Min romana Charles Wells ”Bir kurd prensî Mehmed /Prensekî kurd Mehemed” do êvarî
qedand. Roman ji alî Baran Zeydanlioglu ve ji îngilîzî hatiye wergerandin. Di demeke
nêz da ewê kurmanciya wê jî derkeve. Bi viya pir kêfxweş bûm.
Roman, çîrokeke pir balkêş e, meriv bi meraq û bi zewq dixwîne, ji serî heta dawiyê tije çîrok û bûyerên efsûnî, rimildarî û cinan e.
Roman 155 sal berê, di sala 1865a da ji alî Charles Wells hatiye nivîsîn. Lema jî berhemeke gelkî muhîm e.
Mehemed lawê Karhan Axa ye. Karhan Axa kurdekî serokê
eşîreke kurd e, pir û pir zengîn e. Hed û hesabê malê wî tuneye, xwediyê
keriyên pez, naxirên dewêr, colên bizinan, boşên devan û gelek hesp in. Salê
çend mehan ew û malbatên eşîra xwe diherin li dora Helebê dimînin.
Lê belê salekê baran nabare, çêre namîne, her der hişk dibe û Karhan Axa û eşîra xwe koç dikin, diherin Îranê û sînorê Hindistanê.
Karhan Axa yekî kordunde ye, yanî zarokên wî tunene. Sibehekê li ser nimêjê ji Xwedayê xwe ra dua dike, dibêje ya Rebî berî ez bimrim ewladekî bidî min.
Xwedê dua wî qebûl dike û piştî çar mehan xanima wî himle dibe. Bi vê yekê pir kêfxwş dibe, zîyafeteke mezin dide eşîrê.
Şevekê melekek tê xewna wî û jê ra dibêje ewê lawek ji te ra bibe, ewê yekî pir zana û bi hêz be, ewê bibe hukimdarekî mezin. Dibê tu navê wî bikî Mehemed.
Meh derbas din û xanima wî lawekî tîne û navê wî dike Mehemed.
Karhan Axa, ji bo ku Mehemed baş perwerde bibe her tiştî dike, mamosteyên herî baş jê ra digre, hîn heft salî ye fêrî nivîsa kalîgrafîyê dibe. Bi kurtî Mehemed perwerdeyeke pir baş û mikemel digre.
Lê Mehemed hîn donzde salî ye bavê wî Karhan Axa wefat dike. Mehemed sêwî dimîne.
Piştî bavê wî dimre hebûna bavê xwe bi bonkêrî dixwe, belav
dike û dawiya dawî rût dibe, kes li dorê namîne, hevalên wî yên berê silavê
nadinê.
Li ba dostekî bavê xwe dibe şivan. Lê zêde dom nake. Rojekê ew û hin şan pev diçnin, şivan lê dixin û li ser vê, dibêje êdî ev welat ji min ra nabe, ezê serê xwe bigrim û ji van deran herim.
Dostê bavê wî bi zorê 5 nîhan didê, dibê ji xwe ra bifroşe. Naxwaze, lê mêrik bi zor didê.
Bi rê da rastî yekî tê, piştî çend pirs û bersîvan, mêrik bala xwe didê yekî saf e. Ji mêrik diperse, dibêje:
-Tu ji kut ê diherî ku?
Mêrik dibêje ”ez ji welatê xwe têm, lê nabêjim ezê herim ku…”
Ev bersîva mêrik meraqa Mehemd zêde dike, lema jî israr dike. Li ser vê, mêrik dibêje:
-Do min xewnek dît, ji bo ku berî min kes neçe tiştê min xewna xwe da dîtiye negire ez diherim wir.
Piştî hinek sohbet Mehemed xewna mêrik bi 5 mîhan dikre. Mêrik jê ra dibêje vê riyê taqîb bike, bi şev tu yê bigihîje bajarekî, tu yê xewna min li wî bajarî bibînî.
Bi vî hawî ew jî bi dû xewna kirîye dikeve, dihere û dihere. Ev rêwîtî wî dibe Çînê.
Gelek tiştên jê nayên gotin, tiştên ne mimkûn, gelek bûyerên dûrî aqilan
tên serî, cin jê ra xizmetê dikin, dibin leşkerên wî. Bi sê keçan ra dizewice.
Dibe
qiral û hukumdarekî pir mezin, dime xwediyê qesir û qonaxên dûrî aaqialn. Bi
hûtan ra şer dike, hûtan dikuje.
Dû ra ew û Zîrajjana zana û rimildar bi balona sihrî difirin diherin welatê xwe, eşîra xwe dibîne û eşîra xwe dibe ba xwe.
Romaneke tije macerayên dûrî aqilan e, macareyek diqede, yeka din dest pê dike. Wek babûşkayên rûs, yek ji yekê derdikeve, roman wek çîrokên hezar û şevekê ye, tu tiştekî ne mimkûn tuneye, cin, rimildarî, zihêrbazî, firîn…
Li gel ku Baran Zeydanlioglu li Swêd mezin bûye lê dîsa jî tirkiya wî, zimanê romanê pir baş e. Hêvî dikim kurmanciya wê jî wiha xweş be.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar