28 januari 2021

Kêfa ji dijmin ra

 5/3-2006
 Netkurd


Xulamê axê êvarî çû mal, ji xanima xwe ra got:
-Jinik, tu zanî axa pir ji min hez dike.
Jinikê bi rengekî matmayî got:
-Tu çawa zanî?
Yê me bi rûgeşî û bi edakî ji xwe bawer got
 -Axa îro ban min kir û di guhê min da got kutik!
Yanî axê di guhê wî da jê ra gotiye”kûçik”!

Jinik bi xîret bû, bi hêrs jê ra got: -Xwelîser (xwelî li serî) mêrik ji te ra gotiye kûçik, de îcar hezkirin di ku dera viya da ye? Ji dêlî ku tu pê biqeherî, kêfa te tê, kêmaqil !

Yê hin kurdên hevalên PKKê jî bû ev mesele, her ku Mihrî Belliyê tirkçî ji kurdan ra xeberan dide, hewqsî jî kêfa wan tê û jê ra li çepikan dixin, dibêjin, ” Bellî dostekî kurdan ê herî baş e, li ba kurdan ciyekî wî yê taybetî heye.”

Xwedê Teala korfahmiyeke wiha nede dujminê min jî!

Mîhrî Bellîyê nasîonalîst, di şahiya 90 saliya xwe da dîsa wek her tim hêzên kurd û serkeftinên wan yên Başûr bi dilreşî û dijminatîyeke mezin rexne kir. Lê li alî din, El Qaîde û terorîstên Baasî ku her roj kurdan dikujin û xwîna wan diherikînin jî bi hawakî pir eşkere bi asîmanan xist. Mêrik gotiye:

-Ez birayê hêzên şerkar û dijminê hevkarên Emerîkayê me. Loma jî feodalên ku Emerîka di mesela kurdan da wan wek muhatap qebûl dike, ez wan red dikim.

Yanî mêrik ne bi dizî, gelkî vekirî dibêje, ji ber ku kurd alîkariya qatilê xwe nakin ez ”dujminê” wan im. Ji ber ku Bellî û nasîonalîstên wek wî, dixwazin kurd ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li hemû perçeyên din jî tu mafî bi dest nexin, wek yên Tirkiyê tim bindest û kole bin. Û vê nêta xwe jî tu carî venaşêrin.

Û hin kurdên wek Îrfan Ûçarê berpirsê rojnameya Ozgur Gundemê, serokê DTPya Stenbolê Dogan Erbaş û nûnerê grûba Aştiyê Seydî Firat jî bi van gotinên Bellî pir kêfxweş dibin û jê ra li çepikan dixin.  

Ez hêvî dikim Xwedê aqilekî bi qasî ku hûn dost û dujminên xwe ji hev bigerînin bide we!

Wek jina kurd ya bi xîret û bi namûs negot, ma ne mêrik ji qatilên gelê we ra dibêje ew ”birayên min in, xwelîser, de îcar çima hûn jê ra li çepikan dixin?

Sofîtiya ereban

Min bi xwe ji sofîtî û oldariya ereban tiştek fêm nekir. Ji ber ku rojnameyeke Danîmarkî çend karîkatorên Hz. Mihemed belav kirin, ereban li her derê qiyametek wer rakirin ku heyhewar!

Lê li Samarrayê, li Bexdayê û li gelek bajarên din ew bi xwe diçin mizgeftên herî dîrokî(wek Mizgefta İmam Ali el Hadi) û pir jî miqedes, belkî tevî bi sedan Quran û nivîsên din yê miqedes dişewitînin. Û di vî karê xwe da jî tu çewtî û gunehekî nabînin.

Ma ji vê heqaretê û bêhurmetiyê mezintir çi heye?

Tu diherî bi zanetî ”mala Xwedê”, tevî ”Kilama Wî ya Miqedes” û kitêbên din yên dînî bi bombeyekê bi hewa dixî û dişewitînî. Û him jî Xwedêgiravî tu/hûn mirovên Musilman û bawermend in!
Merivê bi rastî Musilman û bawermend çawa diçe bi zanetî mala Xwedê û kitêbên Wî dişewitîne?

Bi xwe ji vê Musilmanî bawermendîya ereban min tu tişt fêm nekir!

Lê tiştê balkêş, musilmanên din jî li hember van êrîşên mizgeft û derên din yên miqedes kerr û lal in.

Wek bûyera karîkatoran kes van êrîşên hêzên “Îslamî” protesto nake.
Diyar e dema ereb bikin normal e, tu guneh tê tuneye. Ya jî wek ereb mafê wan heye ku tiştê çêkirine xera jî bikin.

Heger Emerîka bi şaşî bûya jî Mizgefta Zêrîn bi vê bêhurmetiyê bihedimanda ez bawer dikim ne tenê ereb, hemû ”Dinya Îslam” ewê rabûya ser nigan û reaksiyonên gelkî mezin nîşan bida.

Lê ez bal û dîna xwe didimê musilmanên din jî li hember van kirinên ereban bêdeng in.

Gelo çima?

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar