26 augusti 2018

Romaneke pir hêja li kitêbxaneya kurdî zêde bû.



Yaho van qoseriyan tiştek ji kesî ra nehîştin, tu kîjan kevirî radikî yekî qoserî ji bin derdikve. 

Tu koka kîjan nivîskarî, kîjan akademîsyenî, kîjan zimanzanî, nivîskarî, şairî dikolî qoserî, mêrdînî derdikeve. 

Di Facebookê da tu li profîla kîjan nivîskarî dinêrî, ya qoserî, ya dêrikî, ya jî nisêbînî derdikeve.


Ji alîkî da hebûna wan min kêfxweş dike, lê ji aliyê din da jî ji ber ku em wêranşarî li fêzê tunene, ez pê diqeherim.

Ez dixwazim çend kesên me jî di nava vê koça kurdperweriyê da hebin. Ev serê salan e ez ji bo wê dixebitim, halanan di wêranşariya hil didim, lê netîce zêde ne baş e, tiştê sadir bûye pir hindik e.

Nuha dîsa li wergêr û aqademîsyenekî qoserî rast hatim. 

Xortekî bi navê Salih Agir Qoserî, şaira swêdî ya bi nav û deng Karîn Boye ji swêdî û Lawrence ji îngilîzî wergerandiye kurmancî. 

Ez pir kêfxweş bûm. Hebûna kesên wiha jîr û jêhatî, ne wêranşarî bin jî min pir kêfxweş dike. 

Tu dibêjî belkî nifir li me wêranşariyan bûye, ji wê axa bêyom û kevirên reş kêm şair û nivîskarên bi kurdî dinivîsin derdikevin. 

Kozmopolîtiya Wêranşarê ew ax kesad û bêber kiriye. Ereb û siwêregiyên bi tirkî dipeyivin pişt li Wêranşarê şikandin, nehîştin Wêranşar jî bibe Qoser…

Ji bo ku Salih Agir Qoserî, ev romana hêja li kitêbxaneya kurdî zêde kir, ez wî ji dil û can pîroz dikim û jê ra serketinê dixwazim. Bi wergera berhemên wiha him ziman û him jî edebiyata kurdî bi pêş dikve,

"Kallocain", romaneke Karîn Boye ya notên rojane ne. Min bi xwe nexwendiye, lê ezê berê swêdîya wê bixwînim û dû ra jî kurmanciya wê. 

Kallocain, berhema Karîn Boye ya herî deng daye. Romana wê ya dawî û ya herî meşhûr e. 

Karîn Boye(1900-1941) bi xwe şair e, di 24ê nîsanê da gelek hebên xewê xwarin û xwe kuşt.
"Kallocian", ji alî Weşanxana Lîsê ve hatiye çapkirin

Mihemed Ronahi Ji be ku Qoserî bi eslê xwe têrkî ne loma jêhatî ne Apocan...

Zinarê Xamo Tu rast dibêjî ?
Wer xuya ye ez jî qet bi tiştekî nizanim. Di guhê gê da mame...

Mihemed Ronahi Na wele min henek kir...yano min xwest ez bêjim Têrkî jî têra xwe hene....

Zinarê Xamo Ê wiya ji xwe ez zanim!
Ji têrkiyan tu û ji wêranşariyan jî ez, em bergendî hemûyan e !

Mihemed Ronahi cîgerimsen Apo...

Zinarê Xamo Mihemedo, erê em wêranşarî hindik in, lê em zêr in, zêr... 
Elmas jî biçûk e...

Mihemed Ronahi Bi Xwedê Apo tu belasebe ji xwe re dibêjî ez wêranşarî me....bi dîn û îman hemû tevgerên te yên Qerejdaxiyan in....hema bêje ez Qerejdaxî me...

Zinarê Xamo Ê ji xwe ez ji çaviya Qerejdaxê me, Çûvî û Xamoyî me. Gundê me Malwêrîn li Qerejdaxê ye, lê girêdayî Wêranşarê ye.

Vedat Öz Têrkî û Rihayî çawa li hev dikin .

Zinarê Xamo Ez dixwazim wêranşariyan bînim ser rêya rast, ez Wêranşarê ji ereb û swêregiyan ra nahêlim.

Vedat Öz Wêranşar başe mamo, mala Mihemedê Dirêj ne ji wada bû ma ?

Mehmet Akalp Mamoste bi xwedé tû kevira li me swéregiya dixîne .

Zinarê Xamo Ya star, tu jî swêregî derketî...

Zinarê Xamo Çend malên wan hene, lê qelpên xwe şandine! 
Kuro ma ji Swêregê ka çend nivîskarên kurd derketine?
Swêregî di tirkî da jêhatî ne...
Mihemd jî bi eslê xwe ji Wêranşarê ye, ji eşîra Kûra ye.
Ji xwe yên pişt li Wêranşarê şikandine "swêregî" ne...

Vedat Öz Erê, Mihemedê Dirêj hemşeriye te ye lê Sêweregîye Kurdî diaxivin min pir dîtî ne û Yilmaz Pitûn jî ji wa ye mamo :)

Newaf Miro Raste ez weke Wêranşariyekî bi hebûn û hezkirina Qoseriya ya bi zimanê kurdî şad û bextiyar im. Wêranşarî hezkirina Rihayê bi wan re ye. Rihayî dijminê kurdî û kurmancî di dilê wan de ye.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE