Parlamenterê HDPê Omer Faruk Gergerlîoglo, di twîtterê da ji devê hevalekî xwe serpêhatiye wî neqil kiriye:
”Îro ji bo karekî xwe li Sakaryayê bûm. Diya min telefonî min kir. Diya min
bêyî kurdî bi zimanekî din nizane. Ji bo ku ez li dereke qelebalix bûm ez
tirsiyam, min newêrîbû bersîv bidayê. Ev yek bi miin pir zor hat.”
Ev tirs ne bêbingeh e, siyaseta rejîma îslamî-faşîst wiha kiriye ku kurd
newêribin li her derê bi kurdî bipeyivin.
Tiştek ji destê her kurdî tê, kane nebe hevalê vê rejîma neyarê qewmê xwe.
Kurdên havaltiya AKPê dikin, li Kurdistanê berdevkên vê partiyê ne, ew jî şirîkê vê terora irqçî, faşîst in.
Bekar Gulsolîn:
”Kekê min ji bo ku çend gotin bi kurdî peyivîbû qumandarê wî lêxistibû.
Dema diçûm zîyareta pismamên xwe na, ji min ra digotin aman, aman, nebe tu nîşan bidî tu kurd î.
Li Batmanê gava min digot, çima plakayên erebeyên we giş yên Rojava ne, digotin li Rojava erebeyên me çixîz dikin lema.”
Şêx Zelala ji Fînî:
Li Beşîktaşa Stenbolê, ji ber ku axaftina me bi kurdî bû, 2-3 jinan şerê me
kirin. Sal:2020 Cih: Stenbol.”
XXX
Ji bo ku Mewlûda Kurmancî xwendibû mele Elî Boçnakê 80 salî
avêtin zindanê. Mele Elî nexweş bû, li ber mirinê bû, tirkên zalim ew bernedan,
nehîştin li mala xwe, di nava zarokên xwe da bimre; îro di zindanê da mir.
Hin kurd hîn jî dost û hevalên vê dewleta xwînxwar in, hîn
li Kurdistanê berpirsiyarên AKPê ne, ew jî qatilên mele Elî ne.
Em îro nikanin bi vî dijminê hov, lê em ne mecbûr in bibin
heval jî .
Hevalên van zalim û dagirkeran ne ji me ne. Ew rêber û paşmêrên
dijmin in.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar