14 april 2013
Mirin, weleh tu pir bêbext î !
Bira qeda li vê dinya derewîn keve, va ye careke din ez û xanim, em rêwiyên ser gorra miriyan in; em dikin herin ser gorra Aslan(Mehmet)Kaya, dîsa bîstekê xemgîn û heznî bibin, wan roj û salên borî bi hesret bibîr bînin.
Roja 9-ê nîsanê 12-mîn salvegera wefata wî bû, wê rojê îmkana me ya çûyinê tunebû, emê îro herin.
Îro Stockholm zêde ne sar e, berf hîn li erdê ye, lê roj hinekî heye. Meriv naqefile…
Hin kes hene di ser mirina wan ra çuqas sal derbas bin jî, meriv qet naxwaze mirina wan qebûl bike, Aslan ji bo min kesekî wiha bû, mirina wî bi min pir zor hat û ez hîn jî nikanim qebûl bikim.
Mirinek din jî ya Yilmaz(Selîm Bakac)e, wefata wî jî ez pir êşandim û di jiyana min da valayiyeke mezin çêkir, hêlîna dilxweşî bextewariya min ya li xerîbiyê xera kir.
Mirin gelek caran bêedalet û bêbext e, lê di mirina Aslan da ji bin da bêedaletî û bêbextî kir. Ji nişka ve û bi dizî hat, nehîşt em xatir jî ji hev bixwazin.
Lê belkî jî mirina herî baş, mirina ji nişka ve ye, meriv kesî ne xemgîn dike û ne jî diwestîne. Û ji xwe felsefeya wî jî ev bû, xwe di ber her kesî da diwestand, lê nedixwest tu kes di ber wî da biweste. Yanî meriv dikane bibêje ku mirina wî jî tam li gorî felsefeya wî bû.
Em danê nîvro ji mal bi rê ketin û me berê xwe da gorristana Strandkyrkogarden. Heta herêma Globenê rêwîtiya mebaş derbas bû, em ji cî û warê xwe yê berê buhurîn û me bîstekî bala xwe da wan deran.
Lê li herêma Globenê gelşê dest pê kir. Îro maça taximê Hammarby hebû, bi hezaran alîgirên Hammarby li wan ortan belav bûbûn, alên hişin û spî di destên wan da hirre hirr û birre birra olanek mezin dida. Pûlis gelek rê û dirb girtibûn, trafîq xetimî bû. Me çû du nêrgizên zer kirî û xwe da benda otobozê. Piştî demek payin axirê otoboza me hat û em bi rê ketin.
Erê li Stockholmê hîn berf li erdê heye, lê min nizanîbû di nava gorristanê da hîn hewqas berf li erdê ye.
Gorristana gorra Aslan lê di nava daristanê da ye, ji ber ku pêge kêm e û zêde rojê jî nabîne loma jî berf hîn lê pir bû.
Me xwe li berfê qeliband û çûn ser gorra wî, silavek dayê û ji bo çend 4 roj derengî uzrê xwe jê xwest. Wî jî bi bînfirehiya xwe ya her tim dîsa got, ”tiş nabe canim, hûn nehatana jî dibû.”
Me nêrgizên xwe, li kêleka rast û çepê kevirê ber serê wî, di nava berfê da bicî kirin. Min xwest cixareyekê îkramî wî bikim, lê ji şansê xerab ra hesteyê min nexebitî. Axirê dû ra malbetek hat, min çû agir ji wan girt û cixareya xwe vêxist…
Hinek berî me hatibûn ziyareta wî û kulîlkek dabûn ber serî, lê xezala bêbext tavilê kulîlka wî xwaribû. Lê ewê nikanîbûya nêrgiza me, bi swêdî jê ra dibêjin ”påsklilja” bixwara. Li gorî agahdariya yê gulfiroş, pezkûvî û xezal ji nêrgiza zer hez nakin û loma jî naxwazin. Me bi xwe ev yek nizanîbû.
Ez û xanim bîstekê bêdeng li ber serê wî rûniştin û ketin xem û xeyalan. Ji ber ku berf bû me nikanîbû der û dora gorra wî paqij bikira.
Min û xanimê got, xwezî tu ne li vê gorristana xerîb, bi hezaran kîlometir ji welat û qewmê te dûr bûya, xwezî tu li welatê xwe, li kêlek gorra bavê xwe bûya.
Dawiya dawî wexta xatirxwestinê hat û me xatirê xwe jê xwest, lê me herduyan jî nîvê dilê xwe li gorristan Strandkyrkogarden, li ba lawikê xweşmêrê kurd hîşt…
Prenumerera på:
Kommentarer till inlägget (Atom)
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar