31 januari 2021

Bizina kol û ker


Hebû tunebû gundîyek hebû. Kerek û bizineka wî ya kol hebûn. Bizina kol hinekî fenek bû. Ji ker hez nedikir, pir jê didexisî, dixwest wî ji ber xwe da bixîne.

Bizina kol bi rojan hûr fikirî, kûr fikirî, rojekê ji xwe ra got:

-Gerek ez vî kerî ji ber xwe da bixînim. Ji min bêtir ji ker hez dikin, pir lê miqatene, lema jî alifê wî timî zêdeyî yê min e. Dibê ez tiştekî bînim serê vî kerî, ji bo ku alifê wî jî ji min ra bimîne. Ew tunebe ezê têr bixum.

Şaristanîyet ne di simêlê da ye

 

Wezîrê Dewletê Kurşad Tuzmen sozeke gelkî cidî da hemwelatiyên xwe yên tirk:

-Dema em têkevin Yekîtiya Ewrûpayê ezê simêla xwe kur bikim.

Kurşad Tuzmen, di hukûmeta Erdogan da berpirsiyarê tîcareta der û wezîrê dewletê ye.

Kurşad Tuzmen yekî xort e û lihevhatî ye. Ew nuha li Emerîkayê ye û hewil dide li Amerîkayê îmaja tirkan ya xerab biguhere. Ew baş zane navê tirkan li dinyayê marqeyeke ne baş e.

Xeyala Tung Faoyê çînî

Tung Faoyê çînî merivekî pirî feqîr bû. Rojekê hêkek xelat danê. Kêfa wî pirr ji hêkê ra hat; ji bo ku xelata xwe nîşanî pîreka xwe jî bide, bazda çû malê. Ji pîreka xwe ra got:

– Xatûn xatûn, hela tu li vê hêkê mêze ke ! Hêkek xelat dan min. Êdî emê dewlemend  bibin.

Jinikê got:

30 januari 2021

Newroza xapandinê

  21/3-2006
  Netkurd

Ji ber ku di Newroza îsal da bûyerên mezin yên ne xweş neqewimîn û xwîna kurdan neherikî bêguman ez gelkî kêfxweş û dilşa me.

Piştî beyanên berdevkên dewleta tirk yên çend rojan berî Newrozê û fortên Apociyan, ez bi xwe ji derketina gelek bûyerên mezin ditirsiyam.

Berfa Stockholmê îsal dereng hat, lê baş hat

 


Berf û serma Stockholmê îsa dereng hat, lê baş û xweş hat...
Îsal cara pêşî ye îro simêl û rîha min ji sar û sermayê zemelîlk girt. Haya min jê tunebû, xanimê got, ”simêla te zemelîlk girtiye, pa bike !”

Îsal cara ewil e li Stockholmê sema dadikeve 9 derece binê sifirê.

Îro berçavk jî, simêl û riya min jî bûn bela sere min, hersiyan jî bûz girtin.

Bira yekî hostetir were

 Xoce Nesredîn ji bo ku ji kirêçîtiya xelkê xelas bibe, halê xwe dike hal, ji xwe ra kusêxek(xaniyak) lê dike. Cîran, nas, dost bi hev dikevin, diçin li hostetiya Xoce temaşe dikin.

Li xênî pahn dibin, bala xwe didinê, yek dibêje:

– Xoce, wele te derî pirr fire kiriye, dibê tu hinekî tengtir bikî.

Xoce dibêje baş e, bi ya wî dike, derî tengtir dike.

29 januari 2021

Jiyan wek berê êdî ne sade û rehet e

Dr. Eser Çetînê hêja, dîsa çend şîret û nesîhetên baş li me kirine, gotiye, dibê meriv şevê 7-8 saetan rakeve. Egzersîzê, sporê bike, her roj bimeşe.

Mala camêr ava be, çêyiya me dixwaze, dixwaze siheta me li cî be û em xwe ji nexweşiyan biparêzin.

Yanî pêşniyarên wî giş jî nesîhetên baş in. Ji xwe ez û xanim jî kêm zêde her roj van tiştan dikin.

Tirk Efrînê bi lezgînî dikin Erzîngan

 


Tirkan li Efrînê Merkeza Kulturî ya Anadoliyê ”Anadulu Kultur Merkezî” vekeirine.

Tirk Efrîna dagir kirine bi lez dikin Erzîngan, Xarpêt, Meletî. Pir dilezînin dikin.

Sûriye çima li vê dagirkeriyê temaşe dike, Rûsya Îran çima bêdeng in, ew jî tiştekî xerîb e.

Em ji kalikên xwe jî paşdetir in

 15/3-2006
 Netkurd

 Nazim Hîkmetê şair di şiîreka xwe da dibêje:

-Ez ji zarokê xwe yê hatiye dinyayê paşdetir û ji bavê xwe yê mirî pêşdetir im.

Bi van gotinan Nazim Hîkmet dixwaze bibêje, bi giştî nifşek(cîlek, qirnek) tim ji nifşê din pêşdetir e. Bi baweriya min jî îstîsna ne tê da, ev dîtin bi gelemperî rast e. Lê ne ji bo me kurdan.

Ez dinya alemê nizanim, lê em kurd bira pêşdetiriya ji bavê xwe li wir bimîne, em ji kalikên xwe jî, ji kalên kalên xwe jî gelkî paşdetir in.

Bertîlxur

Mamûrê tirk hercara ji xelkê bertîl -ruşwet- digirt, dibir dida jina xwe, digot:
“A ji te ra van perana veşêre.” Jnikê jî her car jê dipirsî, digot: “Ma îcar çuqas e?”

Wî jî tim digot:

28 januari 2021

Kêfa ji dijmin ra

 5/3-2006
 Netkurd


Xulamê axê êvarî çû mal, ji xanima xwe ra got:
-Jinik, tu zanî axa pir ji min hez dike.
Jinikê bi rengekî matmayî got:
-Tu çawa zanî?
Yê me bi rûgeşî û bi edakî ji xwe bawer got
 -Axa îro ban min kir û di guhê min da got kutik!
Yanî axê di guhê wî da jê ra gotiye”kûçik”!

Miletê dewleta wî tunebe mahkûmî wendabûnêye

 



Ji bo ku em kurd jî rojekê bibin xwedî dewleteke netewî, daxwaz, fikrê dewletbûnê, hedef pir muhîm e, serê her tiştî ye.  Daxwaz û xeabt tunebe meriv tiştekî fêr nabe, tiştekî bi dest naxe. 

Ez bawer dikim êdî her kurdî fêm kiriye heger em nebin xwedî dewlet, heger zarokên me jî wek yên tirkan bi zimanê xwe nexwînin, emê bihelin, bibin tirk.

Kûçikên xelkê jî biaqil in

 


Hin tişt hene, meriv jê ders û ibretê digire, dema meriv dibîne, nabe meriv qalê neke.

Do dema ez ji ser berber dihatim, bi rê da rastî du xanimên swêdî hatim, kûçikên xwe digerandin. Ji bo ku rê bidin min û kûçik neyên min, ji xaniman yekê, ya li alî min, bi destê xwe aliyê rastê yê rê nîşanî kûçikê xwe da û jê ra got:

27 januari 2021

Dibê meriv her rismî nexape

Berî herim ser berber wiha bûm

Porê min pir dirêj bûbû, ev çend roj in min nêt hebû herim ser berber û hinekî xwe xweşik bikim. Lê min li hev ranedigirt.

Vêsê piştî min xurînîya kir û tiştê dibê min binivîsanda nivîsîn, ez ketim rê, çûm ser berber. Pir ne qelebalix bû, 3 kes di ber min da bûn, dor zû hat ser min.

Ji bo ku her kes bibîne...

Xoce Nesredîn rojekê kerê xwe yê meşûr biriye mazatê (bazarê). Di nav mazatê de çûye û hatiye, bi dengekî bilind ban kiriye, gotiye: ”Difroşim, ha difroşim!”

Cambaz û kesên ku dengê Xoce bihîstine tavilê li dora wî kom bûne. Yekî xwestiye li diranê kerê mêze bike, kerê dev lê kiriye, nehîþtiye mêrik li diranên wî binêre.

Aqilê tirkan û mohra Kurdistanê

28/2-2006
Netkurd
Li gorî rojnameya tirkî Zamanê nivîsîye, wezareta hundur ya Tirkiyê bi qerarnameyekê diyar kiriye Tirkiye ji nuha û pê ve mohra ”Herêma Kurdistanê” qebûl dike. Kesên li ser peseporta wan mohra Kurdistanê hebe û bên Tirkiyê, Tirkiye ewê wan paş da venegerîne.

Lê dîsa li gorî eynî qerarnameyê, heger di peseporta yekî da navê cihê jidayîkbûnê ”Kurdistan” hatibe nivîsîn, Tirkiye ewê destûrê nede ew kes têkeve Tirkiyeyê.

26 januari 2021

Em ketine feqek pir xerab

Tirkan di warê zimên û asîmîlasyonê da em xistine rewşeke pir xerab, li hemberî vê rewşa malwêran tu bêdeng bimînî nabe, ne rast e, tu deng bikî, fikrê xwe bibêjî, rexne bikî miheqeq hinek diqeherin.

Tirkan em xistine halekî pir xerab.
Li ser asîmîlasyonê tu çi binivîsînî, çi bibêjî miheqeq dibe problem. Her rexne, her minaqeşe dibe sebebê însan bi hev kevin, carnan jî dilê hev bihêlin.

Çend gotin li ser nobedar û abûqatên kurdî !

 Xortekî bi navê Mem Husêdîn, ji wekîlên kurdî gazin kiriye, gotiye em dixwazin kurmancî û zazakî fêr bibin, lê ji tirsa hin kesan meriv newêre binivîse.
Gava tu gotinekê şaş dinivîsî, hin kes henekên xwe bi meriv dikin, meriv şerm dike û ji kurdî sar dibe. 

Camêr gotiye, heger hûn dixwazin kurd zimanê xwe fêr bibin, di medyaya sosyal da bi kurdî binivisîn, dibê hûn henekên xwe bi xelkê nekin, bibêjin ”tu wiha binivîse baştir e.”

Ereb û karîkatorên Hz. Muhammed

 10/2-2006
 Netkurd

Ev serê mehekê ye ku dinya Îslam li hember Danîmarka û hin welatên Skandinavî rabûye pêdarê.

Ev serê mehekê ye ku dinya îslam dîsa gelkî hêrs bûye
Ya rasttir, ev serê mehekê ye ereban dîsa qerepereyeke mezin li dar xistine, hey hewar!

Keştiya Nûh

Di otoboza belediyê da çavê yekî xwenezan bi yeka pirr qelaw ket. Bi tinazî ji jinikê ra got:

-Ma qey fîl jî lê vê otobozê siwar dibin?

Jinikê xwe aciz nekir, got:

6 salîya bloga Perxudresê pîroz be !

 


Înan Eroglu û Birûsk Aryan di Hûrbînîyê da li ser 6 salîya bloga Emer Faruq Baran, Perxudresê podcasteke muhteşem çêkirine.

Ez bûm heyranê pêşkêşkirina Înan Eroglu, nasandina blogekê, blogerekî di demeke hewqasî kin da, ancax hewqasî mikemel û piralî, bi hûrgulî dibe. Wele dilê min bijiyayê, min teqdîr kir.

Merivê zana, jîr, jêhatî him karê xwe bêqusûr û mikemel dike û him jî meriv dike heyranê xwe.

Dema merivê di karê xwe da jîr, xetîbê jêhatî programekê pêşkêş dike, meriv ji guhdarîkirinê têr nabe.

25 januari 2021

Dijminan ez nezerî kirim

 


Min zêde pesnê xwe da, xêrnexwazekî min ez çavînokî kirim. Bîstik berê ez şemitîm û pir xerab ketim. Min destê xwe yê çepê hinekî êşand.

Li derve, berf e, pûk e, tozan e, fizîna bê ye. Nêta xanimê tunebû derkeve derve, min jinik bi zor bi xwe ra derxist. Em li dora saet û nîvekê meşiyan.

Di vegerê da min berê xwe da hevrazekî, kaşekî. Wek her tim dîsa ez zû demeşiyam. Min hew dît ez li erdê bûm çît, li ser piştê ketim.

Hêvî dikim bi kurdî be!

 2/1/2006
 Netkurd


Mizgîniyeke min a biçûk li we, heger ne derew be bi sala nuh ra kanaleke din ya ”muzîka kurdî” li kanalên telewîzyonên kurdî zêde dibe. Hêvî dikim xeber rast be.

Sala 2005a  mala wê ava be, bi rastî jî ji bo me kurdan saleke pir baş bû û baş jî qediya. Hema em dikanin sala 2005a bikin mîlada destpêkirina azadî û serxwebûna kurdan.

24 januari 2021

Fort

 21/9-2006
 Netkurd

Mêrikê swêdî bi zewqek mezin ji xwe ra li programa sporê temaşe dikir.

Maçeke pir bi heyecan bû.

Tam di orta maçê da jinikê hat xwe li kêlekê pit kir û bû pite-pita wê, tim pirs ji mêrik kir û xwest pê ra bipeyive.

Mêrik tim got:

Pêşnîyarek nacîzane ji nivîskar û weşanxaneyan ra

Ji bo tarîxa siyasî ya miletekî bîranîn, xatirat, bîyografîyên şexsan gelkî muhîm in.
Him ked û xebata kesan wenda nabe, bi wan ra naçe gorrê, him jî ji bo tarîxê pir muhîm in, dibin çavkanî û belgeyên ji devê şexsê yekê.

Li ba me kurdan zêde ne adet e însan, sîyasetmedar rojane notan bigrin ya jî serpêhatî û bîranînên xwe binivîsin. Çend îstîsna hene, lê piranî nanivîsin.

Postê civata me pir fire bûye

Li Kurdistana bakur sebebê ku însan hewqasî rehet, bê tirs, bê şerm dibin hevalên dewleta tirk, dibin hevalên partî û kesên dijminên kurdan û hewqasî bi rehetî dev ji zimanê xwe berdidin, li Kurdistanê tirkî dikin zimanê kurdan, ji ber bêdengî û bînfirehiya civatê ye.
Civat qebûl dike, normal dibîne.

Civat ji kesên bûne hevalên dewletê ra, ji yên bûne hevalên neyarên kurdan ra tiştekî nabêje, însan silavên xwe ji ser wan nabirin, kes bi çavekî xerab li wan nanêre.
Lema jî bi hezaran kurd bi serbilindî hevaltî û berdevkîya AKPê û Erdogan dikin, dagirkirina Efrînê diparêzin, dibêjin Tirkiyê demokrasî bir Efrînê.

23 januari 2021

Ferqa tirk û îspanîyan

 8/1/2006
 Netkurd


Hikûmeta Katalanya ya Otonom, ji bo îdareyeke(statuyeke) hîn firehtir û mafên hîn zêdetir pêşniyarek da parlamentoya Îspanyayê.
Fermandarê Hêzên Bejayî yê Sevîlla General Jose Mena, li dijî vê pêşniyara hikûmeta Katalanyayê derket û got:

-Heger sînorên Qanûna Esasî werin binpêkirin(îhlalkirin) ewê mudaxeleyeke leşkerî çê bibe.

Ma keçik tenê sûcdar in?

Mehdî Mutlu di twîtteke xwe da gotiye, piraniya keçên kurd ji axaftina bi kurdî şerm dikin, êvaran li ber rêzefîlmên tirkî sermest dibin, nezanîna kurdî ji xwe ra nakin kêmasî, bile’kis ji bo xwe wek rizgariya ji gundîtîyê, ji paşverûtiyê dibînin.

Mimkûn e di vê meselê da, yanî di temaşekirina fîlmên tirkî û axaftina tirkî da nîsbeta keçikan, jinan hinekî zêde be; ji ber ku jin di mal da ne, lema jî ji mêran bêtir li fîlmên tirkî temaşe dikin. Û bi vê ra jî hêdî hêdî dihelin, di bin tesîra tirkî û kultura tirkî da dimînin, asîmîle dibin.

22 januari 2021

Demokrasiya bi rêber

 4/12-2005
 Netkurd

Berê nav û dengê mezinatiya Ataturk û bêhempatiya demokrasiya Tirkan tenê li hundur, ji bal tirkan ve dihat zanîn.

Lê bi xêra înternetê êdî dinya jî hêdî hêdî vê ”demokrasiya” tirkan ya li Rojhilatanavîn ya ”bêhempa” nas dike û yekcarnan jî bi hawakî mîzahî hin kes li ser radiwestin.

Demokrasiyê tirkan wek hêştirmeyê ye, yanî ne teyr e û ne jî deve ye, bêxwedî dişibe her tiştî. Loma jî her kes li gora xwe navekî lê dike û wê dişibîne heywanekî ya jî tiştekî din ê kesnedîtî.

Tirk haziriya dagirkirina Şengalê dikin

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, îro îşareta êrîşeke ser Şengalê jî daye, gotiye ” gotineke min a ez her tim dibêjim heye, we hew dît şevekê ji nişka ve em hatin....”

Mêrik gewî bûye, bi dêla xwe dilîze, çavê wî kurdan dibire, lema jî van qurretiyan dike.

Bi baweriya min ev gefa Erdogan ne forteke vala ye. Ev demeke berpirsiyarên Îraqê û yên Tirkiyê pir ser hev da diherin û tên.

Eloyê xemxur

Li gundekî yek hebû, milet jê ra digot Eloyê Xemxur. Ji ber ku her tişt ji xwe ra dikir derd, derdên dinyayê giş derdên wî bûn.

Şeveke havînê ew û jina xwe li ser xênî bûn. Jinikê şîv da ber. Elo di ber xwe da got:

-Elhemdûlîla, îşev ezê bê derd û kul ji xwe rş bi rehetî pariyak nan bixum.

Tam di wê bîstikê da cîranê wî bankirê, got:

21 januari 2021

Kurdan Kurdistana Federe anîne ber xerakirinê


Hêvîdar Ehmed
di nivîsa xwe ya Rûdawê da dibêje heger kurd, yanî PDK û YNK û hevalbendên wan bi lez gelşên nabêna xwe çareser nekin û hukûmeteke netewî çê nebe, statuya kurdan ya îro heye ewê ji destê wan here, Kurdistana Federe ewê têk biçe. Ji bo vê jî pilaneke Bexdayê heye û ev pilan jî ji sedî 50 bi cî bûye.

Cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, li Perlemana Kurdistanê(28/12-20) bi zelalî gotiye:

Tirsa dilê tirkan û dewleta kurd

 

11/12/2005
Netkurd


Ev demeke dîsa cinnên tirkan pê girtiye, feqîran bi tirsa avabûna dewleta kurd û Kurdistana serbixwe radikevin û radibin.

Ne roja wan roj e, ne jî şeva wan şev e.

Tu kîjan telewîzyonê vedikî mijar kurd û dewleta kurd e.

Tu li kîjan rojnameyê ya jî malpera înternetê dinêrî mijar dîsa kurd û avabûna Kurdistana serbixwe ye.

Xwedêgiravî dostê kurda ye lê çav berdaye Kobanê

 


Tiştê Ayhan Bîlgen li ser Misak-î Milliya Tirkiyê gotiye ibreteke mezin e, mêrik eşkere dibêje me ji ber hin şaşiyan Mûsil ji dest xwe derxist, dibê em nuha jî wan şaşiyan dubera nekin û Kobanê û derên din ji dest xwe dernexin, dibê Tirkiyê kurdan jî îqna bike û Kurdistana başûr û rojava jî dagir bike û bi vî hawî sînorekî netewî yê nuh yanî Misak-î Milliyekî nuh deyne.

20 januari 2021

Wesîyeta rahmetî !


Mêrik ji kûçikê xwe pirr hez dikir. Lê vê hezkirinê bêguman nikanibû rê li ber mirina kûçik bigirta, rojek hat, wek her benderuhî kûçik cehimî, mir.

Mêrik rabû wek ku însanek miribe, nimêja cenazê kûçikê xwe da kirin, bir defin kir û dûra jî jê ra mewlûdek da xwendin.

Li ser vê, ji şêniyên taxê çend kes bi hev ketin û rabûn raste rast berê xwe dan qadî*.

Hûn çi bikin û çi bibêjin jî tirk dev ji neyartiya we bernadin !

Her kes zane serok û berpirsiyarên Tirkiyê xêra me kurdan naxwazin, ji bo ku li tu beşekî Kurdistanê kurd azad nebin, Kurdistan çê nebe xerabiya nekin tuneye.
Li ruyê dinyayê tu kes bi qasî vê hukûmeta tirk ya nuha ne neyarê kurda ye.
Her siyasetmedarê kurd bi viya zane, numûne pir in.

19 januari 2021

Îro daristan nema em lê negerîyan

 


Îro me qad û guzergeha xwe ya meşê hinekî dirêjtir û berfirehtir kir.

Li mal ez û xanim hewqasî qala meşa xwe, tiştên em dibînin û serpêhatiyên xwe dikin, dilê lawikê me Rojen jî bijiya me, got ezê jî îro bi we ra werim.
Kêfa diya wî hat, çimkî ew dixwaze lawê wê pê ra bimeşe û têr bi serê lîwik da bixwîne.

Xwedêgiravî ez jî ketime tehtîlê

 8/7-2005
 Netkurd

Piştî mişextî(surgûn) û  koçberiya kurdan ya Ewrûpayê du mefhûm(têgîn) di jiyan û axafina kurdan ya rojane da bêtir bicî bûn, bêtir hatin bikaranîn: Tehtîl(semester) û pîrozkirina rojbûnê, yanî roja jidayikbûyinê.

Ez feqîrê Xwedê ji herduyan jî dûr û bêpar im. Ne her sal “rojbûna” xwe bi fest û şahîyê pîroz dikim û ne jî tehtîla min wek ya xelkê ye. Yanî ez merivekî hinekî ji dinyayê der im.

Bi qasî ku tê bîra min berê li welêt her sal meriv ne diçû peravê deryayê tehtîlê û ne jî rojbûyina xwe her sal pîroz dikir. 

18 januari 2021

Xwe bi ber teqala cahilan nexin

Merivê cahil hinekî bêedeb e, gava zirzopiyekê dike ji wî wetnê tiştekî pir baş kiriye, pê qurretîyê dike, pesnê xwe dide.

Bi gotinê, bi şîreta cahil biaqil nabe. Aqil hebe nabe cahil, xwe fahş nake.

Ya baş meriv xwe ji merivê cahil bisitirîne.

Wek dê û bav dibê em mesûlîyeta xwe ji bîr nekin

Heger hûn ji xwe û ji miletê xwe, ji welatê xwe hez dikin û naxwazin wek nuha, heta û heta bindest û koleyên tirkan bimînin û zarok û neviyên xwe jî bikin koleyên tirkan, zimanê xwe fêr bibin û bi zarokên xwe jî bidin fêrkirin.

Ev yek berpirsiyarîyeke we ya dê û bavîtiyê ye. Wek dê û bav dibê em wefîfeya xwe ji bîr nekin.

Bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin, çaiqasî fêr bibin jî baş e.

Ev ji destê me tê, pir, hindik em kanin bikin.

Ezê guhê xwe jêkim

Jinikê şorbe dabû ber mîvanê xwe, lê kevçî ji bîr kiribû. Mîvên got:

-Xweha min, ji kerema xwe tu kanî kêrekê ji min ra bînî.

Jinik şaş ma, got:

-Pirs eyb nebe, ma tuyê kêrê çi bikî?

Hin kes çima hewqasî li dijî min in?

 Îbrahîm Halîl Baran, do bi min ra programek çê kir. Me sohbteke dirêj kir. 

Di pirsek xwe da got, berî programê, min ji kesên te nas dikin tu pirsî, min got Zinarê Xamo merivekî çito ye? Gişan gotin:

”Hahoo, yekî wek agir e, merivekî pir şerûd e…”

Gotinên wî nuha tam nayê bîra min, lê teqrîben tiştekî wiha got. Got, xelk dibêje tu merivekî pir sert, pir no yî, şerûd î, gelek kes te wiha dizanin...

17 januari 2021

Em û devokên me

Bi baweriya min îro ji bo me ya herî muhîm em bi kurdî binivîsin û bi peyivin. Ji bo ku em di dibistan û zanîngehan da fêrî rastnivîsê, gramer û îmlayê nebûne û standardeke kurmancî ya her kes zane tuneye, pir normal e meriv hin şaşiyan bike. 

Dibê meriv vê yekê mezin neke, pê însanan netirsîne, ji nivîsîna bi kurdî sar neke.
Ji bo ku em kurmancî di dibistanan da fêr nebûne, her kesî eynî kitêb nexwediye, lema jî însanên bi devoka xwe bipeyive, bi qasî ku fêr bûye ewê binivîse.

Xurînî

 Seddam Husên, di dema îşxala Kuwêtê de, di teftîşeke xwe de belavokekê belav dike, dibêje:

-Divê nobetdar giş şiyar bin û li ser tetikê bin.

Berbangekê Seddam ji qerargeha xwe dertê û berê xwe dide nobetdarê herî nêz. Carê mêze dike bavo çi mêze ke; nobetdar sîleha xwe daye ser telîsên tije qûm, û destava xwe ya mezin dike.
Seddam dîn dibe, hema radihêje sîleha wî û dike serê esker, dibêje:

Aqûbeta Seddam ewê were serê Ahmedînîjad jî

 25/12/2005
 Netkurd

Ez gotina xwe ya dawî di serî da bibêjim: Bi baweriya min tiştê hat serê Seddam Husênê dîktator, dikane were serê Serokkomarê Îranê Mahmûd Ahmedînîjadê fanatîk jî.
Texmîneke wiha ne teoriyeke vala û ne jî fantaziyeke bêbingeh e.
Di vî warî da gelek sebebên siyasî û aborî yên cidî hene ku dikanin vê texmînê rast û mimkûn bike.

16 januari 2021

Tirk dixwazin Norweçê jî bikin wek xwe


Tirkiyê careke din nîşan da li Tirkiyê rejîmeke irqçî, faşîst û neyarê miletê kurd heye.

Ji bo ku li paytexta Norweçê li Osloyê bi dîwarê kuçeyekê ve tabloyeke Gelawêj Welîdxan ya çend jinên YPJê nîşan dide hatiye bidardekirin, Tirkiyê qîyamet rakiriye.
Tirkiyê ji Norweçê, ji belediya bajêr resmî xwestiye wî rismî deynin, çimkî Tirkiye wan terorîst dibîne.
Û Tirkiye û tirk li dijî kê bin gerek Norweç û dinyaya jî wek wan bikin.

Şakelî got DEVE!

3/1-2005
Netkurd

Malpera me Netkurdê do hevpeyvîneke Ferhad Şakelî ya gelkî balkêş û êrîşkar ji soranî, ji tîpên erebî kir kurmancî û weşand.

Tiştê ji nuha da xuya ye ev hevpeyvîna Şakelî di nava kurdan da ewê olanek mezin bide. Çimkî Şakelî bi uslûbeke bêedeb heqaretên mezin li hemû kurdên kurmancîaxêv dike, wan û hemû edebiyata kurmancî bêqîmet û vala dibîne.

15 januari 2021

Coronayê dûzanek nuh da dinyayê

Berî Coronayê hin kar, hin tişt, hin xizmet pir bûbûn. Ez welatên din nizanim, lê li Stockholmê serê her çend gavan aşxaneyek, qahwexaneyek, bi hezaran texsî li bin guhên hev diketin.

Bi zêdebûna xerîban ra ev kar jî wek pirparê û kakivîlkan zêde bûn.

Coronayê tiştên zêde giş şirt kirin. Dinya berê pir tevlihev bû, gelek tiştên ne hewce hebûn, Coronayê dûzanek nuh da dinyayê. Însan şaşomaşo bûne, nikanin întîbaqî vê dûzana nuh bikin.

We texmîn nedikir rojekê ewê dor were we jî !

4-5 kesan li Anqerê, li ber mala wî êrîşî cîgirê serokê Partiya Pêşerojê Selçûk Ozdag kirine. Selçûk Ozdag birîndar e, rakirine nexweşxanê.

Êrîşên ser mixalifên Erdogan û Devlet Bahçelî ne nuh e, berê jî çend kes birîndar kirin û ji wan ra ma.
Êrîşeke bi vî rengî bêyî haya Bahçelî û hukûmeta AKPê nabe, hinekan ev wezîfe dana êrîşkaran.
Selçûk Ozdag demakê cîgirê Recep Tayyip Erdogan bû û Ahmet Davutoglu jî serokwezîr bû.

14 januari 2021

Ya nimêjê bike ez im

Mele tim li ber Sebro digeriya, dixwest bîne ser riya heq, digot:

-Law Sebro! nigekî te li vîyalî dinyê, nigê te yê din jî li wîyalî dinyê ye.Te heta nuha ne gotiye nimêj û ne jî rocî, te ne riketek nimêj kiriye, ne rojek rocî girtiye. Ku tu bi vê destvalatiyê herî huzûra Xwedê, tu yê rûreş bî, tu yê heta û heta di dojehê da bişewitî. Ka were wek meruya rociya xwe bigre, nimêja xwe bike. Roja tu çû ser heqiya xwe, tu yê herî Cinneta Ala, ewê çel horî bidin te, tu yê her şev ji xwe ra bi wan ra kêf û şahiyê derbas kî.

Keşeyek û çar-pênc mele

Rojekê gunduyekî musilman kûçikê wî pê ra di ber gundekî fileyan ra derbas dibû.
Çer çavên kûçikên gund bi kûçikê rêwiyê musilman ket, çend heban bi hev ra êrîş kirinê.
Kûçikên gund zora kûçikê mêrikê musilman birin.
Yê musilman jî merivekî hinekî nerind bûye, wek ku halanê di kûçikê xwe hil dide, ji kûçikê xwe ra dibêje:

Xapandina cahilan hêsa ye

Miletekî cahil nikane hilbijartineke rast bike, nikane biryareke rast û baş bide. Ji bo ku cahil e baş û xerab baş ji hev nagerîne.

Ji bo wê jî dîktator ne ji nav civatên pêşketî, ji nav civatên paşdamayî, ji nav miletên cahil derdikvin.
  
Çimkî xapandina merivên cahil rehet e, bi çend derewan, bi çend nutqên hemasî tu kanî wan bi cuzbê bixînî û bi xwe girê bidî.

Bira wî jî bi serê mîhekê bigirta !

 


Şivanek hebû, şivanê deh mîhan bû. Xwediyê pez jî merivekî çikûs bû. Cara bi rindikî ne kinc ji şivên ra dikirî û ne jî xwarinek baş dikir hebana wî. Ji ber vê yekê şivan ji malxuyê malê tije bûbû. Rojekê ji xwe ra got:

-Bi Xwedê ezê ji xwe ra mîhekê bifroşim. Hema çi dibe bila bibe. Rojekê bala xwe dayê waye tacirek, birrek pez li ber ji wê da tê. Şivan çû pêşiya têcir, jê ra got:

- Mîheke min heye, ma tu nakirî?

13 januari 2021

Ev tirs bi destê rejîma îslamî ya tirk ketiye dilê kurdan

Parlamenterê HDPê Omer Faruk Gergerlîoglo, di twîtterê da ji devê hevalekî xwe serpêhatiye wî neqil kiriye:

”Îro ji bo karekî xwe li Sakaryayê bûm. Diya min telefonî min kir. Diya min bêyî kurdî bi zimanekî din nizane. Ji bo ku ez li dereke qelebalix bûm ez tirsiyam, min newêrîbû bersîv bidayê. Ev yek bi miin pir zor hat.”

Ev tirs ne bêbingeh e, siyaseta rejîma îslamî-faşîst wiha kiriye ku kurd newêribin li her derê bi kurdî bipeyivin.

Emê zimanê xwe çawa ji mirinê xelas bikin ?



Ev demeke partiyên siyasî, HezKurd bi kampanîyekê bang kurdan dikin, dibêjin ”ziman şeref e, li şerefa xwe xwedî derkevin, dibê dê û bav zarokên xwe bişînin dersa zimanê kurdî.”

Gazî û hawareke baş e, di cî da ye, dibê meriv piştgiriyê bide vê bangê, vê daxwazê.

Lê wek tê zanîn ev dersa kurdî ji sinifa 5a dest pê dike, yanî piştî zarok dibin 11-12 salî dest pê dike û ew jî heftê tenê du sae te.

Yanî bi vê dersê belkî çend hezar zarok fêrî elîbeya kurdî, xwendin û nivîsîna kurdî bibin, lê belê kurdî ji mirinê xelas nabe, dibê em xwe nexapînin.

12 januari 2021

Axirê me îro rojek xweş dît

 


Îro li Stockholmê rojek pir xweş hebû, rojê bi tîrêjên xwe yên zêrîn û nûranî em îhya kirin.
Berî ez ji mal derkevim, ez derketim hewşê, min ji xwe ra got, wele meşa di rojeke wiha da pir xweş e, min çû kompîtora xwe girt, min xwe jidand.
Ji zû da bû tîrêjên rojê bi serê me nebûbû. Îro berf li erdê, hewa 3 derce di binê sifirê da sar bû.
Lê roja bi 
tîn, tîrêjên didan ser berfê wek aqût û almas dibriqî û li ber çavê meriv dîmenekî xweş çê dibû.

Meriv dixwest xwe bida hinîşka dîwarekî û di xew ra biçûya... 

11 januari 2021

Cîlweyên dinyayê



Cîlweyên dinyayê pir in. Carnan kesên ne layiq jî dibin tişt, dibin xwedî kursî û meqam.

Donald Trump ne layiqî wî meqamî bû, ne merivekî layiqî bibe serokê Amerîkayê, lê bi tesadufî bû.

Lê ji bo ku ne layiqê wê kursiyê bû, dûra bi xwe da rî, îspat kir ku ew merivekî dîn e, narsîst e.
Gelek kesan destpêkê zanîbûn ew ne merivekî layiqî wê kursiyê ye, lê gelekan jî pir dereng fêm kirin.
Lê ya baş ew nav jê ra nema, ji ber ku ne tu meriv bû wî bi xwe, xwe rezîl kir, îspar kir ew merivekî berradayî û nexweş e û pir jî merivekî pir talûkeye.

Ez qebûl nakim

Yekî gundî  li bin darekê nimêja xwe dikir. Piştî nimêja xwe diqedîne, selawatê tîne û dibêje:

- Ya Rebî tu qebûl bike!

Wê gavê jî yek li ser darê bûye, haya yê gundî jê tunebû. Yê li ser darê ji heramî dibêje:

- Ez qebûl nakim.

10 januari 2021

Ji bo wergereke baş dibê meriv çi bike?

Ji bo ku meriv metnekê, kitêbekê xweş wergerîne, dibê meriv li çi miqate be ?

Ji bo meriv bikanibe weregereke baş bike, bêguman dibê meriv herdu zimanan jî baş bizanibe.

Lê zanîna herdu zimanan tenê têrê nake, dibê meriv nivîskar, herdu kulturan, civatan jî nas bike. Wê demê meriv tekstê baştir fêm dike.

Ev risim yekî kor girt !

 


Îro bûyereke pir xweş û balkêş hat serê min.
Saet ji donzda ra çarîk mabû ez û xanim ji bo meşê em ji mal derketin.
Bi derketina me ra berfeke hûr dest pê kir. Kêfa me hat, bedena me germ bû, ne xema me bû.
Me riya xwe domand.
Em saetek û 40 deqeyî meşiyan. Nêta min hebû em hinekî din jî bimeşin, lê xanimê got berf e, bes e, em herin mal.
Berfeke tam li gorî dilê min dibarî.

Hîla gayê sor



Gayê sor ji cot hal tê nemabû, bûbû hestî û çerm. şevekê di êxurde ji xwe ra got:

- Wele sibe ez narim cot, ezê xwe bavêjim erdê. Hema çer bikin jî ezê ranebim, ezê xwe  bikim term, fena ku ez nexweş bim.

Bû sibe çotkar wek hertim hat, xwest gayê sor bibe çot. Lê kir nekir, ga mexel hatibû, ranebû. Cotkêr got:

09 januari 2021

Li Wêranşarê navên xwarin û vexwarinên ji şîr çê dibin



Wek her kes zane ji şîr gelek tişt, gelek tahm û xwarin çê dibin. Navê şîr, mast, penêr, rûn li her dera Kurdistanê yek e, kurd li her derê ji şîr û mast ra dibêjin şîr û mast. 

Lê belê navê her tiştê ji şîr çê dibe li her herêma Kurdistanê ne yek e.
Ezê di vê nivîsa xwe da navên xwarinên ji şîr çê dibin bibêjim, navên li Wêraşarê û Qerejdaxê tên gotin. Li hin derên din belkî hin navên din lê dikin.
Navên di bîra min da mane ezê li jêr binivîsim, belkî hin navên din jî hebin.

Gerek em siyaseteke li gorî realîteya xwe bimeşînin

Theodor Herzl, di kongreya Sîyonîst a sala 1897a da, ji nûnerên kongreyê ra got:

-Min li Baselê dewleta yahûdî ava kir. Eger nuha ez bi qîrîn viya bibêjim her kesê bikene. Lê belê, belkî di nav 5 salan da, belkî di nav 50 salî da miheqeq her kesê bibîne ev rast e.

51 sal piştî vê axaftina Theodor Herzl, di sala 1948a da dewleta Îsraîl av bû, gelê yahûdî bi rastî jî bû xwedî dewleteke netewî...

08 januari 2021

Tu çi biçînî tu yê wiya biçine

Heger li orta Diyarbekrê kurdekî belengaz li dijî perwerdeya bi zimanê kurdî derdikve, dibêje ez naxwazim zarokên min bi kurdî bixwînin, dibêje daxwaza perwerdeya bi kurdî ”fîtne û fêsadîye, êsîrbûna ji dewletên gawiran” ra ye, di vê korfahmî û dijminatîya kurdayetiyê da hinekî jî sûcê partiyên siyasî, siyasetmedar û ronakbîrên kurdan jî heye. 

Wan wezîfeya xwe baş bi cî neanîne, wan gelê xwe şiyar nekirine, hest û ruhekî nasyonalîst nedane însanan.

Îro rojeke hinekî tevlihev bû

Vêsê ez wek her roj saet di 07.00a da ji xew rabûm. 

Min xurîniya xwe kir û ji bo ku dîlok û pêkenîna xwe ya rojê binivîsînim, min cî li ber kompîtorê li xwe xweş kir, kompîtor vekir. Min bala xwe dayê internet tuneye, dibêje gelşek heye.

Heta saet 11.00a jî internet nehat. Telewîzyon jî tunebû.

Li ser ser vê, ez û xanim em derketin meşa xwe. Em çûn ketin nava daristinê, swêdîyên, kal û pîrên dimeşiyan, kûçikên xwe digerandin pir bûn.

07 januari 2021

Mêrik wek kurdekî perwerdeya bi kurdî wek fîtneyê dibîne

 


Muhabirê Rûdawê ji yekî sofî, hecî dipirse, ma tu dixwazî di dibistanan da kurdî jî were xwendin û wek bavekî tu dixwazî zarokên te jî herin dersa kurdî?

Merivê bêmeju, bêşexsîyet, dixwaze zarokên xwe jî weka xwe bike koleyên tirkan dibêje:

”Na ez naxwazim, naxwazim. Çima em xwe zeîf kin? Em naxwazin fîtne têkeve nav me. Çima em xwe bikin esîrên dewletên biyanî û gawiran? Çima em yekîtiya xwe xera bikin?“

Zalimiyeke bi vî rengî tu carî nehatiye dîtin

 Li Efrînê keçeke bi navê Nazliya Hecî Reşîd nexweş dikeve, radikin nexweşxaneyê. Nexweşxane di destê leşekerên tirk da ye. Li gorî malbata Nazliyê nexweşiya keça wan ne nexweşiyeke giran bûye.
Nexweşxane dibêje Nazlî mir. Malbat dibêje keça me li nexweşxaneyê kuştin, keça me ne ya mirinê bû.

Min mange nas nekir

 Yekî bawermend ji hevalê xwe ra qala serpêhatiyeke xwe kir, got:

-Ez ji nimêja sibê vedigeriyam. Min bala xwe dayê çend kes hewil didin mangeyekê bi zor li erebeyekê siwar kin.
Lê dikirin, nedikirin nikanîbûn mangê li erebê kin, mangê li ber xwe dida, nediket erebê.

Dûlikên dildaran

-Te qemerê rû xuşûşê

Zozan xweş e li alîyê Mûşê

Wezê terka çav-birîyên belek nakim

heta têkeve ber darê dergûşê.

Li ser wergerê pirsek ji Ergîn Opengîn



Berî nuha bi çend rojan di Pop Kurdê da min li sohbeteke Ergîn Opengîn û Erol Şaybek li ser hin meseleên edebî, zimên û wergerê temaşe kir.
Sohbeteke pir xweş û hêja bû. 

Li ser ziman, edebiyat, berhem û kar û barên Ergîn Opengîn sohebeteke bi fêde bû. Di sohbeta xwe da gelek tiştên mihûm minaqaşe kirin.

 Ergîn Opengîn, di axaftina xwe da li ser wergerê, dibê werger çawa be, teqrîben tiştekî wiha  got:

06 januari 2021

Wahşeteke wiha nehatiye dîtin

Li Efrînê Nazliya Hecî Reşîd nexweş dikeve, radikin nexweşxaneyê. Nexweşxane di destê leşekerên tirk da ye. Li gorî malbata Nazliyê nexweşiya keça wan ne nexweşiyeke giran bûye. Nexweşxane ji malbatê ra dibêje Nazlî mir.
Malbatê gotiye keça me ne ya mirinê bû, ew li nexweşxaneyê kuştin.

Dema malbat termê keça xwe digre, bala xwe didinê zikê Nazliyê vala kirine, piraniya organên wê girtine.

Însan û meqam

Profesor, di dersa xwe da ban xwendekarekî kir,  li ser kursîya xwe da rûnişkandin, jê ra got:

-Nuha tu ji dêlî min va dersê bide. Fermo dest pê bike.
Xwendekar dest bi dana dersê kiriye…
Mamoste got:

05 januari 2021

Gelo emê kanibin kurdî ji mirinê xelas bikin?

Li gorî 40-50 sal berê jimara kesên zanin bi kurdî bixwînin û binivîsin zêde bûye, nivîskarên bi kurdî dinivîsin pir bûne, kovar û kitêbên bi kurdî pir bûne.

Lê alî din jî sed qatî vê pêşketinê kurd asîmîle bûne, jimara kurdên, zarokên bi kurdî zanin sed qatî kêmtir bûye.

Yanî zêdebûna nivîskarên bi kurdî dinivîsin û kesên zanin bi kurdî bixwînin û binivîsin rê li ber helandina kurdan, mirina kurdî negirt û nikane bigire jî.

Riya dîtina qusûrên xwe

 Yekî çû ji alimekî pirsî, got:

-Seyda, heger ez bixwazim bizanibim çi qusûr û kêmasiyên min hene, dibê ez çi bikim, ezê çawa fêr bibim?
Alim got:
-Ma tu zewicî ye?
Mêrik got:
-Belê seyda, ez zewicî me.

04 januari 2021

Tirk ne yên avakirinê, yên xerakirinê ne.

Heger osmaniyan û tirkan tiştên li Kurdistanê hebûn, tiştên kurdan  û xelkê ava kiribûn xera nekirana, nuha li Kurdistanê bi hezaran qesir, qonax, dêr, kela û beden hebûn.
  
Giş wêran kirin, ji kok da paqij kirin, li Kurdistanê kevir li ser kevir nehîştin. Her tiştê bîna kurdan jê tê, şopeke kurdan nîşan dide ji ortê rakirin.

Navên wan ji kitêbên tarîxî jî derxistin, navên nuh li cî warên kurdan kirin.

Bîranîna şairekî dilovan

 

Husên Yetkîn

Ev şiîra jêr ya Husên(Heseyin) Yetkîn e, min ji swêdî wergerand kurmancî.
Husên Yetkîn di sala 1948a da li Semsûrê hatibû dinê. Di sala 1970î da tê Swêd. Di demeke kin da swêdî fêr dibe û wek tercuman, mamostê zimanê zikmakî û pisporê xizmetên sosyal dixebite.
Husên Yetkîn welatparêzekî dilzîz e, ji edebîyatê hez dike, bi swêdî şiîran dinivîsîne.

03 januari 2021

Hin kurd pir nişmî ne

Îro ez hinekî bavêjim ji nisêbîniyan da. Dara bi mêwe her kes kevirê xwe davêyê. Min got ez jî îro xîçekî bavêjim ji nisêbîniyan da, tim pesin nabe.

Dostekî minê nisêbînî do ji min ra qal kir, got du birayên nisêbînî hene, yek li Nisêbînê ye, yek jî li Stokholmê ye. Her cara piştî di telefonê da bi hev ra dipeyivin, her du jî diçin destên xwe dişon; ji bo ku Coronayê di hev negerînin.

Heta nuha min nizanîbû nisêbînî hewqasî nişmî ne. Wer xuya dike Corona bi axaftina telefonê jî xwe digihîne meriv. Lema camêran piştî her axaftinê destên xwe dişon.

Abdula Keskin:Seyda ev ne wek devavêtin e, wekî pesn e. Ez dibêm ji dilê te nayê.


Zinarê Xamo:
Nisêbînî gelkî jîr in, ji bo ku xwe nekin destiyê kêrê, nabêna xwe û dostê xwe xera nekin, rexeneyê jî dikin pesin û meth. Hûn him mekteblî ne, him jî nişmî ne, ez ji we hez dikim...

Mahabat Anter: Cîranên Nisebînî li ser axaftina telefonê ketine qirka hev. Wê çaxê tlf desta tunne bû.Yekî gotiye êdî bes ji mala min telefone bide. Roja din cîran rahiştiye telefona mala xwe û çûye bi xeta mala wî va girêdaye. Cîranê wî gotiyê, ha wilo, carê ku tu hat bi ya xwe biştexil bêminetî :)

Ez dibêjim nisêbînî jîr in hin heval qebûl nakin. Ev aqil li ba her kesî nîna...:))

Ceng: Apê Zinar te tişt di me di nehişt :) Ez bendî tiştin giran bûm.

Zinarê Xamo: Hêdî hêdî, bi carê da nabe...::))

XXX

Dibêjin xwedêgiravî heger tu bi şev şîr vexwî ewê xewa te were, heger tu qahwê vexwî ewê xew li te bigere.
Weleh min çend caran ceriband, ne xewa min hat û ne jî xew li min geriya.
Rutîna min ya herî baş e, dilê min çi dixwaze wê dixum û vedixum û serê laşê xwe naçelqînim…

Apê hes

Xortê gundî nuh zewicî bû, hîn zavayê şeva duduyan bû. Apê Hes çû bû mîvanê wî. Heta derengê şevê rûniştin, şev zîz bû, apê Hes ranebû. Mesele li ser meselê digot.
Xort bala xwe dayê apê Hes cî li xwe germ kiriye û çûyin qet nayê bîrê. Xort got:

- Apê Hes, heger tu yekî dewletî bûya, ma te yê çi bikira?

- Wele min yek nedikir dudu, ezê biçûyama Hecê.

Xort got:

02 januari 2021

Li ser îdîayeke Prof. Dr. Nesîm Doru

Wê rojê di YouTube da min li sohbeteke Prof. Dr. Nesîm Doru temaşe kir.
Prof. Dr. Nesim Doru, di sohbeta xwe ya bi Vahdetîn Înce ra got, cara pêşî Ehmedê Xanî şiîrên xwe nivîsîne, şairên berî wî şiîrên xwe nenivîsîne, gişan bi devkî gotine. 
Elîyê Herîrî, Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyra jî di nav da, gişan şiîrên xwe bi devkî gotine û xelkê ji ber kiriye. 

Berî Ehmedê Xanî tu kesî ne şiîr û ne jî nesir nenivîsîye, gişan bi devkî gotine, ev cara pêşî ye ez dibihîzim.

Çînî rehet nasekinin

Çînî bela ne, kes nikane bi wan ra kaban bavêje. Mêrikan ji mûriyan jî jîrtir in.

Salek berê mêrikan vîrusa Coronayê berra canê dinyayê dan, malik li dinyayê xera kirin.

Piştî keftelefteke mezin, însanan bi zor ji xwe ra dermanek peyda kirin. Her kesî kêf kir, got wele êdî emê ji hefsên xwe derkevin der, azadî nêz e.

Lîsteya kitêbên kurdî yên îsal çap bûne

 


Diyarnameyê wek hersal, îsal jî lîsteya kitêbên li Kurdistana bakur hatine weşandin daye.
  
Diyarname bi vê xizmeta xwe ya her sal karekî hêja û baş dike. Bi vî hawî meriv fêr dibe di salekê da çend kitêbên bi kurdî hatine çapkirin.
  
Kîjan weşanxaneyê çend kitêb û yên li ser kîjan beşan çap kirine. Înformasyoneke pir bi qîmet e. Ez Diyarnameyê û Cemîl Oguz pîroz dikim.

Weşanxana "Name" yê kitêbeke min jî weşand, lê ne navê "Name"yê û ne jî navê kitêba min di lîsteyê da tuneye. Diyar e weşanxane giş di lîsteyê da tunene. Ji xwe wan jî gotiye belkî ji sedî pênc kêmasî hebe.

Cemîl Oguz: Mamoste merheba, 1-Xwedî Nameyê agahî nedan min,2-Nava salê jî kesî pirtûk ji me re neşandiye, 3-Navê pirtûkê, çi cure ye ji min re bişîne ez lê bikim, 4-Jixwe me gotiye dibe %5 kêmasî hebin ji ber wekî ji vê mînakê jî diyar e haya me pê naxin. Gelek silav

Zinarê Xamo: Ser çava Cemîl. Na ne hewceye. Piştî Name di lîsteyê da tuneye ne rast e tu kitêba min tenê têxî lîstê. Ji xwe we jî gotiye belkî ji %5 kêmasî hebe. Navê kitêbê "Stirîyên me" ye, meqaleyên min ên nabêna 1986-1995a ne.

Cemîl Oguz: Mamoste wekî rêgez her sal piştî weşandinê jî kêmasî me hebin û xeber bên em temam dikin. Gavek din ezê lêkim. Ezê carek din jî pirs bikim, wekî din ên Name hebin ezê wan jî lêkim. Axir em hem ji bo îro hem ji bo pêşerojê dinivîsin...

Zinarê Xamo: Baş e, hûn zanin. Hûn çawa rast dibînin wer bikin. Ji bo min prensîbên xwe xera nekin, ne muhîm e. Ne ji bo ku hûn lê zêde bikin min got.

Cemîl Oguz: Min lêkir. Du pirtûkên Nameyê hebûn her du jî min lê kirin. Silav bo te.


01 januari 2021

Bi vî hawî em ketin saleke nû

 


Do bi şev bi teqereqa fîşekên hewayî ra ez û xanim derketin derve. Me bîstekê bala xwe da fîşekên hewayî.
Tiştekî pir ecêb bû, te digot qey herb e, ji dengê fîşek û rakêtan meriv kerr dibû.
Fîşekên hewayî, rakêtên wek bombeyan diteqiyan asîman kiribûn wek deryayeke rengîn.
Li hemberî reng û şiklên li asîmanan çê dibûn devê meriv ji hev diçû, meriv matmayî dima.

Hêvî dikim îsal em nebêjin xwezî bi par

Îro roja pêşî ya sala nû ye, em nizanin 2021 ewê çiqasî ji par baştir be. Hêvî dikim baştir be û nebêjin, sal bi sal, xwezî bi par.

Lê li gorî sala çûnî, îsal însan bêtir bûne xwedî tecrûbe û bi hazirîne.

Berê însan hewqasî zû, hewqasî rehet û pir nedimirin. Meriv her roj xebera wefata çend nas û dostan nedibihîst. Mirin hewqasî ne erzan û zêde bû.