21 januari 2021

Tirsa dilê tirkan û dewleta kurd

 

11/12/2005
Netkurd


Ev demeke dîsa cinnên tirkan pê girtiye, feqîran bi tirsa avabûna dewleta kurd û Kurdistana serbixwe radikevin û radibin.

Ne roja wan roj e, ne jî şeva wan şev e.

Tu kîjan telewîzyonê vedikî mijar kurd û dewleta kurd e.

Tu li kîjan rojnameyê ya jî malpera înternetê dinêrî mijar dîsa kurd û avabûna Kurdistana serbixwe ye.

Ji çarhawêlî Tirkiyê, Qefle bi qefle hamîhaman, xwediyê aqil û fahman tînin û bi seetan, heta destê sibehan li ser kurdan teoriyên nemayî çêdikin, ji qal û belan dipeyivin.

Hemû daxwaza wan, derd û kula dilê wan ew e ku kurd li Kurdistana Başûrê  nebin xwedî dewleteke serbixwe û Kerkûk jî nebe ya kurdan.

Lê ji pertav da ketine, wek berê belasebeb xwe dîno mîno nakin, xeberan nadin, nabêjin ”heger kurd bibin xwedî dewlet emê seriyan bifirînin” û êrîşê bibin ser kurdan.

Rebenan di serî da ji Emerîka û dûra jî ji Xwedê rica û hêvî dikin ku dewleteke kurd çê nekin, nehêlin kurd bibin xwedî dewleteke serbixwe.

Wek tê zanîn, di nava medya tirk da meriv û berdivkên ”dewleta kûr” bêhed û bêhesab in. Lê hinek jî  hene ku ji her kesî bêtir ezîzê ber dilê ”dewleta kûr” in. Dema leşker dixwazin tiştekî eşkere bikin, bi riya van berdevkên ”siwîl” eşkere dikin. 

Yanî dîtin û daxwazên xwe berî her kesî, bi van rojnamevanên bijare didin gotin.

A Fîkret Bîla jî ji van ”berdevkan” yê herî nas e û rutbebilind e.

Bîla wê rojê (3/12-05) di quncikê xwe yê rojnameya Mîllîyetê da bi hawakî bêdil qala siyaseta ”dewleta kûr” ya nuh dike. 

Bîla, bi heznîtiyeke mezin li ser rabûn ya jî wendabûna ”xetên sor” yên dewleta Tirk radiweste û dibêje:

-Bûyeran nîşan da ku Anqere êdî ne di wê hêz û taqetê da ye ku xeta sor nîşan bide.

Wek me got, Fîkret Bîla, wek rojnamevanekî nêzî artêşê tê zanîn. Loma jî gelek tişt, bi taybetî jî stratejî û taktîkên ”dewleta kûr” yên nuh berî her kesî bi ber guhên wî dikevin. Ji ber vê yekê jî tiştên Bîla dibêje gelek caran ne gotinên vala û bedilhewa ne.

Bêguman bi şertê ku ev ”siyaseta nuh”, ne siyaseteke nuha ya xapandinê be. 

Çimkî dewleta tirk, li ku dera dinê dibe bila bibe, her babet serkeftina kurdan wek têkçûna xwe dibîne

Lê heger ne derew be Bîla, di nivîsa xwe ya bi sernivîsa ”Ma hêviya Anqerê Barzanî ye?” da  dibêje:

-Îşaretên demên dawî nîşan didin ku Anqere, di siyaseta xwe ya ”Bakurê Îraqê û kurdan” da guherandineke berbiçav dike. Di siyaseta ”Bakurê Îraqê” da guhertin xwe dide hîs kirin. Gelo Anqere, hêvî dike ku ewê mesela PKKê û kurdan bi riya Barzanî hel bike?

Wek tê dîtin, navê Kurdistanê bi Bîla gelkî giran tê, rebeno ji hezimkirina navê Kurdistanê ra hîn tam amade nîne. Loma jî dibêje ”Bakurê Îraqê”. 

Dibê meriv çend carên din jî di kerrika guhê wî da bibêje ”Kurdistan, Kurdistan, Kurdistan” !, heta ku tirsa wî dihere û fêrî gotina navê Kurdistanê dibe.

Em werin ser nivîsa wî. Li gor îddîa Bîla, siyaseta ”dewleta kûr” ya li hember kurdên Başûr ya berê êdî nemaye. Bîla dibêje:

-Siyaseta Anqerê ya berî îşxala Îraqê êdî tuneye. Siyaseta ku dewsa wê digre piştgirî û bihêzkirina Talabanî û  Barzanî ye.

Bîla dema qala statuya serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî dike, zimanê wî hinekî li hev digobole, navê Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê wek kulekê di gewriya wî da asê dibe û nikane rast bibêje, ji dêl wê ve navekî din jêra dibîne, dibêje, ”Meqemê Barzanî yê îro, Serokê Herêma Kurd”.

Li gor îddîa Bîla Xwedêgiravî:

-Anqere, ji Bexdayê bêtir, bi Barzanî ra di temasê da ye. Ji xwe serokên kurdan jî gotin ku îtîraza Anqerê ji Dewleta Kurd ya Federe ra tuneye.

Bîla, hevdîtina musteşarê MITê Emre Taner ya bi Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ra jî wek delîlekî vê siyaseta nuh nîşan dide.

Bîla bêyî vê, gotinên Serfermandarê Artêşa Tirk jî wek nimûne nîşan dide, dibêje:

-Serfermandarê Artêşê, birêz General Hîlmî Ozkok jî got, dibê em rewşa nuh qebûl bikin.

Li ser pirseke rojnamevanekî ya li ser ziyarete Mesûd Barzanî ya Emerîka, Ozkok wiha gotibû:

-Şêla Emerîka ev e. Berê, bi Garry Adams ê ku Englistanê ew wek terorîst dihesaband ra jî rûniştibûn. Wek welat em ji vê rewşê nerehet bûn û bi qasî ez dizanim, me ev yek jî da der. Lêbelê ev jî heye. Barzanî serokê eşîrekê bû, me wiha didît. Lê rewş hat guhertin. Dibê em vê guhertinê qebûl bikin. Me Talabanî jî wer didît, lê nuha Serokkomarê Îraqê ye. Sibe ewê bixwaze wek Serokkomar Tirkiyê ziyaret bike. Wê rojê emê çawa hereket bikin? Heger em Îraqê nas dikin, dibê em li gor vê rewşa hatiye gurtin hereket bikin.(Mûrat Yetkîn, Radîkal. 31/11-05)

Bîla, bi şiklekî bêçare û bi îskîniyeke jipertavketî dom dike, dibêje:

-Her kes zane ku hedefa Barzanî îlankirina Kurdistaneke serbixwe ye. Ji bo bicîanîna vê armancê li bende şertên misaîd e. Gelo ji bo Anqerê rûdaneke wiha hîn jî ”xetek sor” tê hesêp ya na, bi kêmanî ne diyar e. Îşaretên ku ewê wek ”xetek sor” neyê hesêb zêdetir in…

Bîla nêt û hedefa kurdan û Barzanî baş fêm kiriye. Loma jî bi hawakî rast dibêje:

- Helbet hedefa Barzanî tenê bi Bakurê Îraqê ve ne sînorkirî ye. Kurdistaneke mezin ya serbixwe û yekbûyî ku beşekî ji Tirkiyê, Îranê û Sûriyê jî digre nav xwe mewzûbahîs e.

Di rojajên dawî da Barzanî, li kurdên Tirkiyê jî xwedî derdikeve û wan wek neteweyekî cihê îfade dike. Wek berdevkekî kurdên Tirkiyê hereket dike û di vî warî da gelkî îtînayê nîşan dide.

Bîla, li ser siyaseta kurdanên Başûr ya pêşerojê jî wiha dibêje:

-Ji bo demeke dirêj ne mimkûn e ku Barzanî, ji bo kurdên Tirkiyê siyaseteke cuda û ji bo kurdên Bakurê Îraqê jî siyaseteke cuda bimeşîne. Heger hêviya Anqerê maye li ser şerê ”serokatiyê” yê di nabêna Barzanî û PKKê da ev yek şaş e.

Li ser hin xeberên ku xwedêgiravî ”Anqerê û Barzanî li hev kirine”, Bîla dibêje:

- Heger Anqerê û Barzanî bi rastî jî li hev kiribin, ev tê wê maneyê ku du îhtîmal hene:

”Ya Barzanî dev ji îdîala Kurdistana Mezin û Serbixwe berdaye…

Ya jî Anqere êdî rastiya tezên kurdan qebûl dike.

Dibê ji van herdu îhtîmalan yek rast be.”

Bêguman Mesûd Barzanî dev ji îdîala Kurdistana Mezin û Serbixwe bernade. Bi îhtîmalek mezin Anqere, rastiya tezên kurdan, ne bi carê da, lê hêdî hîdî qebûl dike. Jixwe em jî zêde nalezînin. Kurd dibêjin:

 Bira avis be, bira bi derengî be!

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar