15 februari 2009

Dema dîroka meriv xelk binivîse û xelk wergerîne...

Ez dixwazim îşev li vir qala rexneyeke gelkî hêja û girîng bikim.
Mixabin nivîs dîsa bi tirkî ye. Lê ezê tirkiya wê nedim.
Kurdekî bi navê ”Ayhan Arî Piling” li ser wergera tirkî ya kitêba Davîd Mcdowall(Modern Kurt Tarîhî/Dîroka Kurd ya Modern) rexneyeke pir hêja û balkêş kiriye û dûra jî ji endamên Dîwanxaneyê ra şandiye.
Di normalê da tiştên bi tirkî ez naxwînim, bala xwe didim sernivîsê û dûra davêjim.
Lê sernivîsa vê nivîsê(Kizilbaş Hîzbullah okunca/Gava Qizilbaş bibe Hîzbullah) bala min kişand û loma jî min nivîs bi dudilî xwend.
Piştî min nivîs xwend, min ji xwe ra got, baş bû ku min xwend û haya min ji vê wergera lîstika zarokan çêbû.
Gava di refên kitêbfiroşan da kitêba Davîd Mcdowall(Modern Kurt Tarihi) bi ber çavên Arî Piling dikeve û hinekî jî ji ber cazîbeya navê wê jî deyax nake û tavilê dikire.
Lê di rêzên pêşî da matmayî dimîne, serê wî li hev dikeve. Nizane gelo wî çewt zanîbûye ya jî tiştên di kitêbê da hatine nivîsîn çewt in?
Heger çewtî heye, gelo ya kê ye?
Gelo ya nivîskar e, ya wergerê ye ya jî ya wî ye?
Ev û hin pirsên din serê Arî Piling weke meşka dewkilên qerejdaxê li hev hev dixe, lê dev jê bernade, ji dêl wê va, kitêbê bi çavekî hîn cidîtir dixwîne.
Û gelkî jî baş dike.
Di rûpela pêşî ya kitêbê da hevokeke wiha heye bala Arî Piling dikşîne:
”Di roja îro da du zimanên zikmakî(anadîl) ya jî lehçe hene, gelek kurdên ji baku bi kirmancî dipeyivin, piraniya kurdên başûr bi suryanî dipeyivin.”(r.32) [ David McDowall, Modern Kürt Tarihi; 2004, Doruk yay., werger: Neşenur Domaniç]Soranî di wergera Ayşenûr Domanîç xanimê da dibe” suryanî yanî suryankî, zimanê suryanî.
Zanîna Arî Piling ya li ser dîroka kurdan çiqas kêm be jî, lê bi kimanî dizane ku kurd bi “suryanî(bi tirkî gotiye Süryanice)napeyivin. Li ser vê, Arî Piling diçe li îngilîzî li orjînala kitêbê dinêre. Di orjînala kitêbê da ev hevok wiha bûye:
"Two major languages ordialects exist today, Kurmanji spoken by most northern Kurds, andSurani spoken by most southern Kurds." ( David McDowall, A ModernHistory of The Kurds; İ.B. Tauris, 2004,3rd edition.s-9)Neşenûr xanimê gotina “Suranî” yanî soranî weke “Suryanî” fêmkiriye û wisa wergerandiye. Dema werger ne kurd be, kurdan û dîroka wan qet nas neke bêguman ewê sosiretên wiha çêbibin.
Arî Piling dibêje, di îngilîzî da "soranî" weke “Surani" tê nivîsîn. Û ji bo “Süryani”"Syrianic" tê gotin.
Yanî di îngilîzî da jî “soranî” û suryanî” ya jî “suryankî” weke hev nayên nivîsîn.
Çewtiyeke din ya bi qasî “soranî” û “suryankî” tevlihevkirina Hizbullah û Qizilbaş e.
"Ev kesên ku ji ber şewqeyên wan yên sor ji wan ra dibêjin hizbullah(ya jî Qizilbaş/Kizil Baş) ji ber ku li hember îdareya Osmanî ya Sunnî pir xurt dibûn(r.53)Ayşenûr xanim li vi jî gotina “qizilbaş” yanî yên komsor di wergerê da dike “hizbullah” û jê xelas dibe.
Îngilîziya vê hevokê jî wiha bûye.
"Known as qizilbash ( or Red Heads )after their red felt caps, they showed every sign of consolidating into a serious threat to Sunni Ottoman rule." ( s-25)Bêyî van çewtiyên fahş û dûrî aqilan Arî Piling çend nimûneyên din yên dane.
Nimûne:
“Eşêrên Hizbullah....”( s-53), îngilîzî, “Qizilbash tribes...(s-25).
Di sala 1511-an da li Enedoliyê serhildaneke mezin ya hizbullahê destpêkir.(s.53)."
İnglîzî, “1511 a majorqizilbash uprising took place in central Anatolia.(s-26).”Di îngilîzî da hevoka, “teqrîben ji sedî 75-ê kurdan musulmanên sunnî ne(r.10)”, di wergera tirkî da bûye ji sedî 71(r.33)Bi înglîzî navê Pinyanish yanî eşîra Pînyanîş(r.17), bi tirkî bûye Nipaniş(r.42).Di İngilîzî da "the Alevi Mamakanlı"(r.12),di tirkî da bûye "AliveMamakanlı"(s-36) .Navê Merwaniyan di tirkî da bûye "Marwadin" [ ing. Marwanids], Harezmî bûne Khwarami, Oguzan/Oğuzlar bûne Ghuzz” û gelek çewtiyên wiha qet hişê meriv nagre.

Hema tiştê ez dizanim, dema dîroka meriv xelk binivîsîne, wergera wê xelk bike û weşanxaneya ew weşandibe jî ya xelkê be helbet ewê ji tercumeyê bêtir sosret, gosirmet û bobelateke kesnedîtî jê derkeve.
Xwedê me û miletê kurd ji sosiret û bi qewlê dêrikiyan ji “gosirmetên” hîn mezintir bisitirîne.
Amîn...
Û mala Ayhan Arî Piling beg jî ava be ku em ji vê ibreta giran agahdar kirin. Qenebe bira kurdên feqîr neçin perê xwe di vê wergera berradayî nedin.
Bi rastî dibê ez li vir, ji vî welatê ji bûzxaneyê cemidîtir silav û sipasiyeke germ û sincirî ji Dîwanxane û hemû endam û berpirsiyarên wê ra jî bişînim.
Çimkî bi xêra wan ez ji nivîsên xwe ra mijar û xwendevanan peyda dikim.
Bêyî Dîwanxanê nivîsên min ewê kesad û halê min jî ne tu hal be…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE