Gelî dost û hevalên ezîz, ez di bextê we da me, rica min ji we ji min ra
nebêjin "MAMOSTE"!
Çimkî ez ne "mamoste" me û min tu carî jî
mamostetî nekiriye.
Her çiqas gotina ”mamoste” ji peyva “mam” û “hoste” yanî ji ”mam-hoste yanî ”mamê hoste” da çê bûbe jî, lê êdî ne di wê maneyê da, ji wê bêtir di maneya kesê sinetê wî dersdarî ye, ya jî kesê di wê mistewayê da ye, kesê alim e tê gotin.
Hin kes wek xîtabeke hezkirinê, hurmetê dibêjin
"mamoste" !
Lê ez ne mamoste me û min tu carî jî mamostetî nekiriye û ji vê xîtaba sûnî jî qet hez nakim.
Dibê meriv ji mamosteyên dibistaran ra, ji mamosteyên zanîngehan ra û ji aliman ra bibêje ”mamoste”, ne ji her kesê bi kurdî dinîse.
Ez nizanim ev xîtaba ji ku derket û kê derxit !
Ni bi xêr û ne bi ehla, qey ji tirkî ket zimanê me û devê kurdan…
Navê min heye, ya jî yê bixwaze kane bibêje ” apo, xalo, apê Zinar, xalê Zinar, keko, bira” lê ne ”mamoste” !
Ji bo ku meriv ji yekî ra bibêje ”mamoste”, ya dibê sinetê wî mamostetî be, ya jî bi ilm û zanîna xwe merivekî ”mamoste be” !
Ez bi xwe ne ew im û ne jî ew…
Ez nivîskar û rîsipiyekî kurd im û bi kurdî dinivîsim…
Bi baweriya min nivîsîna bi kurdî meriv nake ”mamoste” !
Gotina ”mamoste” getiye devê kurdan, kî bi kurdî binivîse jê ra dibêjin ”mamoste” !
Ev, ne xîtabeke li gorî kultur û urf adetên kurdî ye.
Bi kurdî meriv ji kesên bi emir ji xwe mestir ra dibêje ”keko, bira, apo, xalo” û heger hinekî dîndar be dibêje ”sofî, seyda…”
Lê li gundan, di nava gel da kes ji merivê kal, rîspî ra nabêje ”mamoste”!
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar