Heta nuha li Tirkiyê kurdbûn ne rehet bû, karekî tahlûke û bi rîzîko bû, tim bedelekî wê hebû.
Loma jî her kesê ku bigota ez kurd im û doza azadiya kurdan bikira tim û tim sere wî di belayê da bû.
Dibû weke golik beş, dewletê tu carî rehetî nedidayê.
Dewlet tim li pey bû. Dihat girtin, diket hefsan, bi çol û çepelan diket, welatê xwe terk dikir.
Heger kadir û siyasetmedarekî berbiçav bûya ya jî belikekî tevgerekê bûya tew malik lê diviritî. Him di warê siyasî da û him jî di ware aborî da perîşan dibû.
Yanî bi kurtasî berê di kurdayetiyê da ne rehetî hebû û ne jî pere, tenê zor û zahmetî, feqîrî, hefs û sirgûn hebû.
Lê nuha êdî ne wisa ye.
Êdî di “babetekî” kurdayetiyê da him rehetî û him jî pere heye. Ew kadir û serokên ku di xortaniya xwe gelek eziyet perîşanî dîtin, di taliya emrê xwe da dikanin bi saya dostaniya bi hukûmeta AKP-ê ra him peran qezenc bikin û him jî rehet bikin.
Berê dewletê hebûna kurdan qebûl nedikir, loma jî “dostayî û hevaltiya” bi dewletê ra li ser esasê înakrê bû, dibê te xwe înkar bikira, ya jî bi kêmasî dibê te kurdbûna xwe eşkere nekira.
Ev, îdeolojî û siyaseta dewletê ya resmî bû, her hukûmet mecbûr bû vê siaysetê bimeşîne.
Lê hukûmeta AKP-ê di şerê li hemberî kurdan da ev siyaseta dewletê ya “înkarê” guherand, ji deli wê şertê şêla li dijî “terorê” anî.
Hukûmeta AKP-ê êdî weke yên berê ji kurdan ra nabêje, kurdbûna xwe înkar bike.
Çimkî şaşiya wê siyasetê derket ortê, loma jî dest bi taktîkeke din kirin.
Li gorî siayseta nuh: bibêje ez kurd im, lê dibê tu li dijî “PKK”-ê û “terorê” bî, dibê tu mesafeyekê têxî nabêna xwe û “terorê”.
Piştî ku te ev yek kir, êdî hemû deriyên dewletê ji te ra vekirîne, li gorî kanîn û qabîliyeta te, dewlet amadeye ku karekî bide te.
Yanî heger tu li dijî PKK-ê û BDP-ê bî, li hemberî terora dewletê dengê xwe nekî û piştgiriyê bidî siyaseta hukûmeta AKP-ê ya tasfiyeya tevgera kurd, tu dikanî him pera qezenc bikî û him jî di qatê dewlet û hukûmetê da bibî xwedî “qedir” û “qîmet”.
Yanî di destekî Erdogan da ço û di destekî wî da jî gizêr heye û ji kurdan ra dibêje, di tercîhê da hûn serbest in.
Erdogan bi vê metodê dixwaze “kurdên xwe” çêke û mafê jiyanê bide wan tenê.
Hedefa Erdogan ew e ku hemû tevgera kurd ya legal, demokratîk û siyasî tasfiye bike.
Ji ber ku hedefa Erdoga ne çareserî, qedandin û tasfiyeya tevgera kurd e. Weke Dengîr Mîr Firat dibêje, “di sînorên demokrasiya Erdogan da serbestbûna zimanê kurdî jî tuneye.”
Loma jî dixwaze demekê mafê “jiyanê” bide kurdên xwe tenê, heta ku xurtan ji ber xwe dixîne.
Lê ev “jiyan” jî heta qedandina PKK-ê û BDP-ê ye. Piştî ku PKK û BDP qedandin(helbet ku bikanibin)îcar ewê dor were wan.
Weke mesela abûqatên Ocalan, berê wezîfe dan wan lê piştî ku karê xwe pê qedandin, nuha jî dibêjin çima we “qûryetî û postecîtiya” Ocalan kiriye?
Kuro ma ne tiştên ku abûqatan belav dikir hemû we dan destên wan, îcar çima hûn nuha dikin sûc?
Netîce, heger hukûmeta AKP-ê bikanibe vê tevgera kurd bi giştî bişkîne û tasfiye bike, weleh tiştê hat serê abûqatên Ocalan, ewê were serê kes û serokên ku îro bûne piştgirên AKP-ê.
XXX
Insanên ku destên wan paqij in jî fikrên wan ên qilêrî hene. H. Lec
Kesên ku buhikbûnê(kurm û kêz) qebûl bikin gava pelixîn dibê gazinan nekin. F. Schiller
XXX
Hin serokên kurdan di 30 saliya xwe Kurdistaneke serbixwe, yekbûyî û sosyalîst diparastin.
Di 40-50 saliya xwe da dev ji Kurdistana yekbûyî û sosyalîst berdan.
Û di 60-70 saliya xwe da jî dev ji Kurdistana serbixwe jî berdan, îcar jî ji bo Tirkiyeke demokratîk piştgiriyê didin AKP-ê...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar