Di rojnameya Hurriyetê da Ege Cansen li ser mesela kurd nivîseke ne li gor dilê tirkan û dewletê nivîsîye.
Ege Cansen yekî ku xwe zû bi zû tevî mesela kurd nake, lê îcar bi hestên şikestinê xwe tevê kiriye û ji nivîsa xwe ra sernivîsa ”Şîv pir germ e, ji bo daqultandinê dibê meriv pif bikê” bikaraniye.
Cansen dûra jî gotiye, ”gavên ku di mesela kurd dikin werin avêtin netîceya têkçûn û serneketina Komara Tirkiyê ye…”
Cansen zêde dirêj nekiriye, hema rasterast gotiye ”Komara Tirkiyê têk çû!”
Rast e Komara Tirkiyê ji zûda têkçûye, lê li alî din qûş li kurdan jî qetiyaye. Her hefte cenazeyên 7-8 gerîlla radibe.
Êdî hema hema li her bajarekî Kurdistanê her hefte şîna şehîdên mehê tê kirin. Yanî ne tenê "Komara Tirkiyê", komara kurdan jî tu hal tê nemaye.
Cansen bi xemgînî û dilşikestiyeke mezin dibêje, ”PKK, mixabin him bi îspatkirina xwe ya siyasî û him jî bi têkneçûna xwe ya di cepheya leşkerî da zora Komara Tirkiyê biriye…”
Erê di warê leşkerî da artêşa tirk têkçûye lê di warî siyasî da hîn xurt e û hewil dide ku di vî warî da zora kurdan bibe.
Yanî pir ne dûr e ku kurd di warê leşkerî da qeznc bikin lê di siyasetê da wenda bikin û dîrokjî bi vî rengî dîsa tekerrur bike.
Cansen ji derewan bêtir rastiyê tîne zimên, dibêje, "PKK hîn jî gava bixwaze, li dera dixwaze dikane çalakiya çekdarî bike.”
Hema bikanibe çi feydeya wê heye, piştî ku qezenceke berbiçav bi xwe ra neyne bêmane ye û tu feydeyê nade kurdan.
Li gor Cansen, êrîş û operasyonên dewletê bûye sebebê ku hemû kurd hurmetê nîşanî PKK-ê bidin û otorîteya wê qebûl bikin.
Û bi vî rengî jî ”PKK di baskê tevgera kurd ya siyasî da bûye patronê bêminaqeşe."
Yanî êrîş, teror û qetlîamên dewletê, PKK qels nekiriye, bi vacayî him xurttir kirye û him jî ev yek bûye sebebê ku kurd bêtir piştgiriyê bidinê.
Bêguman para rastiyê di vê tespîtê da heye, lê sebebê piştgiriya PKK-ê ne ev tenê ye. Miletê kurd fêm kiriye ku dewlet ne tenê li hember PKK-ê, li hember miletê kurd e, kî doza azadiya miletê kurd bike dewlet li dijî wî ye.
Li gor Cansen, sebebê ku îro bêtir qala çareseriya mesela kurd tê kirin qelsiya dewleta tirk e, ji ber ku ”Komara Tirkiyê cehda xwe(ezmê xwe)wenda kiriye. Jixwe peymanên aştiyê jî di demên wiha da çêdibin. Heger herdu alî jî hêviya xwe ya domandina doza xwe bidomîne, aştî çênabe. Ji aliyan yekî, dev ji doza xwe berdabe wê demê wext temam e..”Herçiqas siyasetmedar û leşker veşêrin û qebûl nekin jî Cansen qebûl dike û dibêje ”Tirkiye westiya ye. Lextî nava psîkolojiya sûcdariyê bûye. Hatiye nuxteya, çi dibe bila bibe, tenê bira teror biqede.”Cansen gelkî li ber vî halê dewleta tirk ya rehtbûyî û bêçare dikive û bi rengekî aqildar dibêje, ”Jixwe armanca terorê jî ew e ku yê hember bîne vê nuxteyê.”Piştî vê, Cansen îcar jî bêhemdî xwe rastiyeke ku dewlet qebûl nake îtîraf dike, dibêje, ”Tu rêxistineke terorê ji bo ku teror be çalakiyê nake. Armanc, hertim siyasî ye.”Heta nuha îdîa dewletê ew bû ku di çalakiyên PKK-ê da tu armanceke siyasî tuneye, armanc tenê teror e û ew jî ji derve, ji alî xêrnexwaz û dijminên Tirkiyê ve tê pîjkirin?
Lê Cansen, waye qebûl dike ku ev îdîa ne rast e, armanceke siyasî li pişt şerê çekdarî heye.
Cansen dibêje, "heger di van şertan da mizakere werin rojevê gotina PKK-ê ewê bêtir pere bike, xelkê bêtir guh bide PKK-ê û şertên ew dide pêş maqûl bibîne.”
Kuro di van şertan tenê da, hertim şetên kurdan maqûl bûne. Yê neheq û şertên nemaqûl daye pêş dewleta te ya zalim e, tim û tim hemûna kurdan înkar kiriye. Loma jî maqûliya daxwazên kurdan ne bi şertan ve, bi heqiya daxwazên wan va girêdayî ye.
Li gor Cansen, ”dema şertê pêwîst yê psîkolojîk temam bibe, mizakere dikanin ji texmînkirinan jî zûtir dest pê bikin.”
Cansen yek ji aqilmendê dewletê yê ji dil e, loma jî naxwaze gotina kurdan pere bike. Dixwaze tim gel guh bide dewleta wî. Loma jî dibêje nuha "şîf germ e, dibê meriv pif bikê."
Weleh qet ferq nake, hûn vê şîvê bi sarî jî bixun dîsa jî ewê devê we bişewite. Dixwaze sed carî pif kinê.
Bi gotina "şîv germ e, dibê meriv pif bikê", Cansen ji dewletê ra dibêje hîn zû ye, meriv hinekî din bipê, nuha tu mafan nedin kurdan.
Di dawiya nivîsa xwe da Cansen hedefa îdeolojiya "Komara Tirkiyê îfşa dike, dibêje:
”Du projeyên Komarê(cumhûriyetê)hebûn. Yek jê, laîqiya ku jê ra tê gotin ”di jiyanê da rêberê herî rast ilm e”, ya din jî Yekîtiya Millî bû ku di biwêja ”Çi bextewariye ku yê ji xwe ra bibêje ez tirk im” da îfadeya xwe didît. Domandina van herduyan projeyan jî mimkûn nebû. Çi bi xêr be bira ew bibe. Demokrasî dixebite. Ji bo welêt çi bi xêr be gel yanî nûnerê wî meclîs ewê biryarê bide.
Birayara rast kîjan e, divê kes îdîa neke ku ew ji gel yanî ji meclîsê baştir dizane.
Ji bo evîndarên cumhûriyetê hezimkirina tiştên dibin û tiştên ewê bibin gelkî zor e. Lê belê tiştekî were kirin jî tuneye..."
Rast e, bi rastî jî tiştekî dewlet bike tunye lê dîsa jî hustuyê xe di kêrê dide û dixwaze partî û nûnerên kurdan nas neke û bi wan ra rûnene.
Xalo,
SvaraRaderaEz dibêm Ege Cansen meselê hinekî mezin dike. Ji bo dewleta tirkan êdî neteweya kurd bi gelemperî hatiye asîmîle kirin. Chend tishtên ku ew niha tînin zimên jî, ev lîstika dawî ya kushtinê ye.
Dewlet pir bash dizane ku prosesa asîmîlekirinê êdî xelas buye u ne hewce ye ku ji bo vê tishtekî din bike. Va ye kurd xwe bi xwe vê siyasetê dimeshînin. Ji bo ku ev bi temamî biqede, pêwîstiya dewletê heta salên 2020-2030 wext heye.
Va ye deh sal in ku bi saya Apo 10 salên hebun u tunebunê bi jîrî ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîn. Di nav van deh salan da bi mîlyonan kurd asîmîle bun u bun tirkên herî saxlem.
Pishtî deh salên din êdî ev mesele ji binî va diqede. Hewla dewleta tirkan tenê ev e.
Ji bo dewleta tirk bi chi metodî dibe bila bibe, bi zimanxweshî yan jî ziman hishkî dibe, divê ev pêvajoya were dirêj kirin. Ji bo vê yekê tirk dikarin gotinê bînin ser federasyonê jî, da ku bila di nav miletê kurd da payîneke aram u nêrîneke pozîtîf chêbibe, heta ku ew bigêjin armancên xwe, ango salên 2020-2030yan.
silav u rêz
Tîrê Qers'ê
Xalo,
SvaraRaderaMa PKK zora "Komara Tirkan" bibe chi dibe, nebe chi dibe. De werin em bi tevda rehma xwedê li ser zimanê kurdî u kurdistan-ê bixwînin u xelas.
Silav
Kezeba Mêrdînê