Mamûrê tirk hercara ji xelkê bertîl -ruşwet- digirt, dibir
dida jina xwe, digot:
“A ji te ra van perana veşêre.” Jnikê jî her car jê
dipirsî, digot: “Ma îcar çuqas e?”
Wî jî tim digot:
-Xatûn dev ji pirsê berde, tu bibe veşêre.
-Rojekê cardin pêşek pere da jinikê û dîsa wek hertim got
”veşêre.”
Lê vê carê jinikê xwe ranegirt, bi israr got:
-Malava, tu yê hercarê bînî pêşek pere bidî min û bibêjî
”veşêre”! Lê tu qet nabêjî çuqas e. Hema meriv li erdê jî bibîne, dibê dîsa jî
bijmêre.
Bertîlxur got:
-Keçê, ma ezê ji bo çi bijmêrim, ji xwe hey ewê rojekê
derkeve meydanê. Çaxa derket tu yê jî fêr bibî çuqas e.
Roja mirina Seddam
Seddam Husên, piştî ku ji herba bi muttefîkan ra bi saxî û
selametî xelas bû, çû ba jineke falavêj, xwest taliya xwe bizanibe. Ji jinika
falavêj ra got:
-Ji min ra falekê veke. Hela ka ezê kînga bimrim?
Jinikê fal vekir, got:
-Tu yê roja Newroza kurdan bimrî.
Seddam veciniqî, got:
-Tu çawa zane ewê ew roj be?
Jinika falavêj got:
-Pirr hêsa ye, tu kînga jî bimrî, kurd ewê wê rojê ji xwe ra
wek Newrozê pîroz bikin.
Ne xwezî û ne jî pere
Li Anqerê belediyê tûkirina erdê qedexe kiribû. Cezayê
tûkirina erdê pêncsed lîrayê Tirkiyê bû. Sibakê, kalekî kurd bi rê da rastî
zabîteyê belediyê hat, jê ra got:
- Bira, minê tiştek ji te bipirsiya. Dibêjin li gor biryara
belediyê cezayê tûkirina erdê pêncset lîre ye. Gelo cezayê tûkirina ruyê “însanan”
çuqas e?
Zabita kenîya, got:
- Apo, li vî bajarî merivên ku tu tûyî ruyê wan kî hewqasî
pirr in ku ji bo karekî wiha ne xweziya te qîm dike û ne jî perê te.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar