19 januari 2021

Xwedêgiravî ez jî ketime tehtîlê

 8/7-2005
 Netkurd

Piştî mişextî(surgûn) û  koçberiya kurdan ya Ewrûpayê du mefhûm(têgîn) di jiyan û axafina kurdan ya rojane da bêtir bicî bûn, bêtir hatin bikaranîn: Tehtîl(semester) û pîrozkirina rojbûnê, yanî roja jidayikbûyinê.

Ez feqîrê Xwedê ji herduyan jî dûr û bêpar im. Ne her sal “rojbûna” xwe bi fest û şahîyê pîroz dikim û ne jî tehtîla min wek ya xelkê ye. Yanî ez merivekî hinekî ji dinyayê der im.

Bi qasî ku tê bîra min berê li welêt her sal meriv ne diçû peravê deryayê tehtîlê û ne jî rojbûyina xwe her sal pîroz dikir. 

Lê ji bo Ewrûpiyan ev herdu tişt jî gelkî girîng in. 
Mesela yekî swêdî ne tenê roja bûyina xwe, her wisa ew dizane ku ew kîjan seetê hatiye dinyayê, dema ji diya xwe bûye çend kîlo bûye û çend santîmmîtroyî jî dirêj bûye. 

Li ba me kurdên feqîr ne adet û ne jî îmkanên wiha hebûn ku dê û bavên me jî li nexweşxaneyan me bipîvin û biwezinînin.

Ji ber ku piraniya me li mal, bi alîkariya jineke cîran hatiye dinê loma jî wek ewrûpiyan em roj û seeta rojbûna xwe nizanin. Dayikên me yên reben pir pir zanin kîjan demsalê em hatine dinyayê. Heger wê sale berfeke sor nebarîbûya ya jî yekî nas nehatiba kuştin, sal jî ji xwe nizanîbûn.

Yê min bi xwe ez roja bûyina xwe nizanim. Temenê xwe jî ez ji kevirê ber serê kalikê xwe derdixim ku ez di sala 1950î da hatime dinê. Kalikê min(bavê diya min) di sala 1950î da wefat kiriye. Li gor vê texmînê ez nuha hinekî bi ser 50î ketime. 

Çimkî diya min digot, “sala kalikê te wefat kir, tu li destê min bû, nizanim tu çend mehî bû”

Wê salê li ciyê kar min hew dît ku şefa min û çend xanimên din jî pê ra, qevdek gul jî di destê wan da, li dor min kom bûn û dest bi strana xwe “wele ewê bijî, bile ewê bijî, ewê hîn gelek salên din bijî….” kirin.

Min got, “xêr e, mesele çi ye?”

Gotin, “ma ne tu ketiyî 50î saliya xwe, qey te ji bîr kiriye”?!

Ez şaş mam. Çimkî bi rastî jî haya min ji 50 saliya min tunebû, min ji bîr kiribû.

Lê min nikanîbû ji wan ra bigota heyran, wele heta nuha min tu carî “rojbûna” xwe pîroz nekiriye. Ji ber ku ez ne rojbûna xwe zanim û ne jî bi hawakî dirist zanim kîjan salê hatime dinyayê. Temenê min li gor texmîna diya min e û “rojbûna” min jî mamûrekî tirkan ji xwe ra di cuzdanê min da wer  nivîsîye.

Hêdî hêdî ez pê hay dibim ku di gelek warî da ez merivekî muhafezekar im, zû bi zû ne xwe diguherînim û ne jî dikanim urf û adetên nuh bigrim. Yanî serê min wek kevirê Qerejdaxê hişk e.

Ev 25 sal in ez li Swêd im, lê ez hîn jî fêrî  pîrozkirna “rojbûnê” û derketina tehtîlê nebûme. 

Lê bêguman her kurd wek min ne “gundî” ye. Gelek  kurd piştî çend salên jiyana li Swêd, bûn wek erebên çav li penêrê ter keve, xwe ji hemû urf û adetên xwe dawşandin û bûn swêdiyên ji swêdiyan jî swêdîtir.

Herçî tehtîl e rewşa min hîn xerabtir e. Li ciyê karê min yeka swêdî hebû, digot, “ez ji cêjnan û ji tehtîlan nefret dikim!”

Min digot, çima?

Digot, “di cejn û tehtîlan da bavê min pir vedixwar, serxweş diket û dûra jî li diya min dihat xezebê. Loma jî ez ji van rojan nefret dikim”

Ez ji tehtîlê tam nefret nakim, lê dikevim taya sar. Çimkî karê min bêtir, barê min girantir dibe. 

Çend roj berî tehtîla min karên ku ezê bikim yeko yeko destnîşan kirin. 
Roja pêşî ya tehtîla min e, em li derve xwrîniya xwe dikin. Kêfa min li cî yê. 
Ez ji xwe ra dibêjim, ezê çar heftan ji derdên swêdiyan xelas bibim û li gor dilê xwe bijîm. Min hew carê dît, xanimê bala xwe da derî û got:

-Wele ev deriyê me ji bin da kermokotî bûye, dibê boyax bibe.

Pariyê min di gewriya min da ma, min got baş e, piştî xwrîniyê ezê dest pê bikim. Piştî ku min derî qedand, îcar li dora pacan çû û hat, got:

-Wele hey te dest pê kiriye, wane pace jî gurrî bûne, hema wan jî boyax bike çêtir e.

Ezê bibêjim çi? 

Min got baş e xatûn, ezê wan jî bikim. 
Min boyaxa pacan jî qedand. 
Li dora wan jî çû û hat, wek mihendizekê çavên xw li pacan û li boyaxkirina min gerand û dûra jî got:

-Wele te paca bi carê da tê da hîştine, divê meriv gişan paqij bike!

Tu nemabû ez kulma xwe li masê xim û bibêjim bes, ma te ez qebale girtime? 

Lê a bi xêr min xwe ragirt û gotinek şaş ji devê  min derneket. 
Nuha min dest bi paqijkirina pacan kiriye. Ez baş dizanim hîn gelek karên din di dorê da ne, dema min yek qedand ewê yekî din were. 
Yanî heta roja dawî ya tehtîla min, ewê piştê li min bike nêk. Ez pê ra nagihînim nivîsên xwe jî di wextê da binivîsim.

Ez dizanim halê gelek hevalên din jî wek yên min e, lê ew nikanin bibêjin ya jî fedî dikin bibêjin. Ya min mala wê ava be, ev serbestî daye min, dibêje heta ji te tê bibêje, binivîse qet ne xema min e.

Xelk nuha li keviyên deryayê, di nava horîyan da ji xwe ra didin lotikan û di nava pêlên şip û şîn da bedena xwe honik dikin, ez rebenê Xwedê jî vê germa havînê firçe di dest da boyaxê dikim. 

Yanî ez jî ketime tehtîlê? Lawê Mencê çû qezencê! 
De were nemre, de were merezarî nebe!

Min bi çend gotinan hal û melalê xwe ji we ra got. Yê min hey bi dest min nakeve, lê ez ji we hemûyan ra tehtîleke bê kar û  bê boyax dixwazim…

 


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar