Piştî me gerra xwe qedand, ez ji xanimê veqetiyam, ew çû malê, min jî berê xwe da sentrûmê, ser
mêwefiroşê me.
Bi rê da kalekî(serxweşekî, alkolîstekî)swêdî şûşeyeke Jägermeister di dest da
li ser benkekê(kursîyekê)rûniştibû, bi dilşadî dermanê xwe vedixwar.
Ez zû dimeşiyam. Çaxa min nêzîkayî lê kir, destê xwe li min bilind kir, ji min
ra got:
-Merheba ji te ra !
-Merheba, merheba. Tu çawa yî, tu baş î?
Bi rûkenî got:
-Vad roligt att du kan prata svenska !
Yanî çi xweş e, çi baş ku tu bi swêdî zanî, tu kanî bi swêdî bipeyivî.
Ez lê nesekinîm, ji dûr va min sipasî wî kir û riya xwe domand. Li dû min hin
tişt got lê deng nehat min.
Dûra ez poşman bûm ez nesekinîm û min pê ra hinek sohbet nekir. Dixwest ez herim ba wî û pê ra bipeyivim,
hewcedariya wî bi sohbetê hebû. Lê sohbeta bi wan ra jî ne rehet e, dibê wexta
meriv hebe û meriv pir bînfire be.
Kalo ji taxa me bû, ya jî ji dereke din hatibû ez nizanim.
Li taxa me çend kal û pîrên alkolîst ne tê da swêdî nemane, çavê meriv tu carî bi
swêdiyan nakeve. Şêniyên taxê piranî reşik in, ereb in, pakîstanî ne, afgan û bengalî ne; çend malên tirk
û kurdan jî hene.
Gelekên xerîban bi swêdî jî nizanin.
Erê fizîkî em li Swêd in, lê têkliya me bi
swêdîyan ra tune ye, ne em wan dibînin, ne jî ew me dibînin, em bûne getoyek
xerîban.
Berê ne wiha bû, di nav 10 salan da swêdî reviyan, herêm bû getoyek problem.
Ji bo wê jî kalê alkolîst gava dît ez kanim bi swêdî silava
wî bigrim û silavê bidimê kêfa wî hat.
Belê Swêda em lê dijîn ev e…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar