Do bi şev bi teqereqa fîşekên hewayî ra ez û xanim derketin derve. Me bîstekê bala
xwe da fîşekên hewayî.
Tiştekî pir ecêb bû, te digot qey herb e, ji dengê fîşek û rakêtan meriv kerr dibû.
Fîşekên hewayî, rakêtên wek bombeyan diteqiyan asîman kiribûn wek deryayeke rengîn.
Li hemberî reng û şiklên
li asîmanan çê dibûn devê meriv ji hev diçû, meriv matmayî dima.
Di wê şeva tarî da li hewa dîmenên pir xweş çê dibûn.
Di wê nabênê da lawikê me Rojen, çend rismên girtin. Me got bira ev jî bîranîna şeva serê salê be.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar