê şiir ne were ye, heger meriv ne xwediyê ruhekî şairane, dilekî dîn û aqilekî
mişt fantazî be, meriv sed terorî û teknîkan jî fêr bibe dîsa jî nabe şair.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar