Mêrik rabû wek ku însanek miribe, nimêja cenazê kûçikê xwe da kirin, bir defin kir û dûra jî jê ra mewlûdek da xwendin.
Li ser vê, ji şêniyên taxê çend kes bi hev ketin û rabûn raste rast berê xwe dan qadî*.
Ji qadî ra mesele ji serî heta dawî gotin. Qadî dîn bû. Tavilê gazî mêrik kir. Qadî, mêrik da hember xwe û bi hêrs lê rabû, got:
-Ya ya kafir, ya ya zindîq! Tu çawa kûçikekî cehimî wek musilmanekî
wefat kiribe dibî gor dikî? Ma tu ji Xwedê natirsî?
Xwediyê kûçik got:
- Qadî Efendî, hûn çi cezayî bidin min ez razî me, lê divê
berî wê, hûn îfada min bigrin û maf bidin min ku ez kanibim xwe biparêzim.
Qadî tew hinekî din hers bû, got:
-Ya ya zindîqê ji zindîqa, ez nizanim tu yê çi biparêzî? Hela
bêje ka tu yê çi bibêjî?
Mêrik got:
- Qadî Efendî, bi serê min û te, kûçikê min ne wek her
kûçikî bû. Wek însanan difikirî û wek însanan dipeyivî. Heta berî wefata xwe, li
ber sikratê li min wesyet kir, ku ez ji xêrata wî sed zêrî bidim te…
Qadî di cî de nerm bû û bi dengekî xemgîn û heznî got:
-Wax wax, weleh ez pirr li ber ketim. Rahma Xwedê lê be. Ma
nexweşiya rahmetî çibû ?
*Qadî: Hakimê dewra Dewleta Osmanî, wek hakimê nuha.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar