17 juni 2012

Qerepereya li ser gotinên Leyla Zana yê

Hevpeyvîna Leyla Zana ya di rojnameya Hurriyetê da di nava kurd û tirkan da olanek mezin da . Ev sê roj in her kes qala hevpayvîna Zanayê dike.
Kêfa hukûmetê û ya hin kurdên hevalbendên wê gelkî ji gotinên Leyla Zanayê ra hat.
Berdevkê Erdogan Bulent Arinç got, Ez giringiyê didim gotinên Zana û wek xwerexnekirinê qebûl dikim.”
Kurdên ku li Tirkiyê xwedî mal û milk in, xwedî qesir, qonax û hevîngeh in, xwedî kar in, bi tirkan û hukûmetê ra kar û tîcaretê dikin, qeder û pêşeroja xwe bi tirkan ve kirine yek û dixwazin ne li Kurdistanê lê li Tiriyê bijîn gotinên Zanayê wek ”guhdarîkirina li ûjdanê  xwe”, wek rexeyeka li PKK-ê û BDP-ê û pesindana hukûmeta AKP-ê û Erdogan lanse û şirove kirin.
Lê rastî ne wiha ye, Zanayê bêyî çend gotinên dilxweşkir di esasê xwe da di warê siyasî û mesela kurd da pesnê hukûmetê û Erdogan nedaye, belovacî wê rexneyên gelek girîng li hukûmetê girtiye, gotiye heger hukûmet bixwaze dikane mesela kurd çareser bike. Ev rast e, lê nake.
Lê hukûmet û dostên AKP-ê yên kurd vî aliyê gotiên Zanayê yên rexne dernaxin pêş, tenê gotina wê ya ”ew bawer dike ku Erdogan ewê mesela kurd çareser bike didin pêş.”
Wiha dikin ji ber ku dixwazin nîvafaqê têxin nabêna BDP-ê û wan perçe bikin. Yanî li hemberî BDP-ê ev jî şerekî psîkolojîk e...
Hela ka  binêrin Zanayê çi gotiye:
Leyla zana li ser daxwaza Berbroglu parlamenterên AKP-ê û BDP-ê miqayese dike û dibêje:
”Parlamenterên AKP-ê di hestên xwe da kurd in, di fikir da ne kurd in. Yên BDP-ê di fikirên xwe da kurd in, di hest da ne kurd in. Herdu jî nîvço li bûyerê dinêrin. Yanî bi gotina di fikir da ne kurd in, ez dixwazim bibêjim ku parlamaneterên AKP-ê ji bo pêşeroja kurdan tiştekî his nakin, nafikirin.  Parlamenterên BDP pêşerojê difikirin, lê belê ji ber ku dûrî hestên kurdan e pir mekanîk dimîne.”
Ev tespît bi tevayî ne rast e. Parlamenterên AKP-ê yên kurd ne di fikir da û ne jî di hest da ji yên BDP-ê ne baştir in.
Heger baştir bûna ewê li dijî gotiên Erdogan, ”Li Tirkiyê mesela kurd qediyaye, mesela terorê heye” derketana, di qetlîama Roboskê da ewê biwêrîbûna du gotin ji Erdogan û Şahîn ra bigotana.
Rast e, di nava BDP-ê da parlamenterên hestên kurdan baş fêm nakin hene, lê belê di nava AKP-ê da yên hestên kurdan fêm dikin ji binda tunene. Heger fêmbikirina nedibûn endamên wê partiyê û îşxala wealtê xwe nediparastin, miletê xwe bi pakîstaniyên mahcir yên li Îngilîstanê ra miqayese nedikirin.
Leyla Zanayê gotiye Erdogan serokwezîrê herî bi hêz e, heger bixwaze dikane mesela kurd çareser bike. Ji ber ku hêza wî heye.”
Lê negotiye ku ”ew bawer dike ku Erdogan dixwaze çareser bike”, gotiye ku ”heger bixwaze” hêza wî ya çareserkirinê heye.
Ev rast e, lê ji xwe kesek eksê vê jî nabêje, kes nabêje ji ber ku Erdogan nikane, ya jî hêza wî tuneye, loma mesela kurd çareser nake...
Herkes dibêje, dikane lê nake, dema bixwaze dikane bike.
Di mesela ”terorê da jî Zanayê gotiye:
 “Berî her tiştî divê gotinên ‘teror’ û ‘kurd’ ligel hev neyên bikaranîn. Ev dibe sedema reaksiyona em hemû terorîst in. Ya duyemîn, divê nasnameya kurd di destûrê da têkeve bin ewlehiyê. Ya sêyemîn jî zarokên kurdan gelek ji asîmlasyonê zerer dîtine. Ji bo vê yekê divê mafê perwerdeyê bê dayîn. Serokwezîr dibêje, asîmlasyon nîne. Îro herin herêmê û heta dibistana dayîkê hatiye gundan jî. Lê perwerde bi tirkî ye. Li cihê ku pêwîste zarok ji dayîka xwe fêrî çandê bibin, zarokan fêrî Tirkî dikin.”
Li ser girtinên KCK-ê jî Zana wiha gotiye:
“Radibin û rûdinin dibêjin KCKe. Kê xwe îfade kiribe û serî hildabe, xwe di hundir de dîtiye. Ez bi dehan mirov nas dikim ku ne KCKî ne, lê di hundir de ne. Li Tirkiyê mirov diavêjin girtîgehê û wan li wê derê ji bîr dikin. Erê madem hun tometbar dikin, cezayê wî bdinê, lê ew jî nîne. Ne hikûmet û ne jî darêz tişta pêwîst nakin. Ger sibe ev mirov hemû biçin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê, ji ber girtina domdirêj tezmînatê werbigrin, ma ev pere ji berîka vî gelî û welatiyên feqîr dernakeve, ma ji berîka me dernakeve? Darêz û polîs wê vê pirsê çareser bikin, çênabe. Li vir rastiyek heye. Em hemû vê yekê vekirî bêjin û bipejirînin. Ger were xwestin yê herî bihêz dikare vê rawestîne. Ewê bi hêz kî ye, niha hikûmete. Serokwezîrê wê hikûmetê jî Recep Tayîp Erdogan e.”
Yanî bi kurtî di van gotinên Zanayê da zêde tiştekî ku BDP-ê û PKK-ê rexne bike û pesnê hukûmetê bide tuneye. Tenê dibêje, ew ”bawer dike heger Erdogan bixwaze dikane meselê hel bike.”
Lê hin derûdor û dostên AKP-ê yên kurd dixwazin di nava kurdan da kesên wek wan zêde bibin û ew jî weke wan pesnê Erdogan û hukûmetê bidin û loma jî şiroveyeke herî normal jî weka "guhdarîkirina li ûjdanê xwe", ya jî hatina rê û dîtina ”rastiyê” lanse dikin.
Zana di dereke hevpeyvîna xwe da dibêje berê dewletê tim dixwst kurdan bera hev bide, perçe bike û bi vê riyê îdare bike.
Tespîteke pir rast e, lê dewlet nuha ji berê bêtir vî karî dike û siyaseta li ser gotinên Zanayê jî perçeyekî ji vê siyaseta dewletê ya "perçe bike û îdare bike" ye...

2 kommentarer:

  1. Kê cibike bila bike li hesabê we nayê. Esas nerihatbûna ji ber ku PKK rê liber we DDKD`yan girtin.Ger ne ew bûna wê iro di dewsa wanda hin hebûn êsa we tev ev e.

    SvaraRadera
  2. I simply couldn't depart your web site prior to suggesting that I actually enjoyed the usual information a person supply in your visitors? Is gonna be back regularly to check out new posts

    Look into my page :: laser cellulite treatment

    SvaraRadera

PARVE BIKE