Gava ez dibînim du kurdên bi kurdî zanin bi hev ra tirkî
dipeyivin ez gelkî hêrs dibim û fêm dikim tirkan em helandine, kirine
tirk.
Tu bala xwe didê li aşxaneyeke kurdan û navê wê jî bi kurdî ye, karkirên kurd bi hev ra bi tirkî dipeyin.
Xwediyê aşxanê kurd e, navê aşxanê kurdî ye, karkir kurd in, lê zimanê wan tirkî ye.
Meriv dibêje belkî wira mekanekî tirkan e. Çimkî ziman tirkî ye, yek gotina kurdî jî nayê guhê meriv, meriv tenê tirkî dibihîzî…
Piraniya kurdên Kurdistana bakur ji kurdayetiyê û ji kurdî nefret dikin, haya wan jê tunebe jî hatine wê nuxteyê; ji qewmê xwe û ji zimanê xwe nefret dikin, bûne evîndarên tirkî...
Lema jî bi hev ra ne bi kurdî, bi tirkî dipeyivin.
Li aşxaneyeke tirk, ereb, faris, bi kurdî zanibin jî ne mimkûn e karkirên tirk, ereb û faris bi hev ra bi kurdî bipeyivin.
Lê kurd bi hev ra tirkî dipeyivin, çimkî xwe tiştekî
nahesibînin.
Îro her kurd rûbirûyî hilbijartinekê ye, ya hevalê dijmin û
dagirkeriya welatê xwe ye, ya jî li dij e.
Bêdengî, bêterefî di praktîkê da hevaltiya hêzên dagirker e, qebûlkirina bindestiyê ye.
Her kurd li gorî hêza xwe, li gorî şert û îmaknên xwe kane li dijî dagirkeriya welatê xwe be û bi bindestiya xwe razî nebe.
Kes ji makzayî da nabe hevalê dewletê û dijminê xwe, ev tercîheke şexsî ye.
Konfuçyus gotiye:
”Tu bi kesên hêjayî peyivandinêne nepeyive, tu yê însanan wenda bikî.
Tu bi kesên ne hêjayî peyivandinêne bipeyive, tu yê gotinan wenda bike.
Kesên zana ne însanan wenda dikin, ne jî gotinan.”
Kesên zana ne însanan wenda dikin, ne jî gotinan.”
Xwezî meriv hertim kanîbûya wiha bikira. Hin caran meriv bi bêdilî û ji mecbûrî bi kesên ne hêjayî silavê û axaftinêne dipeyive.
Jiyan hinekî tevlihev e, her tişt, her tim li gorî dilê meriv nabe.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar