29 juli 2019

Zimanê me garantiya hebûne me ye lê ew jî ketiye talûkê



Dê û bavên, kurdên bi kurdî zanin lê bi hev ra, bi zarokên xwe ra bi tirkî dipeyivn, di medyaya sosyal da bi tirkî dinivîsin, roman, çîro û şiîrên bi tirkî dinivîsin baş zanin tiştekî ne baş û şaş dikin. 

Baş zanin zirarê didin gelê xwe. 

Baş zanin kurdan dihewisînin tirkî û asîmîle dikin.

Lê dîsa jî dev jê bernadin. 

Hin ji wan carnan ji bi kurdî binivîsin jî bal û meyla wan tim li ser tirkî ye, dilê wan bi tirkî ra ye.
 
Gelekên wan belkî jî ji dil dixwazin dev ji tirkî berdin, lê bi xwe nikanin. 

Çawa her kes nikane bi rehetî dev ji alkolê û ji cixarê berde, hinek kanin, hinek nikanin, devjêberdana ji tirkî jî wisa ye. 

Asîmîlasyonê zora îradeya gelek kesan biriye. 

Devjêberdan ne rehet e. 

Lê heger em zarokên xwe bi kurdî mezin nekin emê bihelin û bibin tirk. 

Û ji xwe bi milyonan kurd bûne tirk û li ber çavên me ne.

Ev demeke çend partî û hin dost û heval bi vê felaketa asîmîlasyonê hesiyane û hin gav avêtin, gazî li milet kirin, gotin bi zimanê xwe bipeyivin.

Însîyatîfên baş in lê pir dereng e, dibê ev tişt 40 sal berê bihata gotin.

Tiştên îro ev heval û partî dibêjin, min 30 sal berê di rojnemaya Armancê da di salên 1980î da gotin, lê kesî guh neda gazî û hawara min. Li ser vê mijarê di kovar, rojname, malperên cuda û bloga min hindik-rindik da herî kêm 500 nivîsên min hene.

Heger ev heval û partiyên nuha li dijî asîmîlasyonê rabûne, wêdemê, 30-40 berê ev tişt bigotana û bikirana rewşa kurdî nuha baştir bû.

Lê îro pir dereng e, dijmin, asîmîlasyonê pişt li me şikandiye... 

Gava nexweşiya kanserê merheleya 1ê û 2a derbas bike û têkeve merheleya sisiyan, tedawiya wê zor e. 

Rewşa asîmîlasyonê jî nuha wisa bûye, gihîştiye merheleya sisiyan. Ji bo wê jî şerê li hemberî wê baş e lê pir zortir bûye...


Meriv bi kîjan zimanî bipeyive bi wî zimanî jî difikire. Kurdên bi tirkî dipeyivin, tirkî kirine zimanê xwe yê rojane, yê mal û bazarê, bêyî ku haya wan jê hebe ew bi tirkî jî difikirin.


Ziman dişibe xaniyekî, di lêkirina wî da her kes dixebite. Hin kes wek hoste, hin kes jî wek emele. Û avahî her ku diçe mezin dibe, tu carî naqede.

-Di tahsîl û terbiya xwe da meziyeta dibê her însan qezenc bike bi ser û ber fêrbûna zimanê dayika xwe ye.
Charles Eliot

XXX
-Zimanê xwe daim baş bikar bînin. Ew kane we bibe bextewariyê jî û felaketê jî.

-Zimanê însên bi qîmet e û însan bi wî bextewariyê dibîne.
Ziman însên ji qîmet da dixîne û ji ber zimên serê însên dihere...


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE