Nivîskar, mucîd û fîlozofê amerîkî Benjamîn Franklîn li ser bextewarbûnê pêşniyareke pir xweş kiriye, gotiye:
”Du riyên bextewarbûnê hene. Ya dibê meriv daxwazên xwe hêm
bike, ya jî îmkanên xwe zêde bike.”
Em miletên asyayî û afrîqî ji bo jiyaneke xweş û bextewar ne daxwazên xwe kêm dikin, ne jî îmkanên xwe zêde dikin; ji dêlî wê va ji welatên xwe direvin, dikevin riyên mahciriyê. Li welatên xelkê, li ser sînoran perîşan dibin, dimrin lê dîsa jî venagerin welatê xwe.
Gava xelk me qebûl nake jî em dixwazin bi darê zorê têkevin welatên xelkê. Ev tiştekî pir seyr e.Erê carnan şertên siyasî meriv mecbûrî revê û mahciriyê
dike, lê kultura reva ji welatê xwe, koçberiyê, mahciriyê li ba miletên afrîqî û
asyayî pir kûr û berfireh e.
Em pir rehet terka welatê xwe dikin. Jimara me ya
li Ewrûpa, li welatên pêşketî îspata vê yekê ye. Ji bo ku em çareya gelşan, halê xerab ne di micadelê da, di revê da dibînin welat jî bi pêş nakeve, civat naguhere, gelş çareser nabin. Rev, koçberî, mahcirî bûye çareserîya her tiştî...
Confuçîûs.
Ji erd hetanî ezmên gotineke rast e, Tirkiye bûye kana
xerabîyê, li herêmê çiqas nerindî, xerabî, gelş hene, sebebê gişan jî Tirkiye
ye.
Tirkiye berê jî tim çavkanîya teşxelê bû, lê bi îktîdara
Erdogan ra gelkî xerabtir bû.
Erdogan carê cila xwe li cahnimê raxistiye, nerindî yek kêm, yek zêde jê ra ferq nake. Derdê wî kursîya wî ye, ji bo ku ji ser kursîya xwe nekve kane her xerabiyê bike.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar