Tiştê însên bi qîmet dike û ji qîmet da dixîne ziman e.
Lê ne ferd tenê, ziman, miletan jî bi qîmet û mezin dike.
Miletê qîmeta zimanê xwe zanibe, lê xwedî derkeve, zimanê xwe bi pêş xe, bi zimanê xwe ra ew jî mezin dibe û bi pêş dikeve.
Û miletê viya neke, bi mirina zimanê xwe ra ew jî dimre û ji tarîxê wenda dibe.
Ziman, tiştekî wiha ye her ku meriv bi kar tîne bi pêş dikeve û gava meriv bi kar neyene jî wek gulekê diçilmise û hişk dibe.
Dibê meriv zimanê xwe baş bi kar bîne, ew kane meriv bibe
bextewariyê jî û kane bibe felaketê jî.
Bela sebeb nehatiye gotin ziman neynika miletekîye. Dema
meriv li vê neynikê dinêre meriv sûretê xwe yê rastîn dibîne.
XXX
Ka vêsê jî bi du sê gotinên rêberê, mamosteyê Celaledînê
Rûmî, Şemsî Tebrîzî dest bi rojê bikim. Camêr tiştên pir xweş gotine, ne mimkûn
e meriv nebe jeyran û sewdaliyê gotinên wî.
"Meşa di rêya heq da karê dil e, ne karê aqil e.
Ne yê li deriyê me dixe, yê li dilê me dixe bira kerem bike.
Bi qasî gulekê xweşik be, lê belê wek sitriyê wê zalim mebe.
Ji yekî ra gotineke wer bibêje ya bijîne ya bikuje, lê belê tu carî birîndar
nehêle.
Xem birîna evînê teze dihêle. Ji birîna xwe jî kêfxweş im,
ji yara xwe jî."
///Şemsî Tebrîzî
///Şemsî Tebrîzî
XXX
-Fikirîn bi rastî jî janê dide meriv. Çimkî şiyariyê peyda
dike û dibe sebebê şikê. Fikirîn bi mirovan wek barekî xuya dike. Loma jî
qismekî mezin ên însanan ji bo ku nefikirin xwe bi îdeolojiyekê ya jî bi
baweriyekê hîpnotîze dikin.
///Jiddu Krishnamurti
///Jiddu Krishnamurti
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar