Ez gotina xwe ya dawî di serî da bibêjim: Bi baweriya min
tiştê hat serê Seddam Husênê dîktator, dikane were serê Serokkomarê Îranê
Mahmûd Ahmedînîjadê fanatîk jî.
Texmîneke wiha ne teoriyeke vala û ne jî fantaziyeke bêbingeh e. Di vî warî
da gelek sebebên siyasî û aborî yên cidî hene ku dikanin vê texmînê rast û
mimkûn bike.
Bûyer û pêşketinên van demên dawî yên di nabêna Îran,
Emerîka û Îsraîl da rû didin gelkî dişibin yên dema berî îşxala Îraqê. Serokkomarê
Îranê jî wek Seddam, bela xwe di Emerîka û Îsraîl dide û êrîşên mezin dibe
ser hebûna Îsraîl.
Îran, di mesela çêkirin û pêşxistina programa xwe ya
nukleer da jî bi Yekîtiya Ewrûpa û Emerîkayê ra li hev nake û wek Seddam
siyaseteke bêkomprîmîs dajo.
Ahmedînîjad, di mesela reform û demokrasiyê da jî henekên
xwe bi ewrûpiyan dike û dibêje:
-Me şoreş ji bo anîna demokrasiyê çênekir.
Ev jî nîşan dide ku di rojên pêş da dijayetiyên di nabêna
Emerîka û Îranê da ewê gelkî gurr û firehtir bibin û herin bigihîjin nuxteya
bikaranîna zorê. Dibê em kurd ji bûyer û tercubeyên dîroka nêz vê netîceyê
derxin û li gor wê jî haziriyên xwe bikin. Bi taybetî jî kurdên Îranê dibê
van dijayetiyên di nabêna rejîma Îran û Cîhana Xerb da baş bişopîne.
Ahmedînîjad û rejîma wî, ji Seddam û rejîma Seddam
fanatîktir û îrrasyoneltir e. Loma jî pir ne dûr e ku aqûbeta Seddam were
serê Ahmedînîjad jî. Çimkî Ahmedînîjad, bi gotin û kirinên xwe yên ne
rasyonel rastgerîna aqûbeteke wek ya Seddam mimkûn dike. Êrîşkarî û dînîtiya
Ahmedînîjad li kara me ye. Heta jê tê bira êrîşê bibe ser Îsraîl û Emerîka.
Ahmedînîjad, çuqasî êrîşê bibe ser Îsraîl û bi taybetî jî
ser Emerîka ji me kurdan ra hewqasî baş e. Em kurd bi tena serê xwe nikanin
zora van rejîmên wahş û dîktator binin. Dema di ser vê xurtî û dîktatoriya
wan ra, ew siyaseteke biaqil jî bajon bêguman karê me hîn jî zahmetir dibe.
Loma jî çiqasî dînîtiyê bikin û bi Xerbê ra werin hember hev ji me ra baş e.
Ji ber ku welatên Xerbî êdî nabin hevalên rejîmên ne demokrat, dîktator û
totalîter. Zemînê hevalbendiyeke wiha nemaye. Di dema herba sar da ev
hevalbendî mimkûn bû, lê îro şertê dinyayê hatiye guhertin.
Serokkomarê Îranê Mahmûd Ahmedînîjad, bi rengekî vekirî li
dijî hebûna Îsraîl e. Û vê dîtina xwe jî venaşêre. Çend roj berê di beyanek
xwe da got:
-Heger dixwazin Îsraîl bibebe xwedî dewlet bira ji erdê
Emerîka, Kanada ya jî ji yê Alaskayê beşekî bidin wan, ji bo ku ew jî dewleta
xwe ava bikin.
Ahmedînîjad, berê jî carê di di 26-ê cotmehê da gotibû:
-Dibê Îsraîl ji ruyê dinyayê rabe.
Di axaftina xwe ya herî dawî da jî Ahmedînîjad dibêje:
-Heger ewrûpî bi gotinên xwe ra pir dilsoz in, dibê ew ji
erdên xwe beşekî bidin sîyonîstan. (8/12/05)
Bêyî van gotinên xav û qebe û gelkî jî êrîşkar,
Ahmedînîjad jenosîsada cihûyan jî qebûl nake û wê wek “propagandeyeke
siyonîstan” dibîne.
Wek tê zanîn li gelek welatên Ewrûpa, kesê ku jenosîda
cihuyan qebûl neke wan bernadin welatê xwe. Îcar Ahmedîjad bi rengekî vekirî
dibêje ev komkujî derew û propangadeya cuhuyan e. Ev siyaset jî tu bixwazî
nexwazî cepha li hember rejîma meleyan firehtir dike.
Yekcarnan dijminê meriv jî bi biryar û gavên xwe yên çewt
ji serkeftina meriv ra dibin alîkar. Di vî warî da Seddam Husên nimûneyeke
herî balkêş e. Xwedê ji ehmeqiya wî razî be, heger wî hewqas blof û serhişkî
nekira, bela xwe di Îsraîl û Emerîka neda bêguman îro ewê ne di zindanê da
bûye û hakimekî kurd ewê ew mahkime nekira. Yanî tenê bi Emerîka û Îsraîl ra biba
dost û dost û menfeetên wan tehdît nekira îro ewê hîn li ser textê xwe bûye û
kurdê jî wek berê dîsa perîşan û bindest û li serê çiyan bûna. Yanî yê kurd
li Başûr anî vê nuxteya îro ji zanîn û xebata kurdan bêtir, serhişkî û
çewtiyên dijminê me ye. Dibê em viya ji bîr nekin.
Ev yek ji bo dewleta tirk jî wiha ye. Heger tirkan jî wek
Seddam, hesabekî çewt nekirina netîce dikanîbû îro ne wiha bûya. Berî her
tiştî, Emerîkiyan ewê destên tîmên wan li paş pişta wan girê neda û çewal
nexista serê wan. Dostayiya kurd û emrîkiyan xêra ”dijminatiya” emrîkî û
tirkaye.
Wek Saddam, Ahmedînîjad û rejîma wî jî dikanin bi gotin û
gavên xwe yên çewt karê me kurdan hêsantir bikin. Bi baweriya min ji nuha da
sinyalên vê siyaseta ”îrrasyonel” pir berbiçav in.
Esas Ahmedînîjad û rejîma wî heta dereceyekê mecbûr in ku
van çewtiyan bikin jî. Çimkî ev, di tebîeta îdeolojîya wan da heye,
Ahmedînîjad ne merivekî rasyonalîst e. Ew mecbûr e li gor bawerî û îdeolojiya
xwe ya dînî û fanaîtk biçe. Ev yek jî ewê bibe sebebê dijayetiya bi Emerîka û
bi Xerbê ra.
Di destpêka sedsala bîstan da Xerbiyan, bi taybetî jî
îngilîz û fransizan şerê azadî û serxwebûnê bi kurdan dan wendakirin. Bêyî
alîkariya wan, ne mimkûn bû ku ereb û tirkan zora kurdan bibira û em wiha
bikirana bindest û kole. Çawa ku bi alîkariya wan ya bi dijminên me ra em
ketin vî halî, pir mimkûn e ku dîsa bi piştgirî û alîkariya wan jî em ji vî
halî xelas bibin û bibin miletekî azad û serbixwe. Yanî her tişt were qesa
berê.
Îdeolojî û Qerekterên rejîmên ku em di bin destên wan da
ne û şertên herêm û cîhanê yê mewcûd ji dijminên me bêtir di lehê me da ye.
Ji bo ku rejîmên xwe yên dîktator û totalîter ji dest xwe bernedin, mecbûr in
li dijî Xerbê û demokrasiyê derkevin. Û em kurd jî bi eksê van rejîmên
dîktator, demokrasî û azadîyê dixwazin û ji bo bicîkirina wê jî bi rastî jî
bi ruh û can têkoşînê didin. Loma jî şansê qezenckirina me ji ya dijminê me
zêdetir e.
Heta ku dijminên me ev dijmin bin, Aqûbeta Seddam zû
dereng ewê rojekê were serê wan jî.
|
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar